Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 June 2008

Jina Kurd û tabûyen wî Platforma Jinên Kurd carekê din li bajarê Almanya Kölnê civîna xwe ya 14. pêkanî. Wek her car îsal ji, ji parçeyên curbecur yên welat jin di civîne de amade bûn. Îsal rojeva civînê jina Kurd û tabûyên wê bûn.

Jina Kurd û tabûyen wî

Platforma Jinên Kurd carekê din li bajarê Almanya Kölnê civîna xwe ya 14. pêkanî. Wek her car îsal ji, ji parçeyên curbecur yên welat jin di civîne de amade bûn.
Îsal rojeva civînê jina Kurd û tabûyên wê bûn. Em dixwazin li vir tenê li ser du tabûyan bisekinin.
1) Tabûyên civakî
2) Tabûyên sîyasî

Cîhê ku tabû dest pêdikin û diqedin relatîf e, ango bê sinor e. Wek hemû civatan, civata me da ji her tişt bi destê zilaman tê tayin kirin. Ango hemu qaîde û destûrên ku jîyana me sinor dikin ji alîyê mêran va tên tespît kirin, lê mixabin em ji wek jin ewana qebul dikin. Ew qebûl kirin di me da dibe normal. Ew qaîde û tabîyên kû jiyana me ya civakî sererast dikin, ango tayin dikin, ûsa xuya dikin ku ji bo hemu civatê ne, lê di eslê xwe da nîvê civatê ango jinan nagrin berçav, di aleyha jinan de tên karanîn, jinan digrin bin qeydan, jîyan ji bo jinan teng dikin. Bi wî awayî huquqê kû nayê minaqaşa kirin, nayê guherandin, derdikeve holê.

Gava em dikevin zika dîya xwe pê va tê tespît kirin ku emê bibin derguşêkê çawa, zarokekê çawa, keçikeke çawa û paşê ji jinikekê çawa. Malbet ji ew dezgehan yeke kû ew qaîde tê da tên jîyandin. Vê dezgehê da hêjayîyên (normên) mêran her tim dîsa tên afirandin. Di ew dezgeha „pîroz“ de divê li gor huquqa patrîarkal were tevgerîn, jîyandin û hemû qaîde û pîvanên vê dezgehê werin pejirandin. Dij derketina vê dezgehê tabu ye. Gengeşî kirina vê dezgehê, îtîraz kirin pir caran bi îzole kirin an ji bi kuştinê tê ceza kirin. Xercî wê pêwendîyên me yên sosyal ji notirwanên berdewam jîyandina vê dezgehê ne. Ew li welatê, li dîaspora ango her cîhê ku em diçin u her derî da, weku ji nifşekê derbazê nifşa din dibe, her warê jîyana me da bi me ra ye. Wek mînak di dîasporayê de xortên ku li ser şopa bavên xwe ne, bi qetil kirina jinan ew kulturê didin berdewam kirin. Ew rewş warê berpirsîyarîya mêran fireh dike û dibe sebeba zêdebûna zilm û zordarîyê li ser jinan.

Di projeyên rizgarîya netewî de ji pîvan û tabûyên sîstema partîarkal derdikevin hembera me. Her carekê kû em dixwazin cûdatîya cînsî pirsîyarî bikin, rewşa jinbûnê gengeşî bikin, ew daxwazên me wek erişkirinên duşminên dervê, antî propandaya wan tên îzah kirin. Her tim çareserkirina ew mesele ji bo demekî ne dîyar tê paşva avêtin. Bi wî awayî hemebera mêrê kurd xweşbînî û fehmberî tên rojevê. Ûsa jêpirsîya cûdatîya cînsî dibe tabuyek ê. Vê carê ji di hemû dezgehan de tê sînordar kirin ku emê bibin jinêkî sîyasî yê çawa. Her ûsa bi nasnameya xwe ya jin û kurd bi çi cureyî û çawa di tekoşîna polîtîk de cîh bigirn, ji alîyê „serok“ va tê tayîn kirin. Em ji alîye terz û naverokee va nikarin derveyî vê carçevê da cîh bigrin. Ew qerar didin kû em çawa hesbikin û evîna xwe çawa bijin. Serokê sîyasî yê mêr dibeje, „evînên ûsa biafîrînîn ku ez evîndarê heskirîyên we bim“.
Parçeya me yê başûr kû niha „azad“ bûye û ji ber „dujminên dervê“ genegeşî kirina wê û jepirsîna wê buye tabu, di sunetkirina jinan de, xwe kuştina jinan de û cînayetên jinan de, di dinyayê de dora duwemîn da ye. Ew parçeyê mêrê azad e.

Ûsa tê fehm kirin kû netewe, yêkitîyekê „mêrane“ kû, em tê da nayên hesab kirin, em nikarin bi îradeya xwe ya azad li ser jîyana xwe qerar bigrin û tu mafê me yê qisêkirinê nîne.

Em li vir tînîn zimeen kû îro şunva em her celeb projeyên jîyanê da, ango Kurdîstanê ku were ava kirin da, bi nasname ya xwe ya jin û kurd , bi îradeya xwe yê azad, cîh bigrin.

Em wek jin, rolen cînsî kû ji bo me hatine tayîn kirin, hemû tiştên kû wek tabu hatine ber me û em hatinê mecbur kirin kû bê gengeşîkirinê ewana qebul bikin, ewana ji bo gengeşî kirinê û jêpirsînê vedikin.

Em dîsa didin xuya kirn kû emê ji bo hilweşandina TABU yan rêya xwe berdewam bikin.

Platforma Jinên Kurd

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.