BÎRMEKİN HESPÊN SUBARU RUSPÎTÎYA MENE
Kurd alîye şaristanî, erdçinîn û pez xwdîkirinêva xwedî dîrokek kewnin. Li dinyayê nezîke 170 cinsê hespan tê hemcirandîn, di nav wande hespên Subaru cîhekî taybet digirin. Hespên Subaru di dema dara Dewleta Subarda hatine kerîkirin û xwedî kirin, ew him xwirtin, him spehîne, alî bazdanê va ji gelek başin, di tengasîyê da qet tu car mîrov tenya nahelin. Îro li Rojhilatî Kurdistan, taybetî jî derdora Kirmancşax tên xwedî kirin. Gor zanîna min ji Awusturalyayê şerîkekê dest avit wan hespan û bona paraztin, xwedîkirin û garantîkirina diwaroja wan gel malbendek Kurd destpêkî kar kir. Hespên Subaru ji Kurda dîyarîyekin bona hemu mîrovetîyê, di salên dihatû da bawerim Kurd zedetirîn vê hebuna xwe jî xwedî derkevin û seranserî Kurdistan hespên Subaru xwedî bikin.
Berî hatina makîneyên motorîze hesp parçekî jîyana me bun, hemu reyên dur û barên giran wan dihat girtin. Hinek bona bar, hinek ji wan bona sîyarbune dihatin xwedîkirin. Yên ku bona sîyarbune dihatin xweî kirin; ne dihatin barkirin, berku revaçun û bazdana wan xirab nebe. Li wan sîyarbun zutirîn dema wan se salîya xwe diborandin, dibu. Hinekan heta borîna çar salîya wan jî lê sîyar nedibun. Jimara xwedîyên ku heta du salan sebir dikirin jî kem nebu, la paş qedandina sala dudîya hespa xwe sîyar dibun. Yekhemcar ew sîyarbun dibu qismetî zaroka. Dema Canî dihat mezinkirin, mabeynî canî û endamên malê nezîkbunek û hevhatinek pêk dihat, wexta sîyarbuna yekhem ewqas problem dernediket. Hespa cîvan li gel xwedanê xwe enşaritî nedikir, kem hesp hebun ku enşaritî dikirin û sîyarîyê xwe diavitin erdê, pîl û baskên wan dişkandin ew birîndar dikirin. Problema mezin alîyê hespek xam ango hespa kû hîna nehatubu barkirin, dihat kirîn û dema bona sîyarbune ew dihat ceribandin, derdiket. Berku mabeyna hespê û sîyarê wê da hevhatinek û nezîkbunek tunebû, hespê ew qebulnedikir, bi hemu hunerên xwe, xwe diparazt. Xwedanê nu bêzar dikir, xwedan diket nava krîzek mezin û şevên bê xewn bo wî diketin rêzek dirêj. Kurda bona hespên wusa metodekî kewnd dianîn kar: hespa enşerî wan gel hespên din bê sîyarî didan bazdan, ewqas didan bazdan ku; ew nava kehl û xwîyêda dima, dema hespa enşêrî di nava kehl û xwîyêda helak dibu û bê teqet diket, bi nezîkbunek pîçuk lê sîyardibun, edî hespa enşerî sîyarê xwe nediavit erdê, hedî hedî jîyana xwe ya nu qebul dikir. Navê vî metodî: yekhemcar tip û tal bidê bazdan dura lê sîyarbe ye. Ew metod gelek kewnd e, ji Subarîya heta îro hatîye. Dinya modern da ew metod alîyê dewletên dagirker da diji gelên jêrdest tete karanîn. Ew gelên jêrdest bê armanc dikin nava şer û berxwedanê, berku ew bona demek dur û direj bikaribin carek din pişta wan sîyarbin.
Daxwa îro li Kurdistana Bakur tehlîkeyek wusa dibînim. Di salên 1980, hun bejin 1984 virda mabeyna Kurd û dewleta Tirk da şerek diqewîme. Tablo wusa dîyar dike ku ew şer mabeyna azadîxwezin Kurdistan û dagirkerên Tirk da pêk te. Raste yên ku li çîya dijî dagirkerîyê nava şerdanê; azadîxwezin, bona Kurdistanek Serbixwene, wan her tim bona Kurdistanek Serbixwe dest ji jîyan dan, ew runîya çavên gelê Kurdîn, ka kî bejna xwe li ber wan natewîne û xwer nabe. Ma yen ku zîndanên dagirkeran da xwe fedakirin û bona Kurdistanek serbixwe qîrîyan, wusa nebun? Ma wan serbilîndî mirin hemez nekir? Îro xulamê dagirkeran nava meda belayek mezinin û xwe bi hostatî weku pêşvigarê azadîxwezan didin nasîn.
Ji paş 1970, li Kurdistana Bakur, Kurda axa mirinê hedî hedî ji ser xwe diavitîn û taybetî jî xwendekarên wan bona Kurdistanek serbixwe rêdiketin. Ew potansîyelekî gelek mezin bun, taqeta wan bona sazkirina Kurdistanek Serbixwe û gorandina Rojhilata Navarast, terê dikir. Wan tevirê Kurdistana Serbixwe û Yekhev lê dixist. Wan qora yekem ya dîwarê Kurdistana Serbixwe didanandin. Dagirkeran 1978 virda planekî dur û dirêj pêkanîn, ew plan îrojî nava Kurda da berdewame. Wan plana xwe bi Partîya Kemalîstên Kurdistanê bi vî şiklî pêkanîn: 1-Pêşvigar û ronakbirên ku bona rêvabirina Kurdistanek Serbixwe amadebun, bi komplo, deq û dolaba kuştin. Him kuştin, him jî bezirganîya kuştina wan kirin. 2-Li Kurdistanê, çîya, şikevt, banî, kanî, deşt û çem neman gemarî kirin. Cîh yên ku hîna alîyê dagirkeranva nehatibun dozîtin yek bi yêk pêşkeşî agadarîya dagirkeran kirin, kêç û lawên Kurd bêbextî dan kuştin. 3-Hezaran gundên Kurdistane dana valakirin, îro nezîka 10 mîlyonan Kurd li ser axa xwe ninin, bajarên weku; Stembol, Îzmir, Bursa û Edenê di nava neçarî û belangazîyek mezin dijin. Kurdistan kirin warê şer. 4-Bi navê Kurda Parlemena Sirgunê, ERNK û organîzasyonên din sazkirin, enerjîya Kurda bi hostatî mêtin. Duraji yek bi yek pînek wan organîzasyonan dan û Kurd û dostên wan kirin nava heyîrîyek mezin. Li ser bingeya navnetewîyêda rexbeta Kurda anîn penç pera. 5-Bi partîyên weku HADEP, DEP iro jî BDP Kurd kirin parçekî dewleta dagirker. 6-Îro edî ruyê xwe pasdikin û her tîştî aşîkar dibejin, hemu plan li ser mayîna dewleta Tirk û jîyandirêjbuna wene. Heta naha şerê ku em navdabune bona girtina enerjîya mebuye, ne bona Kurdistanek Serbixwe. Armanca wan ew buye ku; ew me bifetisînîn carek din pişta me sîyarbin.
Dagirker bawer dikin wan edî enerjîya Kurda girtîye û dikarin carek din pişta me sîyarbin. Balam gelê Kurd bi xwe, hezaran sal virda naskarê vî metodîye, ew tore bi ser hepên enşerî kar anîyê. Bîrmekin em xwedanê Hespên Subarune, ew ruspîtîya mene. Emê diwaroj da jî dagirker û xulamên wan qe tu car li ser pîşta xwe qebul nekin û wan her tim bavên erdê. Kurd bi xwe ne hespê enşerîne wan hezaran sal virda hespên enşerîra xwedantî kirîye û ew hostatî kerîkirine. Ji ber vê ez bawerim azadîxwezin Kurdistanê, dagirkeran û xulamê wan ji ser pişta xwe bevêjin ala Kurdistana Serbixwe hildin jor. Her kî ku îro mafê carenus a Kurda aşîkar nayne serê zman; ji mîrovetîyê û Xwedapareztîyê dure, ew ji mîrovtîye newertir her tişte. Ne zede ne kem bila her tişt bona Kurdistanek Serbixwe be. Serbixweyeti ne diwarojda taf û naha gîrînge, ji ber vê ez dimînîm vî alî bila ew nav me derkevin biçin wî alî.........
Bîşar Norşîn
26.09.2010