Serok Mesûd Barzanî Seredana Dîrokî Bo Kerkûk pêkanî
8.8 .2008 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro seredana dîrokî bo bajarê kurdistan Kerkûkê kir. Rêber û serokê mezin yê têkoşîna azadiya Kurdistan nemir Mistefa Barzanî jiber Kurdîstanîbuna Kerkûkê berdewamiya şoreşa Ilonê, 26 Gulana rizagrîxwaz da despêkirin dijê zordariya rejîma Basiyan. Îrojî ew raman, bawerî û hestê dîrokî dinava cerg û dilên serok Mesûd Barzanîde geş û xorttirin. Jiber hindêye mafê her Kurdekêye bêjin belê: Kerkûk bajarekê Kurdistanê ye.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel cihgirê xwe Kosret Resûl digel waliyê Kerkûkê û heyetên ji aliyên cida yên Kerkûkê civiya û paşê jî bo wan kombunek pêkanî û têde got:
*Me mesaja aştî û birayetiyê ji xelkê Kurdistanê jiwere aniye. Em hatin da ji bo xwepêşandana ku li dijî madeya 24ê ya qanûna hilbijartinên wîlayetan çêbû spasiya xelkê Kerkûkê bikin. Û herweha sersaxiyê li kesûkarên teqîna li vê xwepêşandanê de bikin. Ez hêvî dikim ko birîndarên vê teqînê zû baş bibin. Serok Barzanî şehîdên wê xwepêşandanê bi wesfekî bilind û bi şerefekî mezin da ragihandin û got, ewan şerefekî mezin ji xwere standine.
Mesûd Barzanî behsa kurdistanîbûna Kerkûkê jî kir û got:
Baweriya me bi demokrasiyê heye û Kurdistan herêma me hemûyane. Dema ku em israr dikin ku Kerkûk bajarekê kurdistanî ye, mebesta me ne ew e ku Kerkûk ne bajarekê iraqê ye. Gelik kes û layan dibêjin jiber neftêye Kurd bi îsrar Kerkûkê dixwazin, nexê li Kurdistan zorbeyê cihên din jî petrol heye. Lê Kerkuk Jiberku boyesembol jimere û Bajarkî Kurdistane em vê îsradikin. Şoreşê jiber Kerkûkê dubare destpêkirîbu.
Hinek kes ajewagêriyê ji bo wê yekê dikin ku madeya 140-ê ya destûra Iraqê miriye. Ew ji bo çêkirina dubendiyê vê yekê dibêjin çimkî madeya 140-ê madeyeke zindî ye û nemiriye. Eger madeya 140 mirîbe wîdemî Iraqjî miriye. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got ew dijatiya wan kesan nakin ku di dîtinên xwe de ne digel kurdan in û got:
Baweriya me bi demokrasî, diyalog û biratiyê heye.
Serok Mesûd Barzanî Seredana dîrokî bo Kerkûka Kurdistan cihê serbilindî û serfiraziya gelê Kurd û Kurdistanêye. Bi teybetî xelkê bajarê Kerkûkê. Barzanî bo dewletên cîranî mesajên vekirî diyarkir, bo dîrokê jî, ev mesajên ku dayin jî, dinava çarçûva yasaya bingehîn ya Iraqa Federaldebun. Serok Barzanî mesajên vekirî bo dewletên cîran û cîhanê bi vekirî ragihand ku Kerkûk bajarê Kurdistanêye û bi dehan hezar şehîdan em amadene bikin qorbanê vî Bajarê Kurdistan. Dewletên cîran divê dersê ji dîroka xweya tarî û talankar bistînin. Hebûna Gelê Kurd û dewleta Kurdistanê jî ne minet û xêra tukesêye.Belku mafê gelê Kurd û Kurdistanêye. Kurd û ereb tucaran nabin bira û nebîne birajî. Netinê Ereb , belku Tirk û Faris jî nabin bira bo Kurd û Kurdistanê.
Serok Barzanî piştgiriya xwe bo biryara Encûmena Kerkûkê diyarkir û got ew di çarcûva yasayîde hatiye standi.
Helwesta xelkê Kerkûkê mesajekî vekirî daye dost û dijminan. Bi Malpatên şehîdên 28 ê rejî got:“Şehîdên we, şehîdên me ne. Ew ji bo encameke mezin şehîd bûn û ev yek jî şerefeke mezine ji bo we û wan jî.“Ev şerefa mezin nabit nesîbê herkesekê“.
22.7.2008 li Bexda çi rodan çêbû? Parlamentoya Iraqê bi serokatiya El Mesedanî kombunekê dike. Di evê roniştinêde biryar qanûnekê bi îmza 170 miletwekiliyên Iraqê bi veşartî qebuldikin. Gelo sistiya lîsta hevpeymaniya Kurdistan çibu? Weko hatî ragihandin bi dizîve ev rkombune hatiyekirin û hayê lîsta Kurdistanê jê tunebuye! Ev çihê dilêşêye ku îstîxbareta Kurda çawa pê agahdarnebuye. Pêwşneyar qanûna hilbijartinên wilayetan bo ku bibe yasa hate rêkirin bo konseya Serokkomarê Iraqa Federal. Serokkomar Celal Talabanî û herdo cihgerên wî ev pêşneyar qanûn veto kirin û şûnde vegerand parlamentoya Iraqê.
Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî û rola wiya dîrokî
Serok Barzanî bo vê kiryara reş û tawanbar bilez û bezê xwe gihande Baexda û rêya vê destdirêjiya dijê yasaya Iraqa federal bi cîddî berxweda û dîwarekî asinî liver pêşiya vê pêşneyarqanûna hilbijartinên parêzgehan rawesta. Ev kiryara pîs û neheq ku daxwaza wan layanan hêjî xwînrijandina gelê Kurde, hêjî ji destên wan ve bêtin dê hêjî bi sedhezaran Kurdan tunebikin. Serok Barzanî nêzîkê 10 rojan li Bexda ma û bi hemu layanên siyasî re dukolî runiştin pêkanîn. Herweka ligel balyozên rojavayîre jî danûstandin pêkanîn. Serok Buş bi telefonê bi Serok Barzanîre acxaftinek pêkanîn, liser rûdanên vê dawiyê dilgiraniya xwe diyarkir û hêvî xwest ku hemulayan bigehên encamekî baş bo hilbijartinên encûmenên wilayetan.
Di evîdemîde Xelkê Kerkûka dilê Kurdistan bo nerazîbuna xwe dijê pêsneyar qanûna ku ji parlamentoyê dixwazin derbêxin û piştgiriya serok Barzanî û serokatiya siyasiya Kurdistan 28.7.2008de protestuyekî tenahî bo berderê Encûmena Kerkûk pêkanîn. Di xwepêsandanêde kesekê xwe peqand û bo sebeba 25 şehîdan û150 kesên din
Bo vê piştevaniya helwesta bajarê Kerkûkê, li Hewlêr, Silêmaniyê , Duhokê, Helepçe û Bajarên diyên Kurdistanê bi yekdengî piştevaniya Kerkûkê kirin û redkirina pêsneyar qanûna bi dizî ya hilbijartnên parêzgehan rûreş û riswakirin.
Serokatiya Kurdistanê ev kiryara terorkarî bi tundî rûreşkir
Piştî ko îro cemawerê nîştîman prewer yê Kerkûkê li dijî birêkirina piroje qanûna helbijartina civatên parêzgehan xwepêşandanek saz kir û têde qanûna heye ret kir û daxwaza binecihkirna madeya 140-ê jî hate kirin, terorîstan di nava xwepêşandêran de teqînek encam da û bo sedema şehîd û birîndarbûna hejmareke mezin ya xelkê sivîl , divê derbarê de serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek da û ev kiryara terorîstî bi tundî mehkûm û rûreş kir.
“Hevdem tevî wan hewlên ku li Bexdayê jibo çareser kirina aloziyên piştî bi rêkirina qanûna civatên parêzgehan hatiye dayin , îro roja Dûşemê 28-î temuzê cemawerê bi şeref û nîştîman perwerê Kerkûkê weke helwîstek serdemiyane û jibo diyarkirina nerazîbûna xwe li hember birêkirina gumanjêkirî ya pirojekit qanûna helbijartinên civatên parêzgehan û madeya 24-ê ya nava piroje qanûnê ya taybet bi Kerkûkê , bêtirî 200 hezar kesan hatin ser cade û gurepan û cihên giştî yên bajêr û di xwepêşandaneke aram û aşitîyane de xwest û daxwaziyên xwe danîn berçavan , ko têde binecihkirina madeya 140-ê û ret kirina pirojekit qanûna helbijartina civatên parêzgehan di rêza pêşiyê ya wan daxwaziyande bûn , helwîsta han ya nîştîman perwerî ya Kerkûkê careke din aştîxwaziya gelê Kurdistanê û bingehên bihevrejiyana birayane ya hemûyan tekez dike.
Di demekê ku em vê xwepêşandana bi aşitîyane û aram ya cemawerê Kerkûkê bilind dinrxînîn , sipasiya xwepêşndarên Kerkûkê û tevaya cemawerê Kerkûkê bi hemû pêkhatên wê ve dikîn , lê cihê dilgiraniyê ye li hember helwîstê han yê serdemiyane yê cemawerê Kerkûkê , careke din terrorist û nehezên gelê Kurdistanê berê xwe da terorê û karên terorîstî pêkanîn û teqînek di nava aporaya xwepêşandêran de encamda û tevî teqînê jî gulle berdan ser xwepêşandêran û bo sedema şehîd û birîndarbûna hejmareke mezin ya xelkê sivîl , ev yêk jî belgeyek haşahelnegire ko diyar dike di berê de xwe amadekirine jibo vê tawênê hatiye kirin.
Em kiryara han ya terorîstî riswa û mehkum dîkîn û daxwazê jî ji saziyên peywendîdar yên bajêr dikîn ko vekolîn û lidîvçûnên qanûnî jibo eşkere kirina terrorist û encamderên vê tawana han ya terorîstî û ewên ko terorîstan jî diparêzin , bikin . hemû aliyan jî piştrast dikîn ko kiryarên han ya terorîstî ya îro û tevaya pîlanên dujminan li hember xwestek û daxwazên gelê Kurdistanê de ku di xwepêşandana îro ya Kerkûkê de hatin e tekez kirin , rêgir nabin , belkî rijdbûna gelê Kurdistanê li ser edalet û doza wê û binecih kirina madeya 140-ê nîşan dide. Ji Xwedê yê mezin dixwazîn cihê şehîdan bihuşta fereh be û hêvîya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.“
Serokatiya Kurdistanê
28/7/2008
4.8.2008 Serok Barzanî dema vegera bo Kurdistan ji prêsêre got: „Di nêvbera Hewlêrê û Bexdayê de krîzek heye û li Bexdayê hinek hêzên ku tehemila wan ji kurdan re nîne hene“, û di heqê biryara Parlamentoya Iraqê ya 22-yê tîrmehê(22.7.2008) û qanûna meclisên wîlayetan de jî got: „Ya ku roja 22-yê tîrmehê li Parlamentoya Iraqê qewimî planeka mezin û xeter bû li ser prosesa demokrasiyê û destûrê, nemaze di dereceya yekê de xetereka mezin bû li ser gelê Kurdistanê û wan qezencên ku di destûrê de hene. Ew planeka mezin bû, destên derve jî tê de heye. û biteybetî ew hewla ku 22 Temmuz 2008 li parlamenoya Iraqê dayîn ne cihê qebulkirinêye diyarkir û hîç bi çi şêweyî em qebulnakin“ got.
Pêşneyar qanûn çi dibêhij gelo? Xala 24 çi dibêjit:
*Hilbijartinên ku li Kerkuk bêne encamdan bila 6 heyivan bêne paşvexistin . Di van 6 heyivande desthilatiya Kerkukê 32 Ereb,32 Turkmen 32 Kurd 4 Filan bête pêkhatin. Ev desthilata dinava 6 heyivande çi biryarên bistinin, piştre ev biryaran hemî meşrune,
*Di bingeha parlamentoya Iraqêde komisyonek bo pirsgirêka kerkukê çareserbike, dê komisyonekê amadebike û raporên çareseriya Kerkukê amadebikin,
* Emniyet û parastina Kerkukê divê teslîmê hêza teybet ya Erebên sunî û şii bêne kirin.Ev hêze divê tinê Iraqîbin. Xelkên Kerkukê dinava vê hêzêde divê cih negirin. Jiberku ewan baweriyê nadin,
*Bajarê Kerkuk divê wekî dema 2003 bête qebulkirin.Ango dema Irak hatî hilweşandin, piştre Kurdên hatîn têde paşde vegerînin û Erebên jê hatîn derxistin jî dîsa vegerên Kerkuk.
Ev xewna zalim û neyarên Gelê Kurd tucaran sernakevit. Kurd divê vê rewsa dîrokî baş hesap bike û xwe bo dahatiya dewletbûna Kurdistan amadebike. Besên diyên Kurdistan û rêxistin û partiyên wan helwestekî durex dvê hebin: 1) helwesetekî, eger şer pêwîstbe xwebikin dîwarê parastin û Berevaniya axa Kurdistan. 2)neteweperestiyê bikin erkê jiyana xebata rojane, dabikarin ji bindestiyê zûka azd bibin.
Îsmaîl Girikî
10.08.2008