Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 13 November 2008

[b]Roj baş[/b] ..

[center][img]http://img145.imageshack.us/img145/651/ozgur12re8.jpg[/img][/center]

Lehengiya ciwanê Kurd Özgur di Medîa Swêdî de. Özgur berendamê xelata herî mezin ya Civilkurage hate nîşandan. Di rojnemeyên rojane de cihek fireh danê de, di tv ya swêdî de axifî. Fermo nuçeya balkêş...

Bi silavên ji dil

[b]Zarathustra News[/b]
Stockholm

TV: Han fick stopp pÃ¥ vÃ¥ldtäktsmannen Özgür Acat räddade en kvinna frÃ¥n att bli vÃ¥ldtagen Nu är han nominerad till Expressens och "Efterlysts" civilkuragepris. Hiphopartisten om sitt ingripande: "Jag var rädd" I kväll tas fallet upp i "Efterlyst" i TV3 20.00

Lehengiya Ciwanê Kurd di Medîa Swêdê de:
Özgur dikare xelata herî mezin bigire

Ciwanê Kurd Özgur Acat irz û namûsa qîzek swêdî parast, qîzê ji destê mirovekî xirab rizgar kir.

Stiranbêjê hîphopî Özgur (20), berî bi demekê li taxa Skarholma Stokholmê berê sibehê dihate malê. Di kolanekê de dengê qîzek xort bihîst. Wî berê xwe da wir. Dît ku qîzek ciwan dike hawar. Mêrik dixwest, eşkere û bi tehdîta kêrê, derbasî irzê qîzikê bibe. Özgur kûştina xwe da ber çavan û qîzê ji destê wî rizgar kir.

Mezintirîn rojnameyek ji ya Swêdê, Expressen her sal xelatekê bi navê “Civilkuraje“ belav dike. Xelatê didin lehengê herî bi helwest û fedekar. Rojnemaya Expressen di hejmara îro de cihek mezin da buyerê û bi Özgur re hevpeyvînek pêk anî. Expressen diyar kir ku, wan Özgur weke berendam nîşan daye. Bi ihtimalek mezin ew ê vê xelatê bigire.

Kanalên tv yên Swêdê li ser pirsê hejmarek hevpeyvîn bi Özgur re pêk anîn. Kanala 3 an nêzî 20 deqeyan cî da pirsê û wesifê ciwanê Kurd da.

Stranbêjê hîphopî Özgur Acat, lawê Rojnamevanê Kurd Gabar Çiyan e. Çiyan di beyana xwe diyar kir ku, Özgur di dadgehê de li dijî wî kesê xirab bû şahid. Kesê xirab bi 6 sal hepis hat cezekirin. Ev yek cihê serbilindiyê ye.

Fermo li nuçeya Özgur Acat temaşe bikin: http://www.expressen.tv/nyheter/Inrikes/1.1366600/han-stoppade-valdtakts...

[b]Zarathustra News [/b]– [email protected]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.