Lêkolîn: Medya Kurdî “struktûr û wezîfe” | Dr.Ekrem Önen
Wek tê zanîn ji roja ku Medya wek pirs derketîye ortê mirovan gelek metodên lêkolînên ilmî di pirsa medya de afirandine, û di encamê van metodên lêkolinan de gelek lêkolîn îroj li ser medya hatine kirin. Yek ji van metodên lêkolînê li ser medya ku gelek efektîv,Unîversal û nuha ku li cihanê bêhtir belave, metoda lêkolînê a ku bi navê “struktûr û wezîfe” (structural functionalism) medyayê ye. Wek tê zanîn bi vê metodê lêkolîn li ser medyayê mirov bêhtirîn cara dighêje encamek rast di derbarê struktûr û wezîfa medya yê li welatekî. Emê jî nuha bi vê metodê heger ne pir fireh jî be emê bixazin li rewşa medya kurdî bi tevayî û bi teybet a başûrê Kurdistanê binerin.
Medya yek ji fenomenên civakî yê herî grînge. Di van pêncî salê dawîde pêşketina teknolojîyê, mirov dikare bêje hema hema teesîr li ser hemû alatên ragîhandinê kir. Bi van teesîrên ku hêdî hêdî (ewrîm) çêbûn pêşketin di alatên ragîhandinê de bi xwer anî herweha di vê protsesê de gelek alatên ragihandinên ên nuh ji pêyda bûn.
Jibo em bikaribin rewşa medya kurdî baş têde bighên bi guman lazime em li hinek protsesên medya yê ku unîversalin û hemû welat û tevaya cihanê têde derbas dibin bi bir binin wê demê ewê rewşa medya Kurdî hin baştir bê zelal kirin.
Wek tê zanîn heger mirov li protsesa medya yê a ku li gelek welatên cihanê têde derbas diba binere mirov dikare vêya dabeşî sê qonaxa bike.
Qonaxa 1-Medya Partîyan, 2-medya profesyonal, 3- medya ticarî (kommersîal).
Wek tê zanîn medya partîyan li hemû welatan roleke grîng û erênî (pozîtîv) lîstîye bi teybet li gelek welatên ku tekoşîna rizgarîya netewî dane û hin didin. Medya partîyan di tekoşîna rizgarîya netewî a gelan de roleke yekgirtin, motîvasyon û mobîlîzekirina civatê saz dike her weha di rojew çêkirin û di sazkirina raya giştî de roleke girîng dileyze. Wek tê zanîn îroj mirov dikarê bêje li behtirîn welatên cîhanê medya partîyan rola xwe dagirtîye û cihê xwe bêhtir dayê medya profesyonal û ticarî (kommersîal) heta mirov dikare bêje li bêhtirin welatan nuha êdî medya profesyonal jî cihê xwe daye medya kommersîal. Piştî ku li bêhtirîn welatan tekoşîna rizgarîya netewî dighê armanca xwe an bi awayekî din dewlet li welatekî wek sîstem baş bi cîh dibe her çuqas medya partîyan her dimîne jî lê li teveya welat cihê medya partîyan medya profesyonal digre a ku bes berjewendîyê dewlet û welat diparêze. Bi pêşketina welatekî ji alî aborî civakî û kulturî, rê li ber medya ticarî (kommersîal) vedike û hêdî hêdî medya ticarî (kommersîal) li tevaya welat hakim dibe. Îroj em dikarin bêjin li bêhtirîn welatên ji alî teknolojî, aborî, civakî, kulturî pêşketine li welatên wan her çuqas medya partîyan û profesyonal hinek hebejî lê medya komersîal hakime, ew rojewê çê dike û raya giştî saz dike.
Di van qonaxên ku li jor me behsa wan kir ku medya tê de derbas dibe ka em li rewşa kurdistanê binerin. Li Kurdistanê rewşeke teybet heye dagirkirina Kurdistane hiştîye heta nuha jî ku li kurdistanê medya partîyan hakim be. Medya partyan li kurdistanê roleke erênî listîye û nuha jî di leyze. Bê guman rewşa medya li her perçeyekî kurdistanê jî teybete. Li Kurdistana bakur,rojhilat û rojava ji ber sebebê objektîv medya partîyan hakime û ew roleke teybet dileyzin. Li başûrê kurdistanê rewşeke teybet heye û gelek glî û gazin ji wan tê kirin ku çima heta nuha li wir medya profesyonal nikare bi sazkirin û roleke serekî bileyze. Ev glî û gazin ji ber wêye ku li başûrê kurdistanê, ev 20 salin de-facto dewletek hatîye avakirin û bêhtirîn înstîtuyên dewletê hatine avakirin. Bê guman di vî 20 salî de li başûrê Kurdistanê dikarîbû sîstemek bi hata avakirin ku Medya hereme Kurdistanê derbasî medya profesyonal biba. Her cuqas em li protsesa derbasbûna medya yê ji qonqxekê derbasî qonaxqa din li welatên chanê binerin ev qonax mirov dikare bêje dor 50 salî buye ev ji bo demên berê, lê divan 20 salên dawî de gurtinên teknolojî, aborî û kulturî ku li cîhanê çêbûne beramberî 100 salên demê kevne, dixwazim bêjim li başûrê kurdistanê ev protsesa ku li welatên din di 50 salîde bû li kurdistanê dikarî bû di van 20 salên dawîde bibûya. Ji ber ku bi destxistina teknolojîyê û înformasyone nuha ji demên berî hîn bêtir hesanê, heger mirov miqayese bike dewleta Îsraîl di sala 1942 de hate avakirin di navbera 18 salande yanî di sala 1960 de bomba atome çêkirin. Tevî salên 1960 bi destxistina teknolojî û înformasyone ne wek nuha hesan bû. Heger deh panzde sal berê hukûmeta herema kurdistanê sîstemek û yasayek medya yê bi rêk û pêk bihata danîn bê guman ewê îroj Medya herema kurdistanê di qonqxeke din deba. Kurd hemû îmkanên wan hebûn, bes sîstem lazim bu, teknîka medya bi dest xistin gelek hesane her weha ew teknîk bi dest xistin, îmkanên madî têra xwe hebû her weha pisporên kurdan her çuqas ne pirbejî lê hebûn, çima protsesa guhertina medya li hereme kurdistanê bi ser neket? Diyarê di derkê de şaşîtî hebû. Bi ya min şaşîtî di wir debû ku ev kar ne bi pisporan bi qerarên polîtîk hate meşandin.
Wek tê zanîn di medya de ya herî îroj bi bandor Televîzyone emê jî di vê nivîsêde bixwazin granîyê bidin ser televîyonên Kurdî. Ji bo çi televîzyon ne radyo an Rojname an beşekî medyayê yî din? Yek jê Televîzyon di mala her kesekî ku ne pir halxweş jî be televîzyonek heye û nuha bi destxistina televîyonê ji bo herkesekî gelek hesan bûye, dudu wek mînak radyo û rojname hew mirov dikare bixwîne û guhdar bike lê televîzyon tiştê dixwaze bide mirovan bi deng û hereket bi hevreye, ji ber wê ji ji bo mirova bi tevayî ji halatên din ên medyayê balkêştire û teesîra wê bêhtire. Di pêşde bê guman înternet di kare bibe alternatîvê televîzyonê lê îroj heger mirov lê binere mirov dibîne ku Înternet yek jê ne hewqas wek televîzyonê belaye her weha ji bo karanîna Internetê hinek zanebûn ji lazime. Lê her çuqas em behsa televîzyonê bi giranî bikin jî bê guman ew di eynî wextê de behsa halatên ragihandinê yên din jî be. Ji ber ku yek ji wezîfa Medya yê esasî Nuçe ye her weha nuçe di eynî wext de zanebûnê dide civatê. Di rupelên rojnama, malperên înternetê û di seetên xeberade tiştên radyo û televîzyon dide zanebune. Ji ber wê jî dema behsa beşekî medya bibe ew di eynî wextê de behsa tevaya medyayê ye.
Mirov dikare wezîfa Medyayê di van xalande eşkere bike: 1.Nûçe, 2. Rola pozîtîv bi hevra jiyana civatê, 3. Motîvasyon, 4. Munaqeşe – Diyalog, 5. Perwerde, 6. Pêşxistina Kûltûrî, 7. Şahî, 8.Yekgirtin civakî-netewî.
Nûçe dayin yek ji vezîfa medya yê ya herî grînge di rêya nûçe dayinên de her veha medya zanebûnê jî dide civatê her weha medya di rêya Belavkirina înformasyona civakî û kulturî ji bo bi hevra jîyana civaka heterojen (pir reng) roleke grîng dileyze, Di rêya Belavkirina înformasyona civakî medya ji civakêre hedefan nîşan dide û nirxên civakî li ser niga dihêle û hisên civakê di varên nirxên civakî de bilind dike, wek mînak di civatêde belav kirirna nirxên civakî ên wek serxebûn, Azadî, Mafê mirovan û hwd. Bi vî awayî wezîfa motîvasyonê dileyze. Her weha di rêya belavkirina seneet û edebyatê rolekê di pêşketina civakê a kultûrî de dileyze. Wezîfak medya yê din ewe ku çêkirina programên şahî yê ye dema mirov evaran piştî kar ku westîyane û hemû malbat li male mirov dixwazin li prgramên şahîyê temaşe ki, medya di programên şahîyêde ji temaşevana re bernameyên wek spor, muzîk, magazîn, Musabeqe u hwd. Pêşkeş dike.
Naverok
- Çend gotin li ser têgihîştina rojnamegerîyê
- Struktura avkirina dezgehên medya li Başûrê kurdistanê
- Rola medya di sazkirina raya giştî de
- Rola medya di rojev çêkirinê de
- Manîpulasyon di medyayê de
- Rola medya di sazkirina şuura netewî û paraztina evlekarîya netewî de
- Di medya de Autokontrol, kontrol û sensur û Rojnamegerîya objektîv
- Wekhevî ya Jin û Mêr di medya Kurdîde
- Rola avayên bingehî bajar û Gundan di belav kirina medya civakî û çapkirî de
- Unîversîteyên Başûrê kurdîstanê û bêşê wan yên Rojnamegerîyê
- Tunebûna Ajansek nûçeyan a Kurdî bi rêk pêk û teesîrên wê li ser medya Kurdî
- Rola Olî (Dîn) Di TRT de (TRT,TRT 6, TRT 1, TRT Awaz, TRT Anadolu, )
Ji bo xwendina tewaya Lêkolînê pêl vê girêdanê bikin:
https://newroz.com/Downloads/Medya_Kurdi_struktur_u_wezife.pdf
Dr.Ekrem Önen
[email protected]