Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 18 August 2008

[b]Şoreş û Serxwebûn di hozanên Cegerxwîn de[/b]

[img]http://tirej.name/cegerxwin/ceger.jpg[/img]
[i]Cegerxwîn[/i]

Cegerxwîn Bi xwe feqîr bû, ji bo ku zikê xwe û yê dê û bavê xwe têr nan bike, ji zarotiyê de dest bi kar kiriye, belengaziya wî di nivîsînên wî de perdeyek ji tariyê û sohtine bi xwe re berdaye û ew di hozanên xwe de gelek caran li ser belengaziya xwe peyiviye, wek:
" Xanîkî min heye pir kûr e wekî çala bê jen
Dirêjî û panî çar gaz heye bi gazê necar
Li alîkî kûz û mirîşk û nivîn û firaxin
Li aliyê dinê agir û seroşk û zarok û çend dar..."
-Dîwana yekem, Rûpel 36 –
Lê çavêd wî belengaziya gelê kurd jî didîtin û li her kenarên wî birçî û rêncber bûn, bi wî re kar dikirin û mîna wî bo welatê xwe Kurdistan dixebitîn. Li ser rewşa gelê xwe yê birçî, tazî û perîşan jî gelek gotiye, wek:
" Xanîkî kûr, teng, li dor çar dîwar
Li ser wî pûş û li bin best û dar
Sifirne û shirik bi kunc û eywan
Bi kulek û refik, hem bi nêrdewan
Her çar dîwarên wî ji ax û av
Mal û sermiyan zar û zêç di nav.... "
-Dîwana yekem, rûpel 58 –
Ji bil belengazî, zêwirî, birçîbûn û rêncberiyê, hinde hikariyên din jî li Cegerxwîn û li hozanvaniya wî hebûn, berî her tiştekî xweşbûna Kurdistanê, çiya, deşt, zinar, av, dar, mirov û heyînên vê welatî gelek hikariyên xwe li Cegerxwîn kirin, ew bûbû dilovanê welatê xwe, û em dikarin bêjin, ku hozana wî (Welatê min) ew gihandiye bilindtirîn çîna hozaniyê, destpêka wê ev e:
" Welatê min ! tuyî bûka cîhanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şîrîn û rind û pir ciwanî.... "
-Sewra azadî, Rûpel 42-
...û di her hozaneka wî de evîniya wî ji welatê wî re diyar dike, û pir caran wê dike dilbera xwe.
Kurdistan li ba wî kiçek ciwan û rinde, dezgirtiya xortane û li hêviya mêrane, ewên ku amadene di ber wê de xwînê li şûna qelen bidin:
"Xemlandîme seranser, dezgirtiya xorta me
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me
Qelen xwîn e ne cewher, Kurdistana kurda me
Bê tang û top û leşker, îro we ez berda me
Kurdistana delal im, herkes tê min dixwazî
Ez pir şox û şepal im, min deng daye bi nazî
Ev bûn bîst û du sal im, li ser min cengebazî
Kurdo ! wer min bixwaze, belê bi serfirazî "
- Dîwana yekem, rûpel 4-
Ji aliyê hozanî ve, Cegerxwîn weke wî bi xwe bo min, sala 1974ê li bajarê Şamê gotiye, dema min jê pirs kir:
- Seyda, ciyê we di dîroka hozanvaniya kurdan de li kî derê ye ?
Gote min:"Ez di zincîra hozanvanan de qulpê paşiyê me, ji hozanvanên kevnare (klasîkî), min wilo bidin nîşandan.“
Ew bi seydayên kevnare, di jîna xwe ya hozanî de gelek mijûl bû û xwîna wana hozanvanî tev xwîna wî bûye, nema ew ji wan cuda dibe û nema ewan ji wî cuda dibin. Lew re em germiya dilê wî di herdu dîwanên pêşîn de bi şêweyekî xort dibînin. Ehmedê Xanî, Mela yê Cizîrî, Feqê Teyran, Perto yê Hikarî û heyanî Mela Ebdilselam (Nacî) Cizîrî pêşkesên wî ne û ji wan fêrbûye hozanvaniyê. Wî jî weke wan Hozanên çîrokî gotine û li pey rêç û şopa wan boriye. Ji hozanên wî yên çîrokî: Fala qereçiyê, Serxwebûna mirîşkan, Xurtiya yekîtiyê û h.d.
Di hinde hozanên Cegerxwîn de, mîna (Şox û şengê - D1,r.130), (Gazin ji kê ? D1, r. 142) û (Sur şirînê D1, r. 157) mirov şaş dimîne û dibêje, evan ji Melayê Cizîrî hatine, ne ji Cegerxwîn, ji ber ku ziman, avakirina hozanê û heyîna wê, ji ên Mela yê Cizîrî , bi carekê, nedûrin û di gelek rewşdan û di diyarkirina dêmenan de herdu hozan nola hevin. Lew re em dikarin bêjin, dîwarê ku Cegerxwîn milê xwe dayîyê dîwarê çanda kurdî ye, ne dîwarekî biyaniye.
Welat li ba Cegerxwîn bûye zîndan û tarî, ew nema rûdine û jêre xebatê nîşan dide:

" Ew welatê wek bihuşt bû, bûye zîndan, kûr û teng
Dîl û gerdenxarî tê de, bê şibak û pencere "
-Dîwan a yekem, rûpel 21-
Cegerxwîn bona welatê xwe serxwebûnê dixwaze û çi caran bo Autonomiyê dilşad nebûye, û di gelek ristên wî de daxwaza serxwebûnê tê ber çavan, wek:
" Iro roja xebatê, Serxwebûn e doza we
Dema jîn û felatê, li ku maye soza we ?
Hûn tev şêrên di latê, rovî kete koza we
Şikestîne di matê, dijmin biriye boza we "
- Dîwana yekem, rûpel 4 -
Cegerxwîn deng li derwêşan dike, ku cilkên xwe bavêjin û dakevin qada xebatê, bo serxwebûna gelê xwe, ew dibêje:
" Dema xişta çûye, dema tang û top e
Îrbanê bavêje, dijmin qope-qop e
Ev rêça hûn tê de, rêçek xwar û kêm e
Rêça serxwebûnê çi xweş rêç û şop e !"
-Dîwana yekem, rûpel 43-
Ew ji kiç û jinên kurdan re jî diyar dike, ku daxwaz serxwebûn e, û divê ewan nola wî bêjin:
" Ez keça kurd, nû gihame, tim dixwazim pêşveçûn
Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn "
- Dîwan a yekem, rûpel 79 -
Dema Cegerxwîn têgihêşt, ku daxwaza gelê kurd serxwebûn e, êdî rabû deng li gelê xwe kir, ku ji zarowên xwe bo xwendin û zanînê bişînin, wan hişyar bikin, ji ber ku nezanîn dijminê mirov û pêşketinê ye:
" Şev û rojan bixwînin, bibin serbest û zana
Tovê jînê biçînin, ji bo dîl û nezana
Carek hûn dê bibînin van bexçe û rezana
Kurdistanê derênin, ji destê van dizana "
-Dîwan a yekem, rûpel 4/5-
Lê bi zanînê tenê mirov nikare welatê xwe bistîne, lew re Cegerxwîn dibêje:
" Xorto ! eger tu rabî, wek başokê herî çûk
Ne xurt û şehreza bî, tu nastênî ji min mûk
Ne wek şêr û guran bî, bûkê didî bi tûtûk
Ku bê tac û sera bî, tê çawan min bikî bûk ? "
- Dîwan a yekem, rûpel 5 -
Bang li sergeranên kurd dike, ku malê xwe bo rizgariya gelê xwe bidin:
" Malê xwe tev bela kin, ji bo serbestiya kurd
Xwîna xwe tev birêje, ji bin destan tu derkev "
Zanîn û mal û hezkirina welêt jî nebese, divê yekîtî hebe, û bo yekîtiyê Cegerxwîn gelek gotiye, em gazina wî di pir deran de dibînin, û di (Serxwebûna mirîşkan) de pir xweşik hatiye ser wê pirsê. Li ciyekî din dibêje:
" Em destê xwe bidin hev, li ber dijmin bibin yek
Qet zora me nabin, ev dijmin û ev seg "
- Dîwan a yekem, rûpel 37 -
Bo yekîtiyê dîsa dibêje:
" Gelî kurdan, ji xew rabin, werin carek temaşa kin !
Yekîtî qence, pir başe, di Kurdistanê peyda kin "
.. û ji wê pê ve jî Cegerxwîn bo serxwebûnê û azadiyê tenê yekîtiyê xweştirîn vêt û daxwaz dibîne:

" Bes yekîtî xweş divêtin, da ku têk serbest bibin
Min be qurbanê sera û ale rengînê te me "
-Dîwan a yekem, rûpel 68-
Cegerxwîn dibîne, ku axa û beg tiştekê baş bo gelê xwe nakin û ji wan hene her hevalên dijminin, lew re dibêje:
Pîra Torê
« Hilkişîme çûme jorê, herdu rex min bend û rez
Min dî pîrek tê ji torê, ker di bin de tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem
Pîrebî bû, por sipî bû, taqî reş bû, rû gewez
Min ji pîrê xweş dipirsî: ey metê tu ji ku ve tê ?
Go ji Sîrtê diçme Bêrtê, Xûniya Romê me ez
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin
Min go: Pîrê ! qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
-Belkî benda rez bi guh bit, dengê xwe pir hilmeke
Pir ditirsim ez ji derbê singuyê Roma teres
- Min digot: axa û beg, wê go: kurê min guh medê !
Ew şivanin, sermiyanin, dane gur wan col û pez ....."
-Dîwan ayekem, rûpel 45 -
Bo serxwebûna welatê me, li ba Cegerxwîn tiving ciyekî giring distîne:
" Werin dîsa ji xew zû hûn şiyar bin
Digel rext û tifingên xwe li kar bin
Bikin cengê digel dijmin hero zû
Heta ku em bibênin ew vera bû...."
-Dîwan ayekem, rûpel 22-
Ew gazî li hemî kesên welatî û xwedî namûs dike, ku rêzên xwe bikin yek û bo gelê xwe dakevin qada xebat û şorişa netewî:
" Te divê ku ew bibin mêr
Xwedan text û tac û zêr
Bi yek can û dil û deng
Digel dijmin bikin ceng
Tevde bidin soza xwe
Zû bixwazin doza xwe
Weke mêra bibin yek
Bi dest bigrin gurz û çek
Li ser çiyan bibazin
Doza xwe tim bixwazin
Ji Kermanê ta Ferat
Mûsil bigrin ta Xelat...."
-Dîwana yekem, rûpel 42-
Em dibînin, ku wî her çar parçeyên Kurdistanê di vir de bi nav kirine, bi lêvkirina çar navan: Kerman, Ferat, Mûsil û Xelat.
Ew di dû re dibîne, ku ji wa hêza yekîtiyê re serokatiyek, deselatiyek pêwîst e, ew dibêje:
" Yek serdarê xurt û jîr
Li cem rûnin çend wezîr
Ji bo kurd û Kurdistan
Ava bikin dibistan
Da bixwênin keç û kur
Çêkin top û balafir
Xwendewarên qenc û baş
Li pêş leşker bikin marş...."
-Dîwana yekem, rûpel 42 -
Wilo ew rêya rast dibîne, rêya ku tê de serokatiyeka xurt û jîr hebe, ji gelê xwe re dibistana şorişê veke, xort û keçan têde fêr bike xebat û têkoşînê.. û bi wê serokatiyê re xwendevan, rowşenbîr û zanayên baş û qenc hebin, di pêşiya leşkerê serxwebûnê de herin, ne li pey tevgerê an jî li dij wê.

[b]Cankurd[/b]

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.