Bedreng ji bo rengê xerab tê gotin, anku xerabreng.
Ev gotina pêşîyan çiqasî di cîh de ye, dibêje bila her kes û her tişt bi awayekî bi rengê xwe hebe, cîh bistîne.
Anku ev tiştên ku dibêjin demokrasî, maf û azadîya xwe îfadekirinê, pirrengî, pirdengî û hwd, va ye ji berê de ji alîyê pêşîyên me, bavûkalên me bi gotineke xweş, kurt û Kurmancî, bi hawakî hindik û rindik hatiye raberkirin.
Lê belê meriv dikane pirsekê bike, lê heke bedreng çakrengan, anku rengên baş, şêlî bike, bilewitîne, nehêle ku em bi çakî û başîya wan şa bibin, em ê çi bikin?
Ji ber ku bi awayekî zanistî jî meriv tê digihêje ku fen û fîtên rengan hene, dikanin meriv bixapînin jî.
Çawa? Dema ku hinek reng di hinek şerd û mercan de tên ba rengekî binavkirî, an jî rengine taybetî, dikanin orîjînalîte yan rasteqînîya wan rengan xerab bikin, bilewitînin; bedrengîyê bikin, lê ne tenê bi rengê xwe xerab, lê her weha bi xerabrengîya xwe rengên din jî xerab bikin.
Aha li vê derê dibe ku berpirsîya birêvebirîyê dest pê bike; divê vê pirsê ji xwe bike: wek birêvebirî ez dihêlim her reng tê de cîh bistîne, çi bed çi çak, çi baş çi xerab, xwe bi hawakî îfade bike, lê belê heke rengek, an jî dengek, li vir em bibêjin nivîsek an jî hinek nivîs, başî û çakîya hinên din bilewitîne, an jî şêlî bike nehêle ku beşdarên din jê îstîfade bike, gelo wê gavê ez çi bikim, di wê niqtê de berpirsîya min dest pê dike yan na?
Rêz û silab
Mancel
Brayê Mancel Rojbaş,