Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 16 July 2008

FLASH – Zelamên Felekedîn Kakeyî ji bo lêdana Azad Ergoşî hatin binçav kirin

» Halê wezareta Felekedîn Kakeyî ne ti hal e
HEWLÊR, 16/7 2008 — Hinek zelamên herî nêzîkî wezîrê kulturê Felekedîn Kakeyî bi tuhmeta ko li Azad Ergoşiyê midûrê îdarî yê Newroz TV dane hatin binçav kirin. Serkaniyeka agahdar ji Nefelê re got serokê ofîsa şexsî ya Felekedîn Kakeyî, midûrê hesaban yê wezareta kulturê û du kesên dî hatine binçav kirin û herçar niho di girtîgeha Hewlêrê de ne.

Heman serkaniyê ji Nefelê re got midûrê hesaban yê wezareta kulturê dema ko dixwest bi rêya balafirxaneya Hewlêrê ji Kurdistanê derkeve ji aliyê polîsê balafirxaneyê ve hat girtin û nekarî derkeve. Azad Ergoşî bi xwe navê van çar kesên binçavkirî daye polîsê ko tehqîqatê dike.

Wezîrê kulturê Felekedîn Kakeyî niho ne li Kurdistanê ye û li Awisturyayê tedawî dibe. Serkaniyeka nêzîkî wezareta kulturê ji Nefelê re got wezareta kulturê di pratîkê de felc bûye ji ber midûrê ofîsa Felekedîn Kakeyî û midûrê beşa hesaban ya wezaretê hatine girtin û di wezaretê de got-got û keşmekeşiyeka mezin heye.

Ev bûyer aşkera dike ko kontrola wezîrê kulturê Felekedîn Kakeyî li ser hevkarên wî yên herî nêzîk jî nîne û lewra karmendên wezaretê û karmendên Newroz TV planan li hev dikin û heta destê xwe dirêjî bikaranîna şidetê û revandinê jî dikin.

Anonymous (not verified)

Wed, 07/16/2008 - 21:08

Îro min nûçeyek li bin navnîşan "FLASH – Zelamên Felekedîn Kakeyî ji bo lêdana Azad Ergoşî hatin binçav kirin" di Nefelê de xwand.. Wê dema mirov vê nûçeyê dixwine, wisa bawer dike ku ew kesên Azad Ergoşî birîndar kiribûn tawanbar nînin, Wezîrê Rewşenbîrî, birêz Felakedin Kakayî tawanbar e.. Arif Zerevan wisa nîşandide ku, zalbûna Felakedin li ser wezereta wî nîne, "nexweşe" an jî "felç" bûye. Ev tiştên wisa di berjewendîya Kurd nîne... Felakedin Kurdekî, Kakayîyê, welatparez e, mirovdost û hemû jiyana xwe ji bo Kurd û Kurdistanê buhirîye.. Şerme mirovekî wekî Felakedin wisa nîşan bidin.. Eger çavkanîyek we heye navê wî bidin.. Bila wekî meran an jinan derkeve pêş raya giştî a Kurdistan van tiştan bibêje.. Demekî berî niha jî Arif Zerevan li ser Felakedin hinek tiştên ne lirê nivîsîbû.. Ev nûçe bi kurt û kurmancî boxtan e.. Gelo, Arif Zerevan ji Felakedin tiştek xwast û Felakedin daxwaza wî cihbicih nekir, ji bo wê êrîşa dibe li ser wî? Gelo Felakedin di NetKurdÊ de gotaran dinivîse ji bo wê? Em dizanin wî Weblinka Netkurdê ji malpera xwe derxist.. heke di destê Arif Zervan de belge hene bila biweşîne.. Heke belge tunebe, bila ji bo vê FLASHa xwe a nerast ji Felakedin lêbordinê bixwaze.. Silav MX

Arif Zêrevan bi "nûçegeraniya xwe ya provokatîf' tê naskirin. Arif Zêrevan bi taybetî li ser pirsgirêkên doz û têkoşîna kurdan PIR BI HÊSANÎ Û BÊ FIKIRKIRINEK tiştên provokatîf dinivisîne. Ta nuha kesî li ser wî rexne nekiriye û ew jî bi xwe fêr nebûye ku dev ji vî exlaqê xwe yê xirab berde. Hêvîdarim ku Arif ji vê exlaqê xwe vegere û derpiya ji xwe kirî, dîsan li xweke!

Bi rasti ez ligel helwestê we ê niştimanperwer û Kurdperwer gellek dilşadbûm. We hemûyan bi yekdengî, ew nûça Nefelê û helwestê xwedanê wê şermezar kir... Giringî li wêda ye we hemûyan helwestê bir zimanê şêrînî Kurdî derbirî... Ha Kurmancî be, ha Soranî an Dimilkî.. Felakedin ew kurdên gellek degmen e ku, hem wekî sîyasetmedar û hem jî wekî rewşenbîr dewrek gellek mezin di tevgera azadîxwaza Kurdî lîstîye û hêj jî dilîzî.. Felakedîn, wekî Kurdekî li ser ola Ehlî Heq hertim hewl da aşitîyê di nav ref û rêzên ol û olzayên Kurdistanê de cihbicihbike.. WÊ dema Felakedin li ser mijarekê binivîse, ez bi xwe bi dil û can gotara wî dixwenim. Zimanê wî gellek xweş e.. Hesta wî gellek kûr e.. Ez bawerdikim nehezên Felakedin ji bo vê yekê wî heznakin û boxtana lê dikin.. Bimînin di xêr û xweşîyê de Sipas

Berwarto (not verified)

Wed, 07/16/2008 - 23:16

Demek berê, ez ku xelet nebim Arif ji Serok Mesud Barzani re; ' muxtarê taxa jêrin' goti bu. Ewqas bê rêzî, ewqas bê eslî ketibu para Arif. Yasar Kaya ji herweha di axftinek xwe de, ji bo Mesud Barzani; ' ew jî kurê ke ye..' Dîsa serokê wp Sirac jî tishtên ku nayê zimen ji bo Mesud Barzanî anî bu zimen. Belê navê vana jî rewshenbîrên bê derpe. Ne heya dizanin nejî mêrxasî. Meselok dirîje. Nuha dev dirêjîya Arif ji bo Kakayî ye. Xwedê rast bine...°

Meriv kerê xwejî nikare teslîmê vana bike! Bi her hawayî bêkêr. Kesê ku ji xwe re nebe, ji welatê xwe ra jî nabe!!!!!! Kesê xwe ji welatê xwera nebû, ji însaniyêtê ra jî nabe! Paşê eger dizanin di rêde herin wê gavê ji wan re bibêjin rewşenbîr. Te fam kir gelo?

Lo Adnan min fahm kerdo. Mo vate rewshenbirên bê derpe heyra. Ma to fahmkerd gelo. Ma mirov ji rewshenbîranre dibeje bê derpe. Rewshenbir pranî bi derpenin ku heya xwe li chipen xwe nexinin li kolana tahzi shilt negerin. Chima ku li ba rewshenbîran eyb û sherm peyvek nazike li ba gelê xwe.

HEQ RAZIVO BRA ADNAN, MO XWORÊ HENEKê KERD. BRA EZ ZAAF NISHKINÊ ZAZAKÎYE BINIMÎSONÎ. Xetayê mo afu bikerd. Silav esto.

Heger ti êşken tay zî zazakî binûs, binûs. Ez zaf hes ken zazaki biwên û binûs... Homa to ra razî bo! Bimon miyon weshî di biray Berwarto!

Destxweş, hemû heval bi Kurdî dinivîsin û bîrûraya xwe bir Kurdî tînin zimên. Ev yeka hanê gellek giring e. Eger em wisa berdewam bikin em dikarin vê Forumê bikin bi foruma Kurdî.. Ziman gellek girin e.. Ez naxwazim li ser vê mijarê gellek biaxivim.. Lê rêya me baş e.. Pêwîste em hûr û kûr û dûr biçin.. Rojek te hemû heval dikarin li ser hemû babetan bi Kurdî binivîsin.. Silav

Anonymous (not verified)

Thu, 07/17/2008 - 00:23

Em kabray be naw Arif Zerewan zor hereshe kirduwe ser hikûmeti Kurdistan balam sebeb her çi be ê me nerazîbûni xwo diyar dekin û her wesanîsh em helwêste kirête şermezar dekeyn.. Hereshe be ser hikûmetî herêmî Kurdistan bes emro fashîstekani turk dekin. Bo kurd hereshe be ser hikûmetî xwoy yekemî serdemî niwê bikat? Zor seyre, zor sherme ême betundî shermezar dekin............!!!!! Rebwar Ehmed Rewanduzi

Rewsta hemî kesanên qels û sivikan diperînin bem vî shêwey tevaya jîyan birîtîne li nahezî qîn û cinêfan kurdperest rêchav naket lem core kabran da rêz bigirin bo nirxên pakî kurdan siaw û rêz bo birakem kak Rêbwar digel ew helwest û nivîsar

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.