[center][img]http://img361.imageshack.us/img361/2131/bgheaderaw5.jpg[/img][/center]
[b]RÊZDARAN[/b]
Em weke KNK, armanca me ya sereke, pêkanina yekîtiya netewî ye.
Li ser vê bingehê me xwe damezrandiye.
Di çarçova vê armancê de, ji bo dema nû a KNK, me bi navê ’BELGEYA STRATEJIK A NETEWÎ' pêşnumayek e amade kiri ye.
Vê belgeya pêşnuma em pêşkêşî we dikin.
Weke ku di navê xwe de jî diyar e, ne biryar e, bi tenê pêşnuma ye, pêşniyar e.
Em hez dikin û xweşhal dibin ku, hûn vê pêşniyara me li ber çavan bigrin û guftûgo li ser bikin. Di demek e nêzîk de(heta 20.09.2008) hûn bikaribin bersîva me bidin emê dilşa bibin.
Em li çavrêya dîtin, nerin, rexne û pêşniyarên we ne. Eger hûn pêwîst bibînin em ji bo hevdû dîtin û guftûgoyan jî amade ne.
Ji nuha ve sipaziya we dikin.
Bi rêz û silav
[b]Konseya Rêvebir a KNK[/b]
18.8.2008
[b]Kurdistan National Congress - KNK[/b]
Rue Jean Stas 41,
1060 Brussels
Tel: +32. 2647 3084
Fax: +32. 2647 6849
website: www.kongrakurdistan.org
e-mail: [email protected]
* * *
[b]Belgeya Stratejiyê ya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê[/b]
Brüksel,19,08, 2008
Şerê di navbera hêzên Kurdistanê û hêzên kolonyalîst de ketiye merhaleyeke nû. Ev rewş ji her gavî zêdetir yekîtiya navxweyî dixwaze. Heta niha gelek xebat ji bo yekîtiya neteweyî hatin kirin, gav hatin avêtin lê heta roja îroyîn platformeke ku hemû hêzan bîne ba hev çênebû. Ceribandinên ku berê hatine kirin ji bo gel bûne zanîn û tecrûbe û îro gel vê berpirsiyariyê daye ser milê pêşevanên siyasî. Îro doza Kurd û Kurdistanê pêwistiyê bi yekîtiya neteweyî wekî pêdiviyeke jiyanî dibîne. Êdî divê ku zemîna diyalogê di navbera hêzên neteweyî de bê çêkirin, ev bûye mecbûriyet. Divê ku bi lezgînî ev rê û rêçikên diyalogê bêne danîn, zemîna vê bê çêkirin. Her wiha divê ku li ser bingeha berjewendiyên neteweyî yekîtî û norm û rêzikên wê bêne diyarkirin. Divê ku ev di jiyana polîtîk de serwer be. Ev zarûret e. Em wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) “Belgeya Stratejiyê ya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan“ pêşniyar dikin û dibêjin ku di nava raya giştî ya me de bi berfirehî bê nîqaşkirin û li ser bikêrhatin û sûdeweriya neteweya Kurd bigihîje encamekê.
Statuya Kurdistanê û rewşa gelê Kurd:
Kurdistan, li Rojhilata Navîn di bin desthilatdarî û kedxwariya navneteweyî de ye. Di bin dagirkeriya Tirkiye, Îran û Suriyê de ye û rewşa wê ya çar-parçeyî dewam dike. Ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratî bêpar hatiye hiştin. Dîsa li giştiyê Kurdistanê bi awayê curbecur şer û polîtîkayên îmha û înkarê dewam dikin.
Parçeyê di nava tixûbên fermî yên Iraqê de rewşeke nû girtiye. Ev jî di nava Iraqa Federal de Kurdistana Federal e. Lê mixabin hikûmeta navendî ya Iraqa Federal, di pozîsyona “de facto“, “dijî Kurdistanê“ de ye. Ev jî ji bo doza Kurdistanê û mafên kurdan potansiyela xeternakiyê di xwe de dihêle. Ji ber vê jî divê ku bala neteweyî li ser vê be û ev bal her bilindtir be.
Di “Stratejiya Neteweyî“ de rewşa dînamîkên navxweyî û derve:
Rizgariya Kurdistanê, azadiya Neteweya Kurd û rizgariya gelên Kurdistanê ji destê neyarên kolonyalîst; bi awayê ku hemû hêzên neteweyî bibin yek û bi serferberiya li ser rêbazên polîtîk û yên rewa û şerê li hember neyaran dibe; ev jî tê wateya “Stratejiya Neteweyî“ ye. “Berjewendiyên neteweyî yên demokratîk“ di bingehê de “stratejiya neteweyî“ diyar dikin.
Aliyê “stratejiya neteweyî“ yê civakî li ser navê gelê Kurd û kêm-neteweyên din, hemû rêxistin u kesayetiyên polîtîk û rewşenbîrên sosyo-politik, sosyo-çandî û sosyo-aborî “hêza neteweyî ya mezin“ dertê meydanê û ev aliyê “stratejiya neteweyî“ yê civakî çêdike.
Hêzên neteweyî jî, polîtîkayên xwe yên ji bo Kurdistanê “rasterast“ ya jî “ne rasterast“ li gorî berjewendiyên jeo-stratejîk dimeşînin. Li ser vê rastiyê divê ku dengeyên real-polîtîk yên dinyayê li ber çavan bêne dîtin. Her wiha divê ku li ser berjewendiyên neteweyî û ji bo aştiya Rojhilata Navîn “îtîfakên piralî“ bêne hesibandin.
Rewşa Dewletên Dagirker:
Dewletên dagirker li ser berjewendiyên xwe yên dewletbûyînê bi hev re di hamberî û dijraberiyê de ne. Lê bi tenê li ser tiştekê berjewendiyên wan dibin yek û bi hev re tev digerin. Ew jî Tevgera neteweyî ya Kurdistanê û gelê Kurd e. Dewletên dagirker hem bi tenê li hember neteweya Kurd polîtîkayan dimeşînin û hem jî bi hev re polîtîkayên dijraberî Kurd û Kurdistanê pêk tînin û dimeşînin.
Rewşa Neteweya Kurd û Gelên Kurdistanê yên din:
Li hember vê konsepta nû divê ku dînamîkên neteweyî li ser berjewendiyên neteweyî bigihîjin hev û bi awayekî koordîneyî tev bigerin. Ev tiştek normal e û maf e. Taybetmendiyên ku li ser “parçetîtiyê“ ava bûne hê ji holê ranebûne, lê gelek lawaz mane. Li hember vê dewletên dagirker li hember tevgera neteweyî sînoran derbas dikin. Divê ku hêzên neteweyî yên Kurdan jî li hember polîtîkayen dewletên dagirker êdî “sînorên çêkirî“ nehesibînin û her tim bi hev re hevgirtinê pêk bînin, piştgiriyê bidin hev. Divê li hember eniya dagirkeran eniyeke yekgirtî û hevpar bê avakirin û bi hev re tekoşînê bimeşînin. Taybetmendiya nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divê ku li gorî vê konseptê tev bigerin.
Ji aliyê din ve neteweya Kurd di nava pêvajoya şoreşekê de ye. Karakterê Şoreşa Kurdistanê neteweyî û demokratîk e. Neteweya Kurd ji aliyekî ve li hember dagirkeran şerê neteweyî dimeşîne, ji aliyê din ve jî ji bo ku di nava civakê de pergala demokratîk bi cih bibe dixebite. Li gorî vê konseptê bajena (yelpaze) dînamîkên şoreşa demokratîk ya neteweyî berfireh e. Hemû çîn û qatên navberê, kom û komikên civakê yên dinê li hember pergala dagirker û kolonyalîst di hedefa şoreşa neteweyî de mutefîk in. Armanca ku wan tevan digihîjîne hev rizgariya Kurdistanê û azadiya neteweya Kurdan e. Di nava vê armancê de cihê asurî, ermenî, cihû, ereb, tirkmen, azerî , tirk û kêm-neteweyên Kurdistanê yên din jî heye. Ew jî mutefîkên neteweya kurd in. Azadî û rizgariya wan bi azadî û rizgariya neteweya kurd ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê li hember pergala wahşî ya kolonyalîst divê ku hemû gelên Kurdistanê seferber bibin û bêne birêxistin. Berjewendiya tevan li ber têkbirina pergala kedxwar dibe yek. Ji ber vê jî, divê ku li ser çarçova eniya neteweyî hemû bêne ba hev û hêzên xwe bikin yek.
Biryara Mafê Diyarkirina Qedera Xwe:
Di pêvajoyên şoreşê de konjonktorên derve û navxweyî, hêza neteweyî, li ser derfet û bikêrhatinan pêşketinên ku dibin, dibe ku rastî tevgera neteweyî a Kurd û Kurdistanê jî werin. Di çarçoveya “Mafê diyarkirina qedera xwe“ mafê gelê Kurd heye ku biryar bide. Dibe ku ev muxtariyet be, dibe ku federalîzm be, dibe ku konfederalîzm be û dibe ku serxwebûn be. Ji bo ku bigihîje van armancên xwe, mafê gelê Kurd heye ku hemû rêbazên rewa yên parastinê bi kar bîne.
Di Şerê Neteweyî De Pozîsyona Stratejîk:
Hêzên dînamîk û yên neteweyî di vê xalê de bi biryariyeke tund ji hev berpirsiyar in.
1. Divê ku berjewendiyên Neteweyî yên Demokratîk di ser her tiştî re bêne girtin.
2. Hebûnên neteweyî divê ku bêne parastin û rêzdarî li hember sembolan hebe.
3. Di şerê li hember dewletên kedxwar û dagirker de divê ku li ser rêxistinên din bi awayekî teng û hesabên rêxistinê bi hev neyê gerandin.
4. Bi çi awayî dibe bila bibe lê divê ku bi rêxistinên neteweyî re diyalog hebe.
5. Divê ku hevgirtin û piştgirî di nava hêzên neteweyî de di asta herî bilind de be.
6. Kerkuk û hemû sînorên Kurdistanê, li hember dagirkeran bi çi awayî dibe bila bibe divê ku bi hev re û bi awayekî yekgirtî bê parastin.
7. Divê ku şer û pevçûnên di navbera hêzên neteweyî de wekî sûç bê qebûlkirin.
8. Ku hêzeke neteweyî li hember hêzeke din ya neteweyî pratîkeke çewt bimeşîne, xetayek bike, divê ku ev wekî alarma sor bê pejirandin û li hember vê ji rêderketinê hemû dînamîkên neteweyî di nava alarimê de bin û ji bo ku ji çewtî û xetayê veger çêbibe, ji bo ku berjewendiyên neteweyî bêne parastin refleksên rastkirinê bêne nîşandan û bi vî awayî ji bo ku şkestin di nava yekîtiya neteweyî de çê nebe pêşî lê bê girtin.
9. Ji bo ku Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi awayekî domdar bimîne divê ku meclîs, platform, kongre ya jî rêxistinkirinên din bêne avakirin.
[b]Civîna Berfireh a KNK'ê [/b]
(Civîna Vedora Heştemîn)
[b]Kongra Netewiya Kurdistan
Kurdistan National Congress
Congrès National du Kurdistan[/b]
Rue Jean Stas 41 1060 Bruxelles tel: 00 32 2 647 30 84 fax: 00 32 2 647 68 49
Homepage: www.kongrakurdistan.com e-mail: [email protected]
Yekîtiya Netewiya kurdan!? AMENNA! EM JI BI WE RE NE! LE BELE...