Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 24 February 2010

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6349]

ÇO

Min dema biryara Koma Ruspî û Parezkerên Komara Tirkîya ya Bilind xwend, ço hate bîramin. Di ziman, folklor û dîroka meda rola“ço“ çîye? Di dîroka gelê din da“ ço“ çi cîh digre? Dema fîravunê Misrê derheqa mezinîya Pîxamber Musa bîhîstîbu ew li gel remildar û sihîrbazan ceribandibu. Musa bîrûbawerîya xwe bi Xudakî anîbu. Ew rasteyetî gelek bi zora fîrawun çubu, dixwest di ceribandinêda Musa binkeve û xwe suçdar bike. Roja îmtîxanê, sîhîrbazên fîravun gelek tişt “afirandin“, dema dora Musa hat, wî ço yê xwe avit erdê, ço yê wî bu marekî zindî û ew tişte ku; sîhîrbazan afirandibun yek û yek xwer. Sîhîrbazên fîravun bîr û bawerîya xwe mezinîya Musa û Xuda yê wî anîn. Fîravun li ber Musa netewîya û xwer nebu. Mabeyna wî û êla Musa da pozberî (tezat) mezin bu. Rojekê Fîravun komkuijîya ela Pîxamber Musa da, dema wan ew xeber girtin, di bin pêşvigarîya Musa da rêketin, temamîya wan tê gotin ku duazde ezbet bune. Dema ew tên li ber pêrava Behra Sor, disekinin, mecala derbazbuna wî alî tune û leşkerê fîravun hindek maye bigehîje wan, di vê tengasîyê da Musa ço yê xwe Behra Sor dixîne, Behra Sor di vî alî û wî alîda veldiqelite û duazde rê vedibin, duazde elên Musa li ser reşoya za derbazî wî alî dibin, dema leşkerê fîravun heta li ber pêrava behrê ten, dibînin kû elên Musa derbazî wî alî bune û di nava Behra Sor da duazde reyên za ê reşoy vebune, ew ji bi van rîyanra dixwezin derbazî wî alî bibin, dema tên nava Behra Sor, ava ku; bi vî alî û wî alîda velqilîtîbu şunda tê û ser leşkerê fîravun digire, temamî ya wan dixendiqîne, bi vî şiklî Musa û gelê wî rizgar dibin û quweta ço yê Musa jî dîrokê da cîhê xwe digre.

Gor mezinî, direjî û sturîya xwe mîrov dikarê ço bi vî şiklî bîne serê ziman: şivik, şiv, ço, mertal, rot, dargam, kêran û cisir. An jî darik, dar, ço, mertal, rot, dargam, kêran û cisir. Dema serê rotek kwirt va bizmarek (mixek) heye û bona zixtkirina gayan tê karanîn dibe zixt. Ço dema sîha, stur û bê gilm dibe û keranan radigire dibe stun. Dema ço hîna ter dibe û hişk nîne dibe; terik. Dema serê çoyekî tê xwerkirin û nîv xelekî dibe, berku; mîrovê kal an pîr bona rêvaçune wî asan bikare bigire destê xwe; dibe: kancol. Gor direjî, sturî û forma ço gelek nav ji ço derdikevin. Zedetirîn dawîya çoyan bi çeqîn, şikîn durajî sotandinê tê. Kem ço dikevin erdê û dirizin. Zîyarêtên Zerdeştan û Dergahyên Kimsoran her tim agir bi darên sîya, rast yên bê gilm dihat dadan. Karê parezgerên agir, berhevkirin darên wusa û dadana agir bu. Agir qe tu carekê nediçu paça, pevîst bu ew dayîna mezin ya Xuda bona mîrovan batana paraztin. Paraztina wî agirî ewqas mihûm bu, dema hinik ji gelên Zerdeştî ji ber dagirkerên Ereb barkirin bazdan çun Hîndîstanê, agirê xwe nebirin paçan, agirê xwe xwera birin û ew li wê derê geşkirin, ew agir îro jî li wê derê dişewite

Çilûheft sal berî pêş dema mamê min yê “aqil sivik“ ji eskerîya Tirka şunda zivirî, digotê: ax.. brazî, çoyê ki min eskerîya Tirkada xwerin li ser Çemê Feradê du Pire (Pir) çêdibun. Digot: brazî, berku min Tirkî nidizanîya bi çoyan ser min diketin, li min didan, îşkenca wan bê hempa bu. Tekîrdag, Burhanîye, Babaeskî, Keşan, durajî Balıkesir cîh nema ez sirgunkirim. Heta birayê minî mezin ji Emrîkayê zivirî, bi du deste dolar ez ji destê qumandarê Tirk rizgarkirim şeş mehe derbazbun.

Dema mamê min ji eskerîyê zivirî Tirkîyek pak diaxifî. Rast an derew nizanim; digot min Kurdî bîrkirîye. Bersiva dapîra min Tirkî dida, bersiva gundîyan Tirkî dida. Jimara mîrovên ku Tirkî dizanîyan navçeya me kembun. Heta mamê min aqil hate serê wî û despêkî Kurdîya xwe ya pak kir, çend mehe derbazbun. Min heta vê kate Çemê Feradê nedîtîbu, feqet min dîsa bawer dikir ku; zede mamê min dane. Dema min Çemê Feradê çavên xwe dît, min zanî ku çiqas mamê min îşkence kirine. Digot: birazi, çoyên ku min xwerin û ser mida kerî bun, du lib pire li ser Çemê Feradê çêdibun. Way limin.....

Mamê min yê “aqil sivik“ derheqa çoyan da fikrên xwe yên enteresan jî hebun. Dema havîn dihat û kela havînê despêdikir, zevî zerdibun û darda diman, pevîstbu ew batana çinîn, xencî dasa gîyan û tirpanan bona çinînê tiştek tunebu, gundî diketin ber zevîyên xwe û ew diçînin, wan nezîka mehûnîv heta du mehan zevî diçinîyan, dema mamê min di ber zevîyan da helak dibu û taqeta wî nedima, digot: çil çoyên min hebuna, dema bin bigota zindî bin, ew zindî bibuna û buna çil merên xwirt, wan gel min bê rawestan zevî biçinîya, dema karê erdçinînê dawî hatibuya, min wan çil mêranra bi gotana hişkbin, ew dîsa hişkbuna û buna ço, min ew bona dortira salê ber kerananva bikira û hilanîya, dortira salê, dema karan min dîsa bigota zindîbin! Rojekê rojan min derheqa makîneyên erdçinîn û hilanînê nîvîsek xwend, hatim min xwest mizgînîyê bidim mamê xwe, min gote: mamo mekînek derketîye, çinîn û hilanînê yekser dike, zat û qut jî yekser ji hevderdixîne, karê hezar palêyan nava çend seatanda dike. Mamê min pirsî, gote bihaya xwe çîye? Naha naye bîramin min gotubu ewqas hezar dolar. Mamê min gote: ez hîna ferî pulê Tirk nebum, ma tu min ferî dolarê Emrîkî bikî. Ka minra bêje ez teda çiqas ga û pez bidim? Min teqrîbên hemcirî û vera jimarek got. Wî bersiv bi hers da; ma ez dînim bona makîneke ew qas ga û pez bidim. Minê got: her tim we digot nizam çil çoyên min hebuna, mina wanra bigota zindîbin, ew bibuna çil merên xwirt, min bi gota hişkbibin, ew dîsa hişkbibuna û buna ço. Minra zivirand û got pêşnîyara min pêşnîyarêkî bê meserîf bu, ya ku tu minra dibejî, hemû ga û pezên min, ji destê min digre dura jî çi bîne serê min ne dîyare? Ez bi çoyên xwe bextîyar dimînim, bila ew jî bi makîna xwe ji min dur bimînin... Dura mabeyna meda behsa van tiştan qe tu car nebu. Li Kurdistanê bi çoyan gelek lîhistik jî tên lîstin. Lîhîstîka herî yekhem ewe kû; zarok çoyekî digirin nava şeqên xwe, xwere dikin ker an jî hesp. Dema zarokekî çoyê xwe sîyar bu, da bezdan û gote çu çu, biaznin kerê sîyarbuye, dema gote deh deh, bizanin hespekî siyarbuye, bezîna zarokan bi çoyan gelek enteresantê. Li Serhadê bi çoyan gaço tê lîstin teqrîben weku lîhistika golfe ê. Hinek navçeyan bi ço sêpê tî lîstin, durva ço tê avitin û sêpê tê gêrkirin. Rojhilata Dersimê û Çewlixê, hinek folkloranda ço tê karanîn. Sergovendî dest bi çoye, bi ço govendîyan îdare dike û wan rêzêda dêle. Govendiyên ku bê konsantre dileyzin, sivik çoyan dixwin. Wekî din govendên şer û berxwedanê da ji ço bi hostatî tên karanîn. Di dîrokê da ço û dar jî bi hevra giredayî manê. Dema em dibejîn Padîşah Koreş (Çiyayê Reş) dara Medan ruxand û dara Parsa sazkir. Li vir sultaya xwe bi ço (bi dar) avadike, ji ber vê jî tete gotin ku; Dara Koreş. Ango ço û dara padişahekî, dara gelekî anjî dara netewekî her tim bi hevra giredayî mane. Dema em dibejin, dagirkeran ji welatê xwe bavêjin û dara xwe sazkin, em bi zanîn an nezanîn ço didin destê gelê Kurd. Dawîya qurna rabirdîda dara axayên Kurd gav bi gav tekçu, ne tenê berxwedana belangazên Kurd, aborîya koma kapîtalîzme ew tekbirin. Belangazên “azad“ berê xwe dan bajarên mezin, dan derwayî welat û axa her roj zedetirîn hetanê xwe da hiştin. Dema du xulama bi hevra pevduçîyan (şerdikirin) an jî xulamekî ferqik dikir mabeyna xwe û xulamê din, digot:
Dema ew kuçikê ber derê axayê min bu

Ez çoyê destê axayê xwe bum

Dem axayê min, ez kar dianîm

Ez li ser pişta wî da tarp û rap bum

Raste ez ço bum, qazîna wî jî ya kuçik newertir

Erd û ezman kwin dikir

........................

Tete gotin ku bêtertira bêteran jî heye: cîhên şax (çîya) yên ku zede av tune, mîrov bi darikan tahreta xwe digirin, bi darikekî qwi..... xwe padikin û davêjin. Vera tete gotin: darikê qwî.... . Dema yekî yê din tedayî kir, dibeje; darikê qwi..... Li gundan an bajaran dema xortekî bersiva evîna xwe negirt ji rê derket û keti rêya serserîtîyê strana jêrin dibeje:

.............................

Ax ezê nezîkî te buma, bila şivanê ber mala we buma

Ax ezê nezîkî te buma, bila xizma pozê te buma

Ax ezê nezîkî te buma, bila garê gwihê te buma

Ax ezê nezîkî te buma, bila bazinê zendê te buma

Ax ezê nezîki te buma, bila kemera pişta te buma

Ax ezê nezîki te buma, bila xalxala peya te buma

Ax ezê nezîkî te buma, bila darikê qwî... te buma

.........................................

Evîndar bi vî şiklî xwe çend niqiran dadixîne jêrê û rewşa xwe tîne serê ziman.

Ço dema digehîje destê serokê orkestrakê, dibe hecatê aheng û rêvabirinê. Serok bi çoyekî hunermêndên li ser sahneyê hostatî îdaredike. Çep û rast, bi jêr û jor, virda û weda hatin û çuyîna ço orkestra karê xwe dimeşîne. Bê axaftin, her tişt cîhê xwe û tama xwe da dimîne . Yên ku lê dinêrin û gwîhe xwe didinê, dikevin nava xeyalan, qisawet û derdên xwe vî katî da bîrdikin. Dema konser temam dibe û gwidar radibin, dikarin bêjin; me ji felekê çend seat dizîn. Rola ço dikare wusa jî be.

Serokê Partîya Kemalîstên Kurdistanê, hevpeyvînekê da beyandikir û qweta xwe bi vî şiklî dianî serê ziman: “Ez ço ye kî jî weku namzet li bajarekî bidim nasîn, ewê bete hilbijartin. Wî dixwest mîrovên ku ji bajarên Kurdistanê weku namzet betin hilbijartin û biçin Parlemena Komara Tirkîyayê, ço yê wî bin. Ji ber vê Xanim Pervîn Buldan, ji xelkê Çolemergê ji Îdîle, Xanim Aysel Tuğluk* ji xelkê Xarpitê ji Ahmedê, Berêz Akin Birdal, ji xelkê Niğde ji Ahmedê weku namzet hatin hilbijartin û bi nava Kurda bun Parlemend, çun Parlemena Komara Tirkîyayê. Li vir mîrovên ku bajarên xwe bi serbixwe peşkevtîbun û xwedî şaxsîyet bun nedihatin xwestin, yên bona çobunê amade bun dihatin xwestin. Vana disa pîçek şansê wan hebu ku; wan ew bajarê ku hatibun hilbijartin berî dengdanê çend caran dîtîbun. 1923 da, ji xelkê Üskübe Yaya Kemal Beyatlî yê “feqîr“, jîyana xweda qe tu car bajarê Rihayê nedîtîbu, disa jî alîye Kemalê Selanîkî va weku namzetê Bajarê Rihayê hatibu nîşandan û bibu Parlemenê bajarê Rihayê.

Di hemu rejîmên dîktatorîalda, mîrovên ku serbixwe difikirin nayên xwestin. Va rasteyetîya dewra Sultanê Osmanî da ji wusa bu, di bin bandura komara Tirkîya da jî wusaye. Sadam Husenê Iraqî, Hîtlerê Elemanya, Musolînîyê Îtalya xelkê xwe weku ço didîtin. Îro Genaralên Tirkîya, Koma Ruspî û Parêzkarên Dewletê yê Bilind weku çoyên xwe dibînî. Serokê Partîya Kemalîstên Kurdistanê, Kurdên derdora xwe weku ço dibînî, hinek ji wan, daxawa, hezarcar daxawa ço buna xwe kefxweş û bextîyarin. Gotina min ewe ku; çoyên ku zarok pê dileyzin, çoyên folklorê, çoyên paraztina dara Kurda, çoyên deste serokê orkestrayekê, çoyên weku yên Pîxamber Musa ser çava, ço û darikên din ji me durbin, ew wî alî em vî alî.

Bîşar Norşîn

22.02.2010

*Berku 11 Çirîya Pêşin 2009 DTP hate girtin , Xanim Aysel Tuğluk ji Parlemenîya Komara Tirkîyayê ket.
[/url]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.