Ana içeriğe atla

Îro parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya Ednan Muftî ji bo gotûbêjkirin û helwestwergirtin li hember pesendkirina projeqanûna hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve civînek awarte saz kir. Serokê parlamentoyê Ednan Muftî di destpêka axaftina xwe de got:“ Prosesa dengdana ya duhî dûr bû ji hemû prensîbên demokrasiyê û destûra Iraqê hate binpêkirin.Her weha dûr bû ji hemû rêkeftinên ku pêştir di navbera pêkhateyên parlamentoya Iraqê de hatine kirin.Bi vî awayî dengdan jî kudateyek (derbe) e bo destûra Iraqê û projeqanûna hilbijartinan.“ Muftî paşe jî deqa madeya 24-ê ya vê qanûnê xwend ku qala hilbijartinên civatên parêzgeha Kerkûkê dike û got:“ Ev made li dijî destûrê ye û Hevpeymaniya Kurdistanê nedixwast ev made bikeve qanûna hilbijarinên civatên parêzgehan. Guman li wê yekê tê kirin ku jimareya qanûnî ya endamên parlamentoyê di civînê de amade nebûne. Pesendkirina vê qanûnê li biryareke dezgeheke serdema rejîma baasê diçe.“ Paşe jî cîgirê serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî got:“ Ji bo têkdana têkiliyên navbeyna pêkhateyên parlamentoya Iraqê, pesendkirina vê qanûnê destpêkeke xeternak e. Ev jî jib o hişyarkirina kurd daku dost û dujminên xwe binasin xaleke girîng e.“ Seroka fraksiyona kesk ya parlamentoya Kurdistanê Kwêstan Mihemed jî got:“Ev proje li dijî madeya 140-ê ye û metirsî heye bo ser tewafuqa siyasî ya li Iraqê û dê nakokiyên di navbera pêkhateyên Iraqê de qultir bike. Pêwîst e li Kurdistanê hevpeymaniyeke binkefireh bê avakirin.“ Serokê fraksiyon zer ya parlamentoya Kurdistanê Şîrwan Heyderî jî got:“Tu birgeyeke qanûnî tuneye ku deshilat bide serokê parlamentoya Iraqê daku madeyek ji projeqanûnekê bi nehênî bixw dengdanê û deng li ser bide.“ Şîrwanî gumana xwe nîşan da ku armancek siyasî li pişt vê pesendkirinê hebe. Paşe jî serokên freksiyonên nav parlamentoyê û jimareyek ji parlamenteran nêrînên xwe li ser vê arîşeyê der birîn.Ji wana jî; pêdaçûn û liberçavderbaskirina rêkeftin û hevpeymaniyên ku kurdan digel aliyên dî ên iraqî pêk aniye.Her weha dan zanîn ku bi vî awayî pesendkirina vê qanûnê hilwaşandina tewafuqa siyasî ya ku Iraq li ser hatiye avakirin e.Endamên parlamentoyê ragihandin ku demokrasî ketiye metirsiyê û hin alî bo bihêzkirina desthilata navend kar dikin.Her weha dan zanîn ku pêwîst e stratejiya kurd guhere û mala kurd bê yekxistin û rêkxistin jib o bidestxistina mafên gelê me û pêdagirî li se bê kirin. Di dawiyê de jî serokê parlamentoya Kurdistanê ragihand ku li jêr ronahiya civîna îro parlamento dê di beyanameyekê de helwesta xwe rabigehîne.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.