Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 21 March 2010

Sersala gelê xwe û gelên cîran pîroz dikim. Newroz pîroz be! Diroka gelê Rojhilata Navîn û Pêş Asîya da Newroz cihekî taybet digirê, taybetî jî di diroka gelê Kurd da. Rastê Newoz ji hevveqetana tarî û ronahîyeye, destpêka zindîbuna dar û beraye, seketina rindîyê li ser xirabîyêye, nîşana hezikirin û evîneye, feqet diroka Kurda roja berxwedan û şoriş darxistineye jî. Qe tu rojekê Kurd li seranserî dinê ewqas yeknabin. Ji Qazaqîstanê heta Xorasanê, ji vir heta Ezerbeycan û Ermenîstanê, li ser hemû parçeyên Kurdistanê, ji Kurdistan heta Asiya Piçukji vir heta dewletên Ewropayê, Newroz Kurda yêk dike. Ew dibin yêk dil û yek deng. Bi cil û bergên xwe, şahî, kilam û govendên xwe, xwe bi azadîyê va dipêçin, mizgînîya aşitî û serfirazîyê didin, her ji wan yek weku sterkekê dibiriqin. Dostên wan şahdibin, nehezkerên wan dikevin serhevbinhevbunek mezin, hinek ji wan ji dinya gemarî û qîrejîyê xwe rizgardikin û tên vî alî, dikevin nava mîrovetîyê û dibin mîrov.

Taybetîya Newrozê ya din jî ewe ku; qe tu olek, partîyek an jî hezek Kurda ewqas yêk nake. Min jîyana xwe da li ser gelek salnamE û sersalên gelê din mijul bum, qe tu sersalek weku Newroze xwedî mane nîne. Hevîya minî herî mezin ewe ku; Kurdistan gavekî pêş serbixwe be, yek be û li gel cîranên xwe di nava aştîyê da bijî. Emê bi dara xwe ne ne weku dagirkerê xwe bin nejî wekû sîstemên serdesta bin. Bîrmekin ku; kopîyek (mînakek) her tim orijînala xwe xirabtir dibe. Bona koma me pîstîrin tişt; bi dagirkerên xwe va çuyîne. Yên ku dixwezin me bileyzin û hezên me çar û çur bikin, dibejin. “armanca me ya dawîyê, Kurdistanek Serbixweye“, ew rast dibejin; eqlê wan da tişte ku herî dawîyê da tê: Kurdistanek Serbixweye!

Ez dibejim ne sibe, ne dusibe, taf û naha Kurdistanek Serbixwe. Her tişt destê meda ye, bîrmekin..... Newroza gelê min pîroz be! Werin vî alî!

Bîşar Norşîn
21.03.2010

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.