Îro Newroz bû, min cilûbergên xwe ên herî baş li xwe kir çûm û Newrozan.
Gellek   heval  û dostên min     ji bo  cejna   Newrozê    hînek  tişt   li darxistibûn  an jî  rêkxîstîbûn.Bi rastî  jî    ji Newrozan   jî bo Newrozan  gerîyam  Kurdên     her  çar parçan dît.
Ji bo hinek  civînan   neçûm.
Di dawîyê de   çûm   mala  hevalekî  xwe  ê Alman.  Îro vî  65mîn  roja   dayîkbûna  xwe  pîrozdîkîr.
Min li wir  jî  gellek  dost û hevalên xwe    ên  welatên curbicur dîtin.
Ez   ji  bo vê  yekê   gellek  kêfxweş bûm..
Min   dixwast  îro   gotarek   li ser   jiyana   Pîremêrd  binivîsim.
Lê  ne bû
Bê  Pîremêrd   mirov nikare    Newrozên  Başûrê  Kurdistanê  fêm bike.  Hefteya   tê  ezê  li ser vê mijarê rawestim.
Newrozek din jî çû..... Hemû rojên we Newroz, Newroza we pîroz be!!
Aso Zagrosî