Skip to main content

Lemonde Kurdî: Kurdistan û milletekî parçekirî | Jean-Pierre Viennot

"Turkên çiyayî" radîkalîze dibin

Di dema siyaseta çewisandinê de ku operasyonên Artêşa azadiya neteweyî di pey re hatin, êrîşên hukumetê yên li dijî çalakiyên çepa turk û "cudaxwazên kurd" jî zêde bûn. Ji xwe, ev herdu tevger tim tên tevlihevkirin û yek tên hesibandin, lewre tevgera kurd ya neteweyî, bi taybetî jî baskê wê yê legal, mecbûr dimîne ku digel çepgiran, nemaze di nava Partiya Karkeran ya Turkiyeyê de, xwe bi sazî û rêxistin bike; lewre hemû celebên sazî û tevgerên siyasî yên kurd qedexe ne û çepa turk ya tûndrew jî êdî bêtir û bi awayekî aşkere doza tevgera kurdî qebûl dike. Herçend rast be ku rayedarên Anqereyê neheq in û hemû daxwazên Kurdan, heta yên herî piçûk jî (weke mînak, mafê weşandina rojnameyên bi zimanê kurdî), weke "sûcekî li dijî yekîtiya xakî ya Dewletê û yekîtiya Komarê" dihesibînin jî, hêjayî gotinê ye ku hevkariya balkêş ya nuh ku di nava çepa turk û tevgera kurd de pêk hatiye êdî ne bi tenê rejîma siyasî ya Anqereyê rexne dike, lê herweha berê xwe dide Turkiyeya nûjen û bingehên wê yên Dewletê û îdeolojiya wê jî ku li ser "şoreşa neteweyî" ya 1919-1923’an ava bûye: kemalîzma ku îroj jî îdeolojiya fermî ya Dewleta turk e.
Rasta turk û rasta tûndrew ya ultra-nasyonalîst, pantûranîst û faşîzan, baş di qeyrana heyî de gihîştine û tim bangê dikin ku çalakiyên li dijî tevgera kurd xurttir bibin. Lewre ew vê tevgerê bi du "sûcên" siyasî ku Turkiyeya îroj nas dike, tawanbar dikin: komunîzm û cudaxwazî. Di hejmara 42’yê (hezîran 1967) ya kovara "Ötüken" de, ku weşana Partiya Tevgera Neteweperwer ya fermandar Alparslan Turkeş e û ji hêzeke pantûranîstên paramîlîter tê, gotareke Nihal Atsiz heye û sernivîsa wê "Hengameya Kurdên sor" e ku em beşekî jê werdigirin:
"Belê, min di gotara xwe ya hejmara bihurî ya Otukenê de (nisan 1967) weha gotibû: heger ew dixwazin bi zimanên xwe yên hov bipeyivin ku ji çar pênc hezaran pê ve peyvên wan nînin, û heger ew dixwazin Dewletekê ji xwe ava bikin û bi zimanê xwe weşanan bikin, bila herin dereke din. Em, Turk, me xwîna xwe kiriye çem û herikandiye û ev erd stendiye û me koka Gurcî, Ermenî û Yûnanên Bîzansê paqij kiriye û em lê bi cih bûne… Gava ku di Şerrrê Cîhanê yê Yekem de hemû Ermeniyan xayintî bi me kir, Kurd ji ber xezeba me filitîn, lewre ew di çiyayên xwe yên asê de dijiyan. Heger weha nebûya, li wan herêmên ku ew pirrhejmar in, ew ê nuha bi tenê kêmhejmar bûna. Tu dixwazî, bila hemû nifûsa wan herêman % 100 jî di destê wan de be, lê belê xewna wan ya avakirina Dewleteke li ser axa turk dê weke xewna Yûnanan ya Bîzansê û weke xewna Ermeniyan ya Ermenistana Mezin be. Hê neteweya turk li wan nehatiye xezebê û ew qirnekirine, bila bicehimin û biçin. Erê, bila biçin, lê ew ê biçin ku ? Hema ew kuderê dixwazin, bila biçin wira, Îran, Pakistan, Hindistan, an jî cem Barzanî; bila ji yekîtiya Neteweyan bixwazin ku li Afrîkayê ji wan re welatekî peyda bike. Nijada turk gellekî bêhnfireh e, lê belê gava ku xwe hêrs bike, ew dibe şêrekî xurt ku kes nikare rawestîne. Bila ji Ermeniyan bipirsin bê em kî ne û bila dersê ji wan bistînin !"

Jibo berdewamîya Gotarê ji kerema xwe re herin ser malper a Lemonde Diplomatique Kurdî:
http://www.lemonde-kurdi.com/kurdistan-u-milleteki-parcekiri

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.