Ana içeriğe atla

Kek Nemirdanî,Tu dizanî min xatirê te neþikand û çend peyvik nivîsand.Lê mixabin min fersend nedît ku careke din tiþtna binivîsim. Ez dibînim ku te dev ji înada xwe ya li ser nivîsandina bi zimanê kurdî bernedaye.Min xwest ku bi çend gotinên xwe piþtgirtiya pêþniyara te bikim. Qesda me ne ew e ku,Kesên zimanê xwe nizane, nabe Welatperwer an ne meqbul e.Ez bawer im ku mirov bi mejûyê xwe dighîje hin fikr û ramanan û gor wan tevdigere.çawa ku Mamosteyê zer (Ismail Beþikçi) Zimanê Kurdî nizane û hetta ne mirove kî kurd e jî ,lê ez bawer im ji piraniya kurdan jî baþtir kurdperwer e. Piþtî van gotinan ez dikarim bibêjim ku rewþa xwezayî dîsa jî ew e ku,mirov doza xwe bi zimanê xwe bimeþîne.Heke mirov doza azadiya Kurdistanê dimeþîne dive mirov bi zimanê dayika xwe bimeþîne na heke nizane divê hîn bibe.Mirov êþ û derdên milleta(netewa)xwe herî baþ bi zimanê bav û kalên xwe têdigihîþe û his dike. Zimanê kurdî,ji deh hezar salan û vir de bi destê bav û kalên me gihîþtîye me, lê em xwedî lê dernakevin, ev çi bextereþiyeke ku em doza welatê xwe jî, bi zimanê dijmin dimeþînin.Ez vî hertim dibêjim ku partiya PKK bi destê xwe zimanê tirkî di tevger û sîyaseta xwe de wek zimanê fermî(resmi) bikar anî.Ev sedî sed rêyeke þaþ e û dawiya wî tune. Ji ber ku min di gelek Komelên Kurdan de dersên zimanê Kurdî daye, ez bi bêdilsafitîya însanên me baþ dizanim.Hema bila bipeyivin û bipeyivin,Lê di dema xebat û zehmetkiþandinê de hema li paþ xwe nanêrin û direvin. Kek Nemirdanî nebe tu jî hinekan birevînî ! Li xwe baþ miqate be ! þev baþ,

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.