[b][i][color=#990000]Ji Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê[/color][/i][/b]
[b][size=x-large]Roja danasîna pirtûkan[/size][/b]
[img]http://img162.imageshack.us/img162/7285/yekitiyaniviskaran1dc2.jpg[/img]
Di dawiya hefyeta derbasbûyî de dildarên edebiyata kurdî li Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê civiyan. Li wir dildarên edebiyatê, şirovekêr, rexnegir û nivîskar li ser sê pirtûkan, “Dîroka Rûreş“a Bûbê eser, “Gotinên Gunehkar“a Hesenê Metê û “Du Dilop“a Enwer Karahan kur bûn.
Çalakî weke civînek li ser pirtûkan hatibû hizirkirin. Lê firehbûn, wext û dîtinên dewlemend ew kir roja danasîna pirtûkan. Çalakî ji aliyê Serokê Yekîtiya Nivîskaran Silêman Demir ve hate îdarekirin. Nivîskar Sidiq Bozarslan jî rê dida dîtinên beşdaran.
Nivîskaran qala dijwariyên dema afirandinê û nêzîkbûna xwendevanan li berhemên xwe kirin. Beşdarên civînê jî pirsên balkêş kirin û bersivên xwe yekser girtin.
Şanoya Bûbe Eser piştî lêkolîna 11 mehan li Herêma Kurdistanê, li ser qirkirina Enfalê derket holê. Lîstika şanoyî bi dîmenên dramatîk têra xwe bandorê li mirovî dike. Dema wî bi xwe jî qala şewata dayikên kurdan li herêma Barzanê dikir, diçû dema lêkolînê û kesera xwe dihanî zimên...
Silêman Demir, li ser pirtûka Hesenê Metê kur bû. Qala çîroka wê bi firehî kir. Paşê pirs ji Hesenê Metê hatin kirin. Diyar bû ku Nivîskar Metê bêhtir li ser pirsgirêkan dinîvisî. Biçûkirina kes û baweriyan çi caran ji xwe re bingeh negirtibû.
Paşê, nivîskar Hesenê Metê bi analîzek fireh, novelên Karahan nirxand. Analîza Metê tevayê niqaşan xiste bin bandora xwe.
Enwer Karahan bi hostebûnek mezin, bi zimanekî xweş beşek ji pirtûka xwe xwend. Xwendina wî û hostebûna karanîna tona dengê xwe, zimanê kurdî bi mirovî şêrîntir dikir. Her wisa wî şensek da beşdaran ku, dewlemdî û teybetmendiya stîla wî nas bikin.
Xwendin û danasîna pirtûkan 6-7 saetan domiya. Beşdarên civînê wextek hêja û bi sud buhirandin. Yekîtiya nivîskaran bi vê xebatê, piştî demek dirêj, bi beşdarbûna gelek kes, hiziran û medya kurdî serkevtinek baş bi dest xist.
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]