Silav gelî kurdîhezan.Fermo li vî nivîsa min a derbarê rojê de bixwînin. Dibe ku hûn bixwazin wê biweşînin. Digel silavan. Ji feysbûkê, SIberojDiyariya rojê.. 29-02-.... ! Çi balkêş e, ne wisa? Ez ê ji we re rave bikim! Heke em, vê zanînê rojane bikin û bi vî serdema em têde dijîn re biguncînin dê pir kêrhatî be! Erê, me hemiyan salên berê (dibe ku teqez) li ser vî fikirîne û axivîne jî, ku kesên di vî rojê de ji dayik dibin, dikarin ji her çar salan carekî rojbûna xwe pîroz bikin û ji ber vê rewşa hanê jî xemgînî an jî henek û pêkenîn peyda dibe! Helbet ew mirov dikarin rojek beriya vî rojê, an jî ji êvarê ve pîroz bikin, ku dilê xwe xweş bikin û hwd! (heke bixwazin). Lê ez dixwazim, mîna ku min di serî de jî got; vê zanînê rojane bikim û bi vî serdema teknolojî û înternetê re biguncînim! Em hemû li ser înternetê dibin endamê/a pir malperan, ku pirrî caran nivîsandina roja ji dayikbûnê mecbûrî ye û em an ya rast an jî li gor dilê xwe yekî dinivîsin, ji ber em naxwazin malper tiştê me yê girîng bizanibe. Mîna ku hûn jî dizanin, pir malperan her sal di roja ji dayikbûna meriv de ji me re pîrozbahiyê dişînin, ji ber ew malper dixwazin roja girîng yên endamên xwe pîroz bikin û nîşan bidin ku girîngiyê didin endamên xwe (her çiqas ew e-nameyan ji aliyê pergal an jî bernameya malperê ve tê şandin jî dîsa jî di destê xwediyê malperan de ye!) Heke em bixwazin ji wan malper û e-nameyan ser û dilê xwe rihet û aramtir bikin, em dikarin li hemû malperan de (taybet dema em li malperên tirkan û yên welatên din de hin caran dibin endam) vê rojê, ango(yanî) 29ê meha 2yê ji bo pirsa roja ji dayikbûnê binivîsin, ku her çar salan carekî me acizbikin! :)) Ev bû, guncandina zanîna yê hemû dîroka mirovahiyê ya bi vî serdemê re û ez û hûn sax. Dê ev pêşniyara min bike ku ji bo heta bi hetayê ser û dilê we hinekî be jî kêmtir aciz bibe, ango hinekî dî aramtir be. Gotin ji min, pêkanîna yekem jî ji min û ji xwendevanên kurdîhez! Di rastiyê de ya/ê kî îro be, ya wê/wî pîroz be, rojbona ''te'' pîroz be! Êdî nizanim helbestvan, çîroknivîs an jî romannivîs ji vî mijarê çi berheman biafirînin, lê bawerim dê pir xweş be. Siberoj Fermo, li evana jî binêrin! Nivîsa ''Bijî Kurdîhezan'' bi gelek awayan! https://picasaweb.google.com/106175697178860845539/BijiKurdihezanWekiGifAnimasyonUHwd Heman nivîs li ser wêneyê ala Kurdistanê >> http://desmond.imageshack.us/Himg6/scaled.php?server=6&filename=alakurdistan62.jpg&res=medium