Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 24 May 2008

[size=x-large][b]MÎRNAME[/b][/size]
[i]-Romanek ku mijara wê Ehmedê Xanî ye[/i]

[img]http://www.saradistribution.com/foto2/mirname.jpg[/img]

Romana nû ya Jan Dost 'Mîrname' di nav weşanên Avesta de derket. Mijara romanê Ehmedê Xanî û dema wî ye. Lê ev roman ne biyografiya Xanî ye bi qasî ku ew biyografiya her rewşenbîrekî ye ku li hember desthilatdariya hundir û derve xebatê dike. Tevna wê bi tayên fantazya û tarîxê hatiye ristin. Romaneke balê dikişîne ser nakokiyên siyasetmedar û rewşenbîran. Şêweyên têkiliya di navbera wan de û berî her tiştî dixwaze ferqa wêjeyê bîne ziman, cihê nivîskarekî di civakeke mîna civaka kurdî de bide xuyakirin.

[b]JAN DOST[/b]

Li Kobanê, Kurdistana Sûriyê sala 1965an çêbûye. Xwendina xwe her li bajarê xwe heta lîseyê qedandiye. Li zanîngeha Helebê beşê biyolojiyê bêyî ku temam bike xwendiye. Ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî. Bi navê Mijabad û 3 gav û 3darek du romanê wî çap bûne. Demek dirêj e li ser Ehmedê Xanî û bi taybetî Mem û Zînê kar dike, heta niha çend çapên cihê amade kirine.

[b]Mîrname[/b]
Jan Dost
Roman
ISBN: 9789944382472
19.5x13, 232 rûpel

http://www.kurdishbookbank.org/janDost_synopsis.htm

http://www.kurdishbookbank.org/book_bok_kitap.htm

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.