Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 7 May 2009

Koçberiya kurdan ber bi Elmanyayê pêncî sal berê derstpêkir û îro jî hên berdewam e. Di sedsalên borî de jî kurd hatîbûn Elmanyayê. Kûr û lawên mîrên kurdan bo xwendinê berê xwe dayîbûn Berlîn, Paris û Swisreyê. Mîr Kamûran û Celadet Bedirxan ji wan yên dawî û herî bi navûdeng in.

Kurdên Elmanya û rewşa wan

Memo Şahîn

Koçberiya kurdan ber bi Elmanyayê pêncî sal berê derstpêkir û îro jî hên berdewam e. Di sedsalên borî de jî kurd hatîbûn Elmanyayê. Kûr û lawên mîrên kurdan bo xwendinê berê xwe dayîbûn Berlîn, Paris û Swisreyê. Mîr Kamûran û Celadet Bedirxan ji wan yên dawî û herî bi navûdeng in.

Koçberiya kurdan ber bi Elmanyayê pêncî sal berê derstpêkir û îro jî hên berdewam e. Di sedsalên borî de jî kurd hatîbûn Elmanyayê. Kûr û lawên mîrên kurdan bo xwendinê berê xwe dayîbûn Berlîn, Paris û Swisreyê. Mîr Kamûran û Celadet Bedirxan ji wan yên dawî û herî bi navûdeng in.
Paşê dem buhûrîn û dor hat belangaz, xizan û feqîrên Kurdistanê. Bi destpeka salên 1960î de wan jî riya xwe dan ber bi Elmanya û Ewropayê.

Di periyod û dema yekemîn heya 1973an de jin an jî mêr bi serê xwe wek karker hatin Elmanyayê. Malbat, zarok û her tiştê xwe li welat şûnde hiştin û bi çixin û bawûlek tenê hatin li Berlîn, Mûnih û Frankfurtê peya bûn.

Însanên ku heya vê demê ji gund û bajarokên dor xwe cih û warek din neditîbûn, di bajarên ku nîfûsa wan dora milyon an jî hên zêde bûn, hatin dinya û cîhanek nû.

Di dem û periyoda yekemîn de piranî kurdên elewî berê xwe dan Elmanyayê. Ber ku dewleta Tirk ku li ser hîma tirkitî û misilmantî de hatîbû danîn, wan wek ûr û tîmorên ku bên avetîn, dihesiband. Ew hem kurd bûn û hem jî elewî.

Elmanya deriyê xwe bo karkerên biyanî di 1973an de girt. Piştî vê tarixê êdî kurd nikaribûn wek karker bên Elmanya. Lê riya anîna malbatên wan vekirîbû. Edî kurdên ku bo “çend sal bixebitin û paşê bizivirin welatê xwe“ hatîbûn Elmanya çixin û bawûlên xwe vekirin û xeyala şûndevegerina Kurdistanê di dilê xwe de hiştin. Jin an mêr û zarokên (malbatên) xwe anîn Elmanya. Mîrov dikare vê demê wek periyoda duwêmin ya koçberiya kurdan bihesibîne.

Periyoda sêyemîn ya koçberiya kurdan di dawiya salên 1970an de destpêkir û bi darbeya leşkerî ya faşist li Tirkiyê di sala 1980an de gîhişt konaxek nû. Piştî walakirin û rûxandina gundên Kurdistana Bakûr di salên 1980yî û 1990î de êdî her sal dora 20-30 hezar kurdên pênaber ji Amed, Riha, Merdîn û bajarên din ên Kurdistanê ber bi Elmanyayê rêketin. Ji sala 1980î heya 2009an dora 350.000 kurd ji ber şerê qirêj ya dewleta Tirk reviyan û wek penaber hatin Elmanya.

Ne tenê kurdên Bakûr hatin Elmanya. Bi nasîn û vekirina riya penabertiyê kurdên parçeyên din jî hatin Elmanyê. Berê kurdên Surîyê û Libnanê. Paşê ji dawiya salên 1980î ku rejima islami ya İranê li hemberê gelê kurd cihad îlan kir û êrişî gund û bajarên Kurdistana Rojhilat kir, bi dehhezaran kurdên Rojhilat xwe gihandin Elmanyayê. Û piştî şerê birakujîyê di navbera Partî û Yekiti de, ji sala 1994an vir de bi dehhezaran kurdên Başûr berê xwe dan Elmanyayê.

İro kurd li Elmayayê ne tenê karker û penaber in. Her ûsa bi hezeran keç û xortên kurd li Elmanya xwendegeh û zanko xelas kirin û bûn doxtor, ekonomist, muhendis, bi gotinek din niha bi dehhezaran akademikerên kurd li Elmanya dijîn.

Îro dora milyonek kurd bi sê nifş, sê generasyon jiyana xwe li Elmanya berdewam dikin.

Rêxistinbûna kurdan li Elmanya

Dema kurd hatin Elmanya ne tenê bê zar û ziman bûn, her ûsa bê xwedî jî bûn. Ne rêxistinek wan hebû, ne jî cihêk ku biçin, hevûdu bibînin û hesreta dilê xwe vemirînin hebûn. Paşê di salên 1970î de dest bi karên rêxistinî kirin. Komel vekirin û çalakiyên çandî û siyasî meşandin. Newroz û şev amadekirin. Lê tirs û xofê ku rejima kolonyalist a tirk belavkiribû pêsira wan li vir jî berneda. Di şev û Newrozan de hejmara beşdaran nedigîhişt sedî. Lê di salên 1980î de rêxistinbûyina kurdan gîhişt astek bilind. Hemû hêzên siyasî hewl dan ku li Elmanya û Ewropayê komel vekin. Û vekirin jî. Êdi hêjmara kurdên ku di nav xebata Kurdistanî de, di Newroz, şev an jî meşan de cih digirtin, gîhişt dehhezaran.

Dema kurd hatin Elmanya kes kurd nasnedikirin. Lê bi kar û xebata komelên kurdan ji aliyê têgîhiştina raya giştî li Elmanya jî karek hêja destpêkir. Kurd li alikî de karên rêxistinî di nav kurdan de ajotin, ji aliyê din jî bala raya giştî li ser siyasetên rejimên koledar kişandin. Gowar û bûlten bi zimanê Elmanî derxistin. Pêwendiyek xûrt bi partî, sendika û rêxistinên civakî girêdan. Êdî di salên 1980ê heya dawiya 1990î dem dema kurdan bû. Her partiyek Elman, çi sosyaldemokrat, kesk an jî xiristiyandemokrat bin, grubek, komek parlamentêr yên dostên kurdan binavkirin. Dem hat bi bîryarên parlamento rejîmên Tirkiyê, Iraq û Îranê riswa û şermazer kirin. Dem hat firotina çekan bo Tirkiyê hat sar kirin. Dem hat şûndevegerina penabêrên, ku statûya wan wek penaber nehatibûn qebûlkirin, şûnde xistin. Û dem hat delegasyon û heyet şandin Kurdistanê.

Rêxistinên tirk, balyozxane û konsolosxaneyên tirk nikarîbûn beşdarî civînên eşkere bibin. Ber ku sempetiya Elmanan bo kurdan gelek bi hêz bû. Tirk diçûn ku li vê derê Elmanan wan rexne dikirin.

Lê ev periyodê misbet jî gelek neajot. Dewleta Tirk di nîveka, orta 1990î de siyasetek din meşand. Bi destê balyoza xwe Onur Öymen hemû cûre komel û rêxistinên tirk anîn serhev. Dewleta Tirk bo şidandina lobiyek tirk gelek hewl da, îmkan û pereyên dewletê seferber kir û dawiyê de jî serket. Tirkên çep û rast, oldar û nijadperest di bin siwanê tirkbûnê de komî serhev bûn.

Ser de jî kurd otobanên Elmanya işgal kirin û êrişî polêsên Elman kirin. Li ser vê bûyerê jî qedexeya PKK di sala 1993an hat îlankirin. Piştî sê salan, di sala 1996an de serokê PKK Abdullah Öcalan bi destê şandayê hukumeta Elmanya, Parlamenter Heinrich Lummer, bi fermî ji Elmanya lêborîn xwest. Lê êdî gelek dereng bû. Sempatiya ku bo kurdan hebû êdî pûç bû.

Lobiyek xurt û dezgehên nûjen û Kurdistanî hewce ne

Rewşa Kurdên Elmanya niha ne gelek baş e. Kurd hên bi rengên pasaportên xwe wek tirk, faris an jî ereb tên hesibandin û ne wek grubek koçber a resen tên naskirin. Sedemên vê gelek in. Lê ya herî giring ev e ku Elmanya bo berjewendiyên aborî û siyasî “hassasiyetên“ Tirkiyê berbiçav digre û xwe ji kurdan dûr digre.

Îro jî kurd ji aliyê rêxistinbûna di nav koçberên kurd de xurt in. Li gor raporên istixbarata Elmanya 11500 kadroyên aktif û 50000 aligirên rêxistinên kurdên ku nêzikî PKK ne kar û xebata xwe dajon. Lê kurd li aliyê pêwendiyên bi hêzên siyasî û rexistinên civakî de sist in. Xebatên têgihiştina raya giştî kêm in.

Pêwiste kurd li ser van herdu xalan hûr û kûr bifikirin. Kurd pêwiste rêxistinên xwe jî bo hewcedariyên demê bigûhurînin. Duh tenê kurdên Bakûr li Elmanya hebûn. Lê îro ne ûsa ye. Îro ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji Qafkasyayê û ji dewletên Sovyeta berê dora milyonek kurd li Elmanya dijîn. Pêwiste rêxistin û komelên me jî li gora demê xwe nû bikin, komeleyên nûjen û Kurdistanî li ser hîmên welatparêziyê damezrinîn.

Rexistinên yuwnanî, ermenî û cûhî, komelên îspanî û îtalî li Elmanya ne cûrbercûr in, yek tenê ye. Di nav komeleyên wan de ji her rengê siyasî de însan cih digrin. Hinek ji wan sosyaldemokrat in, hinek oldar û hinek jî an komunist an jî xiristiyandemokrat in. Lê bo berjewandiya endam û gelên xwe di bin sîwanêkê de tên ba hev û bi hevra têdikoşin.

Dema kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê li ser bingeha niştimanperweriyê de bigîhijin ser hev, di komel û rêxistinên me de bi her zaravayê kurdî, çi kurmancî, dimilkî û soranî, bê axaftin û kal û pîr, jin û mêr, ciwan û zarok cihê xwe di nav komelên me de bibînin û lobîyek xûrt bo kurd û Kurdistanê bê damezrandin, kurd wê serkevin û hîmek xûrt bo nifşên nû bihêlin. Vê demê her kes û her hêzek elman wê kurdan jî berbiçav bigire û di her gavekê ku bavêjin hesaba lobiya kurdan jî bikin.

Dema 40 an jî 50 sal berê kurd nû dihatin Elmanya digotin “em çend sal dimînin û şûnda vedigerin welatê xwe“. Lê ûsa nebû. Dema diya min çil sal berê hat Elmanya digot di nav çend salan de “ezê bizivirim“. Neziviriya. Em, zarokên wê jî hatin Elmanya. Em jî man û niha ez bi xwe xwedî zarok im. Bawer nakim ku Rênas an jî Zana wegerin Kurdistanê.

Ev ne hevceye jî. Kurd li Elmanya û Ewropayê wê her hebin. 500 sal jî derbaz bin kurd li Elmanya bi nav, çand û kultûra xwe her bijîn. Bona vê jî pêwîste em kurdên Elmanyayê dûr û dirêj bifikirin û gora we jî haziriya xwe bikin.

[email protected]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.