Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 29 October 2009

Îro li Hewlêrê bi amadebûna serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, cîgirê wî Kosret Resûl, di merasimeke hêja de, serokê nû yê hikûmeta herêma Kurdistanê Berhem Salih, cîgirê serokwezîr Azad Berwarî û wezîrên nû yên kabîneya şeşê ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hatin qebûl kirin û sonda qanûnî xand. Piştî merasîma sondxwarinê Berhem Ahem gotarek pêşkêş kir û paşî serokê Kurdistanê jî, bi vê minasebetê peyvek pêşkeşî gelê Kurdistanê kir.

Wezîrên kabîneya şeşê a hikûmeta Kurdistanê:

1- Cemîl Silêman Heyder wezîrê zîraet û çavkaniyên avê.

Sala 1963ê li bajêrê Duhokê jidayîk bûye
Sala 1984ê li zanîngeha Mûsilê bakaloriya bi hendesa mîkanîkî wergirtiye
Sala 1988ê mihendis bû li bendavava Bêxme.
Sala 1990ê mihendis bû li Duhokê,.
Sala 1999-2003 li rêxistina Faw , 2003-2007 mihendis li rêveberiya çavkaniyên avê li Duhokê kar kiriye.
Karê dawiyê jî rêveberê rêveberiya avadankirin û akincîkirinê li Duhokê bû.

2- Kameran Ahmed Abdula wezîrê avadankirin û akincîkirinê.

Sala 1957ê li Silêmaniyê jidayîk bûye
Kolêja mihendisiya şaristanî li zanîngeha Silêmaniyê li sala 1981ê timam kiriye
Sala 1992ê ofîsa mihendisiyê bo karên dizayîn û serperiştîkirina pirojeyên sektora taybet.
Sala 1998ê li rêxistina parastina zarokên Kurdistanê berpirsê pirojeyên endaziyaran bû.
Sala 2005ê bi dereceya rawêjkar li ser mîlakê dezgeha giştî a firokevaniyê hat damezrandin û serperiştiya bicihkirina pirojeya avakirina firokexaneya navdewletî a Silêmaniyê bû.
Sala 2006ê berpirsê firokexaneya navdewletî a Silêmaniyê bi derceya wekîlê wezaretê, bû.
Endamê borda zanîngeha amerîkî ye li Silêmaniyê.
Xêzandare.

3- Dr. Mecîd Hemedemîn Cemîl wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan

Sala 1961ê li bajêrê Hewlêrê jidayîk bûye.
Bakaloriya li tibê û emeliaytên giştî û master li civak û amarên tibî wergirtiye.
Li nexweşxaneya acil li Hwlêrê û li fermangeha tenduristiyê li Hewlêrê xizmet kiriye.
Postê rêveberê giştiyê karûbarên tenduristîyê li wezxareta tenduristiyê û li tendiristiya Hewlêrê û heta sala 2002ê wekîlê wezareta tenduristiyê-îdareya Silêmaniyê bû.
Sala 1980ê endamê rêxistina Komeleya Rencderan bû.
Ji aliyê rijma Bassê hatiye girtin û li zêndana hhewlêr û Aboxirêb bû.
Kargêrê melbendê rêxistinên Hewlêrê a Yekêtî Niştimanî Kurdistan bû.

4- Dr. Elî Hacî Bedrî Sindî wezîrê pilandananê

Sala 1965ê li Zaxoyê jidaîk bûye.
Zanîngeha Mûsilê kolêja tibê timam kiriye.
Sala 1998ê master di ware emelyatên giştî li zanîngeha Selahedînê wergirtiye.
Sala 2002ê master di ware îdarîya giştî li zanîngeha Harvard li Amerîkayê wergirtiye.
Sala 2003ê diplomaya îdarî û lîderiyê li zanîngeha Yale li New Haven li Amerîkayê wergirtiye.
Sala 1996-2001ê wekîlê wezareta tenduristiyê û kar û karûbarên civakî bû li Hewlêrê.
Ji sala 2002ê û vir de rawêjkarê serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê bû.
Xêzandare.

5- Reuf Reşîd Abdulrehman wezîrê edaletê.

Salal 1947ê li Helebceyê jidayîk bûye.
Kolêja maf li zanîngeha Bexdayî sala 1963ê timam kiriye.
Sala 1970ê endamê yedek yê sendîkaya advokatên Îraqê bû.
1984-1991 rahênerê odeya advokatan bû li Silêmaniyê.
Endamê konseya damezrandina rêxistina mafê mirov li Kurdistanê û endamê konseya avakirina sendîkaya advokatên Kurdistanê û Komeleya jiyandina Helebceyê bû.
Sala 1997ê li mehkema Hewlêrê hakim bû
Sala 2004ê û piştî derketina qanûna dadgeha bala a tawanan bo mehkemekirina serokên. rijêma Besê, li dadgeha bala a tawanan a Îraqê hat damezrasnên û bû endamê dadgeha tawanan.
Serokê konseya yekem a dadgeha tawanan bû li Bexdayê li ser dosyeyên Dûcêl, barzaniya, kurdên feili û kuştina neyarên siyasî hakim bû.
Xêzandare

6- Dr. Dilawer Abdulezîz wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî.

Sala 1960ê li Koyê jidayîk bûye.
Kolêja tibî li zanîngeha Mustensiriye li Bexdayê timam kiriye.
Master û diktora bi dereceya MRCP di ware çareseriyên nexweşiyên mêkrobî li Berîtaniyayê wergirtiye.
Sala 1994ê mamosteyê kolêja tibî li Nottinghamê bû.
Sala 2002ê pileya akademîk- professor wergirtiye û di heman demê de dixtorê pispor yê nexweşiyên mîkrobî bû.
Serokê beşê lêkolînên zanistî li kolêja melikî li Berîtaniyyaê û endamê borda lêkolînên tibî li ser astê dewleta Berîtaniyayê bû.
Gelek lêkolînên zanistî bi taybetî di ware dîtina vaksîna nexweşiyên mikobî amadekirine.
Damezrênerê kursa Macester û serperiştkarê çend xwendekarên diktorayê bû.
Di nav revenda kurd de û bo dirustkirina lobiyê kurd û parastina mafê mirovê kurd li Berîtaniyayê kesekî çalak bû.
Weke çavdêrek û nivîskarek di warên stratejîk û meseleyên çarenivîssaz de lêkolîn û gotar nivîsîne.
Xêzandare.

7- Dr. Abdula Abdulrehman Abdula (Aştî hewramî) wezîrê çavkaniyên avê.

Sala 1948ê li Silêmaniyê jidayîk bûye
Sala 1971ê li zanîngeha Bexdayê li ser mihendisya petrolê bakaloriya wergirtiye.
Sala 1971-1974 li kompaniya petrola Îraqê mihendis bû.
Sala 1978ê di ware mihendisiya yedeka petrolê de li Skotlandiya diktora wergirtiye.
Sala 1975-1982 li kompaniya Berittish National Oil Compannî û North Sea li Skotlandiya weke mihendis kar kiriye.
Sala 1982-1985 li gel kompaniya Intera li Londonê mihendsê mezin yê neftê bû.
Sala 1985-1988 li kompaniya Exploration Consultants serokê li Berîtaniyayê serokê mihendisa bû.
Sala 1985-1988 xwedî û rêveberê Duke Engineering & Services Limited li Berîtaniyayê bû.
Sala 1999-2006 serokê kompaniya ECL- Exploration Consultants Group Plc li Berîtaniyayê bû.

8- Dr. Tahir Abdula Hisên Hewramî wezîrê tenduristiyê

Sala 1955ê li Tewêle jidayîk bûye.
Sala 1980ê kolêja tibê li zanîngeha Mûsilê timam kiriye.
Sala 1989ê li zanîngeha Bexdayê dipolmaya bikind a di ware emeliyatên giştî de wergirtiye.
Sala 1991ê di ware emeliyatên giştî de diktora wergirtiye.
Sala 1998ê, serokê sandîkaya dixtorên Kurdistanê bû.
Sala 2002ê profesorê alîkar bû li zanîngeha Silêmaniyê.
Sala 2007ê pileya rawêjkariyê di warê emerliyatên navdewletî de wergirtiye.
Rêveberê nexweşxaneya acil a Slêmaniyê, Çiwarbax û serokê beşa emeliyatan li zanîngeha Silêmaniyê û rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê bû.
Endamê Komeleya ronakbîrên Hewreman û endamê Komeleya Henawbînî û Neştergerî a Amerîkî û Cîhanî ye.
Xêzandare.

9- Sefîn Dizeyî wezîrê perwerdeyê.

Sala 1963ê li Hewlêrê jidaikê bûye.
Li Berîtaniyayê kolêja (maidenhead) beşa dîzayîn û hunerî timam kiriye.
Sala 1980-1989ê li Ewropa endamê Komeleya xwendekarên kurd bû û berpirsê liqa Berîtaniyayê bû û paşî endamê sekretariya giştî a komeleya navborî bû.
Sala 1986-1992ê li sektora taybet di ware malûmilk da kar kiriye.
Sala 1992-2003ê li Tirkiyeyê nûnerê Partiya Demkrata Kurdistanê bû.
Sala 1999ê bû endamê Komîteya Nawendî a PDK.
Sala 2003-2004ê di civata Hukim de li Bexdayê kark kiriye.
Sala 2004ê bû berpirsê têkeliyên derve yê PDK.

10- Cefer Mistefa Elî wezîrê karûbarên pêşmerge

Sala 1956ê li Qeredaxê jidayîk bûye.
Heta sinfa pênce seretayî xandiye.
Sala 1969 ê bû pêşmerge û sala 1975ê peywendî bi YNKê kiriye û li deverên cihê yên Kurdistanê pêşmegatî kiriye.
Sala 1997ê wkîlê wezareta pêşmer ge-îdareya Silêmaniyê a hikûmeta herêma kurdistanê bû.
Sala 2004ê endamê parlamnetoya Kurdistanê bû.
Sala 2006ê wezîrê herêmê jib o karûbarên pêşmerge bû, paşî piştî her du wezareta yekgirtî, bû wezîrê pêûmerge.
Xêzandare.

11- Kawe Mehmud Şakir wezîrê rewşenbîrî û lawan.

Sala 1958ê li Kerkûkê ji dayîk bûye.
Sala 1979ê li zanîngeha Bexdayê kolêja qanûn û siyaset timam kiriye.
Li Holendayê master di ware îslamofogî de wergirtiye.
Destpêka salên 80î peywendî bi Partiya Komonîsta Îraqê kiriye û pêşmerge bû.
Piştî serhildanê di ware mediyayê de xebitiye û şefredaktorê rojnameya Rêgay Kurdistran bû.
Li parlamentoya Kurdistanê di ware barê kesayetî de rawêjkar bû.
Nivîsên xwe bi nave Hadî Mehmud bilav dike.

12- Enwer Cebelî Sabo wezîrê guhastin û gehandinê.

Sala 1952ê li Diyana ser bi Hewlêrê ve jidayîkb bûye.
Li zanîngeha Silêmaniyê di ware fîzikê de bakaloriya wergirtiye.
Sala 1991ê li zanîngeha Stokholêmê li Swêdê di ware fîzîkê de master wergirtiye.
Beşdarî di şoreşa îlonê de kiriye û sala 1981-1982 pêşmerge bû.
Sala 1985-1992 di nav Bizava demokratîk a Aşûriyan de xebat kiriye.

13- Asos Necîb Abdula wezîra kar û karûbarên civakî

Sala 1974ê li Duzxurmatoyê jidayîk bûye.
Sala 1995ê kolêja qanûn li zanîngeha Selahedînê timam kiriye.
Sala 1995ê di nav rêxistinên Yekêtî Niştimanî Kurdistan de xebat kiriye.
Di warê qanûna giştî da pileya master heye.
Li mehkema Silêmanniyê pileya hakim hebû.
Beşdarî di konferensa jinên serkirde de kiriye.
Xêzandare.

14- Semîr Abdula Mistefa wezîrê şaredarî û tûrîzmê.

Sala 1949ê li Hewlêrê jidayîk bûye.
Sala 1976ê li zanîngeha Taranê di warê mihendisiya avahiyan de master wergirtiye.
Sala 1976-1979 serperiştiya gelek piojeyan kiriye.
Sala 1986-2004 serokê beşa Traffic li devera sê li bajêrê Stokholimê li Swêdê, bû.
Sala 2005ê, li dîwana serokatoya civata wezîran, serokê konseya bala a şopandina. pirojeyan bû.

15- Abdulkerîm Soltan Şingarî wezîrê karûbarên navxwe.

Sala 1950ê li Şingarê jidayîk bûye.
Sala 1971ê li zanîngeha Bexdayê kolêja qanûn û siyasetê timam kiriye.
Sala 1971-1973 li Bexdayê advokatî kiriye.
1993-1994 rêveberê asayîşa giştî a herêma Kurdistanê bû.
Endamê poîtburoya PDKê ye.
Sala 2001ê u heta niha wezîrê navxwe ye

16- Bayîz Seîd Mihemed Talebanî wezîrê darayî (fînans)

Sala 1944ê li Kerkûkê jidayîk bûye.
Lîse timam kiriye.
Ji sala 1968ê ve weke karmendê hikûmetê kar kiriye
12 kursên ekonomî li derve û navxwe xandine.
Yek ji damezrênerên dîwana çavdêriya darayî bû û 6 salan serokê wê dîwanê bû.
Sala 2002ê wezîrê darayî bû (îdareya Silêmaniyê)
Sala 2006ê wezîrê herêmê bo karûbarên darayî bû.
Sala 2008ê bû wezîrê darayî.
Di nav YNKê de endamê mekteba darayî û berpirsê dîwana çavdêriya darayî giştî bû.

17- Senan Abdulxaliq Ehmed Şelebî wezîrê pîşesazî (senayî) û bazirganiyê.

Sala 1944ê li Hewlêrê jidayîk bûye.
Sala 1972ê li zanîngeha Şequlawsat li Tikiyeyê bakaloriya û master di warê mihendisiya avahiyan de werigirtiye.
Li bajêrê Bexdayê ofîsa rawêkariya mihendisiyê damezrand bû.
Li bajêrê Hewlêrê weke mihendisê pîşesaziyê û belênder kar kiriye.
Sala 1993ê demkê serokê Bereyê Tirkmenan bû.
Cigirê serokê saziya xêrxazî a Îhsan Doxirmecî bû
Xêzandare û pênc zarokên wî hene

18- Kamil Elî Ezîz wezîrê ewqaf û karûbarên olî

Sala 1955ê jidayîk bûye.
Sala 1976ê xandian lîsê timam kiriye.
Fetrekê li şaredariya Silêmaniyê karmendê hikûmetê bû.
Yek ji damezrênerên Bizava Îslamiye li Kurdistanê.
Noke sekreterê Bizava Îsalmiya Kurdistanê ye.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.