FLASH – Zelamên Felekedîn Kakeyî ji bo lêdana Azad Ergoşî hatin binçav kirin
» Halê wezareta Felekedîn Kakeyî ne ti hal e
HEWLÊR, 16/7 2008 — Hinek zelamên herî nêzîkî wezîrê kulturê Felekedîn Kakeyî bi tuhmeta ko li Azad Ergoşiyê midûrê îdarî yê Newroz TV dane hatin binçav kirin. Serkaniyeka agahdar ji Nefelê re got serokê ofîsa şexsî ya Felekedîn Kakeyî, midûrê hesaban yê wezareta kulturê û du kesên dî hatine binçav kirin û herçar niho di girtîgeha Hewlêrê de ne.
Heman serkaniyê ji Nefelê re got midûrê hesaban yê wezareta kulturê dema ko dixwest bi rêya balafirxaneya Hewlêrê ji Kurdistanê derkeve ji aliyê polîsê balafirxaneyê ve hat girtin û nekarî derkeve. Azad Ergoşî bi xwe navê van çar kesên binçavkirî daye polîsê ko tehqîqatê dike.
Wezîrê kulturê Felekedîn Kakeyî niho ne li Kurdistanê ye û li Awisturyayê tedawî dibe. Serkaniyeka nêzîkî wezareta kulturê ji Nefelê re got wezareta kulturê di pratîkê de felc bûye ji ber midûrê ofîsa Felekedîn Kakeyî û midûrê beşa hesaban ya wezaretê hatine girtin û di wezaretê de got-got û keşmekeşiyeka mezin heye.
Ev bûyer aşkera dike ko kontrola wezîrê kulturê Felekedîn Kakeyî li ser hevkarên wî yên herî nêzîk jî nîne û lewra karmendên wezaretê û karmendên Newroz TV planan li hev dikin û heta destê xwe dirêjî bikaranîna şidetê û revandinê jî dikin.
Berpirsê Nefelê Arif Zerevan ji bo çi Dûjmintîya birêz Felakedi