PUKmedia
Serokê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan Ferec Heyderî di daxuyaniyekê de tevî ku ragihand, sibê dê encamên hilbijartinan bên aşkerekirin, da zanîn giliyên ku di hilbijartinan de hatine pêşkêşkirin, ji ber ku bi belge nehatine selmandin, derbasdar nînin û tu liste û qewareyek nayê cezakirin.
Heyderî ragihand, vê êvarê sindoqên dengdanê yên taybet li Bexdayê ji Komîsyonê re hatine şandin û got: “Tê texmînkirin sibê hûrgiliyên li ser sindoqên dengdanên taybet jî biqedin.“
Heyderî her wiha da zanî, eger hûrgiliyên li ser dengdanên taybet biqedin, sibê wate 29'ê tîrmehê di civîneke çapemeniyê de encamên destpêkê yên hilbijartinên paralameto û serokatiya herêma Kurdistanê dê bên ragihandin.“
Serokê komîsyona bilind diyar kir, li ser binpêkirin û nerazîbûnan di birêveçûna prosesa hilbijartinanên 25'ê tîrmehê de hejmareke zêde ya giliyan gihêştine destê me û got: “Ji ber ku tu yek ji wan giliyan bi belge nehatine selmandin, lewre tu lîste yan qewareyeke beşdarbû di hilbijartinan de nayê cezakirin.“
Heyderî di dawiya axaftina xwe de got: “Encam dê li hola Şîratom ya Hewlêrê bi civîneke çapemeniyê de bên aşkerekirin û tevî kanalên ragihandin û rojnamevanan, nûnerên tevaya lîste û qewareyên siyasî jî dê amade bin.“
Heyderî:Ji ber ku giliyên li ser binpêkirinan bêbelge ne, tu lis