Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 22 April 2011

...

   
     
 

Kongreya KURD-KAVê û qonaxeke nû
 
 
Navenda KURD-KAVê Stenbol e. Kongreya 10-emîn a KURD-KAVê di 16ê Nîsana 20011-an de li Stenbolê pêk hat. Ez jî cara yekem beşdarî Kongre KURD-KAVê bûm.
Beriya vê demekê Komîteya Birêvebir ya KURD-KAVê biryar dabû ku endamên nû bigrin nav KURD-KAVê. Ji min re jî pêşniyar hatibû kirin. Min jî ji wan re gotû bû ku “navenda KURD-KAVê li Stenbolê ye. Ez bi xwe li Amedê dijîm. Ew jî dibe sedem ku ez nikarim zêde beşdarî xebatên KURD-KAVê bibim. Lewra ew jî kêmasiyek mezin dibe. Dema ku kesek bû endamê dezgehekê, divê ji her aliyî de beşdarî xebata wê dezgehê bibe. Di heman dem de KURD-KAV weqfek lêkolînê ya çandî û civakî ye. Ez bi xwe kesek siyasetmedar im. Divê ku karên weqfê û siyaset tevlihev nebe. Weqif divê karên xwe yên taybet bimeşîne û fonksiyona xwe ya taybet pêk bîne. Lê dîsa jî ji aliyê moral û pêşketina weqfê de endambûna min heger dê bibe alîkar, wê demê ezê pêşniyara we re bibêjim erê.”
Loma jî min xwest ku beriya kongreya KURD-KAVê biryara endametiya min/me bide, ez beşdarî kongreya wê bibim, dîmena KURD-KAVê ji nêzik de nas bikim û tenefis bikim.
*****
Kongreya 10-emîn a KURD-KAVê ji aliyê Fehîm Işik de vebû. Fehîm Işik, nûnerên kongreyê vexwendin rêzgirtina xebatkar û endamên mirî yên KURD-KAVê, hemû şehîdên Kurdistanê û demokrasiyê. Bi pêşniyara Komîteya Birêvebir dîwan ava bû.
Piştî avabûna dîwanê, Serokê KURD-KAVê Kasim ERGUN axevtin kir. Axevtina ERGUN bi tirkî hatibû amade kirin. Lê Kasım Ergun axevtina xwe bi kurdî pêşkêş kir û di axevtina xwe de bal kişand pêşketina KURD-KAVê û wusa domand: "Li gor vî wextê me ê kurt, teqrîben di 13 meha de, xebata şanogerî, di dû beşada qursen zimanên kurdî, semînerên edebî kqonferansa tenduristîya jinan, tadîlatên weqfê û ya herî giring jî bi Tevgera Reformê a Tirkîyê re çêkirina Konferansek du rojî ya bi navê 'Wateya Bîratîya Tirk û Kurda: Pirsgirêk-Çareserî', hin kar û barên ya vê dema kurt in."
Ergun, di heman dem de di axevtina xwe de li ser buyerên paşî yên Afrîka û Rojhilata navîn û xebatên sîvîl ên bêîtiatî, tesîra wan a li ser doza Kurdistanê jî rawestiya. Diyar kir ku “KURD-KAV divê ji bona pêşengiyek sivîl ya kurd amade bibe.”
Ergun, di axevtina xwe de, bi kurtî ji kar û xebatên KURD-KAVê jî behs kir. Ew karûbarên ji aliyê Ergun de hatin diyar kirin, di “Rapora Xebatê” de jî hatin pêşkêş kirin.
Pîştî axevtina Serokê Weqfê Kasım ERGUN, wek mêvan Beşîr Ant, Zeynel Abîdîn Kaya, Faruk Durre axevtin kirin. Di axevtinan de li ser giringî û pêşketina KURD-KAVê hat rawestandin. Ji damezrênêr, endam û berpirsiyarên KURD-KAVê re sipasî hat kirin ku wan KURD-KAV di şertên gelek zehmet de dane jiyandin û peşxistine. Dîsa Faruk Durre diyar diyar kir ku “kongreya KURD-KAVê li Kurdistanê pêk bihata dê baştir bûbûya.”
Wek min jî li wir diyar kir, rastî jî her çiqas nevanda KURD-KAVê Stenbol e jî, KURD-KAV dikare kongreya xwe li Kurdistanê li dar bixe. Lewra ji bona vê yekê astengiyek huquqî jî tune ye. Baş tê zanîn ku KURD-KAV, ji bona ku navenda xwe bîne Kurdistanê û bajarê Amedê, demek dirêje hewil dide.
*****
Piştî axevtinên mêvanan, “Rapora Xebatê” ji aliyê Evdilhekîm Daş, Rapora Malî û Çavnêrî, Dirava Tahmînî ji aliyê Fehîm Işik de hat pêşkêş kirin.
Nunerên kongreya KURD-KAVê li ser raporan rexne û nirxandinên xwe pêşkêş kirin. Bes beşdarên civînê ku ew kesên wek endam dê bihatan pêşniyar kirin, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Di vê xalê de min, Mazhar Kara, Fehîm Işik bîrûreyên xwe, pêşniyarên xwe anîn ser zimên.
*****
Min di axevtina xwe de diyar kir ku:
1- Ji bona kurdan KURD-KAV xwediyê taybetiyekê ye. Lewra li Bakurê Kurdistanê, piştî salên 1960-yî cara yekem bû ku bi nasnemaya “kurd” dezgehek kurdî ava bû. Loma jî divê hemû kurd, bi taybetî jı damezrêner û endam ji KURD-KAVê re xwedî derkevin û KURD-KAVê pêş bixin.
“2-KURD-KAV, wek dezgeh weqfek e. Lê KURD-KAV ji weqfên din xwediyê taybetiyên cihê ye. Weqif, girêdayî peymenekê, girêdayî qada xebat û fonksîyona weqfê ya taybet ji aliyê kesên nesiyasî û taybet û eleqeder de tê ava kirin. Lê KURD-KAV bi giranî ji aliyê siyasetmedaran de hat ava kirin. Ew jî bûye sedem ku fonksîyona KURD-KAVê ya bingehî û esasî, fonksîyona siyasetê bikeve nav hevûdu û pir caran jî fonksîyona siyasî giraniyê çê bike. Loma jî KURD-KAV bibe qada reqabata siyasetê.

“3-Loma jî KURD-KAVê hemû kategoriyên civakê eleqeder kiriye û bi taybetî jî sinifa siyasî zêdetir eleqeder kiriye.

“4-Divê bê zanîn ku her dezgehek xwediyê fonksîyonekê ye û divê gorî ev fonksîyona xwe tevbigere. Partiyên siyasî fonksîyon û karên siyasî dikin. Komele, kemeleyetî dikin. Weqif jî, kar û xebatên pisporî yên ku di peymanên xwe de hatine diyar kirin, pêk tîne.KURD-KAV jî divê wek weqfê gorî peymana xwe fonksîyona xwe zelal bike û gorî fonksiyona xwe ya bingehî tevbigere. Di navbeyna fonksiyona xwe û fonksîyona siyasetê de xetekî qalind bikşîne.

“5-Weqf, karên pisporî dikin. Loma jî divê xebatên KURD-KAVê jî bi profesyonelî bê meşandin. Loma jî divê çend profesyonel bên amade kirin û ji bona wan profesyonalan derfet çê bibin. Heger kêmtir in, ji aliyê fonksîyon û qabiliyetan de serokê weqfê profesyonel be, jiyana weqfê hem domdar dibe û hem jî pêşketina weqfê pêk tê.

“6-Divê hemû edamên Komîteya Birêvebir ya KURD-KAVê di çerçewa fonksîyon û dezgeha weqfê de bên perwerde kirin. Endamên Komîteya Birêvebir biçin qursan û an jî li weqfê qurs bên hûnandin. Bi taybetî jî, divê endamên rêvebir yên KURD-KAVê di qada projeyan de bên perwerde kirin.

“7-Ji bona ku KURD-KAV pêş bikeve, divê bi pispor, edebîyadzana, hûnermend, zanistan re danûstandin bên kirin, ji wan piştgirî bê girtin.

“8-Ji bona ku endamên KURD-KAVê beşdarî xebatên wê bibin, divê ji bona endaman projeyên taybet bên meşandin.
 

“9-Ez jî bi pêşniyara avakirina zanîngeha kurd û dibistana kurd re me.”
*****
Komîteya Birêvebir, yanzdeh (11), nivîskar û hûnermend û siyasetvan ji bona endametî pêşniyar kirin û endametiya wan ji aliyê nûnerên kongreyê de hatin pejirandin. Ew kesan: Zeynel Abîdîn KAYA, Îbrahîm GUÇLU, M. Şah ARAS, Nevîn ÎL, Mehmet Emîn BALTAŞ, Mehmet Salih OZGOKÇE, Mehmet OLÇER, Osman KARAVÎL, Hiseyîn Cîhan BAYKARA, Zîya AVCI, Suphî ORAK, Faruk DURRE, Aydin HASAR, Gulperî SEVÎM, Ahmet ONAL in.
*****
Kongre bi hilbijartina rêvebiriyek nu bi dawî bu. Rêvebirên nu yên weqfê ev in: Kasim ERGUN, Mazhar KARA, Fîsun KILIÇKAP PARLAK, Abdurrahîm ESER, Bahattîn AYAZ, Alî ÎNCESU, Ozgûr BASUT, M.Emîn EREN, M.Behlul YAVUZ, Abdurrahîm DELÎ, Zeynel Abîdîn ZINAR.
*****
Kongreya 11-emîn a KURD-KAVê, gorî agahdariyên nûner û berpirsiyarên KURD-KAVê, cara yekem e ku ji derveyî niqaşeyên siyasî domandiye.
Ev kongereya ji bona KURD-KAVê dê bibe qonaxek nû û an na, dê di pêşerojan de diyar bibe.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.