Skip to main content

SERSAXÎ Û XEMBARİYA KİRASGUHASTİNA ÊZDİYÊ EMEKDAR !

Li ber dilê min, xembariya kirasguhastina rûsipiyên ÊZDIYAN, bi taybetî jî ew kesên ku di nav welat de çande û ola me di bin hemû zahmetiyan de diparastin, gelekî emek û nandarbûn zêdetir e.Xwedê dizane û gelek kesên mîna min jî şahde ne ku rahmetiyê xalê Kasim Savgat (Qasimê Temo) jî yek ji wan emek û nandarên rûsipiyê me Êzdiyan bû. Ez nikarim hemû dîtin, zahmetî û koçberiya malbata Xwedê jê raziyê xalê Qasimê Temo birêz bikim. Lê ez dizanim, wexta desthilatdarên Tirkiyê û bi taybetî jî rêvebirên „dewleta kûr„ ,rêxistinên nijadperest, hêzên bêxîret, bihevûdinê re desthilatdarî, teror, zilm û zora xwe li ser partî, rêxistin, dezgeh, kesên demokrat, azadî xwaz û hemû Kurdên bixîretbûn zêdetir kirin, bi hezaran gundên me Kurdan wêran kirin û bi deh hezaran jî welatparêzen Kurd di zindanên xwe de darizandin, hingê di 24.08.1988 de birayekî xalê Qasimê Temo yê bi navê Dewrêş Savgat jî li herêma Wêranşehirê, li gundê Mozikê(Yukarıkoşanlar köyü) Daxanê de wenda û qetil kirin(berdewama vê buyerê di Çavk.:1 Rûp.:351-352). Rahmetiyê xalê Qasimê Temo, piştî vê qetîlkirina birayê xwe jî çend salan bi xêra hinek nas û maldariyê li dijî teror, zilm û zora desthilatdarên Tirkiyê û Kurdên bêxîret liberxwe da. Lê, dûre ew jî ji ber wahşeta wan dagirker û kevneperestan mecbûr dibe bireve û têye Almaniya dimîne. Xalê Kasim Savgat, li xerîbiyê jî derd û belayên bav-kalan ji bîra nedikir. Lewma jî tendûrîstiya wî Êzdiyê emekdar ne baş dibû û ew di 16.07.2009 de kiras diguhêze. Ez bi kirasguhastina xalê Qasimê Temo, vî Êzdiyê ku di nav û derveyî welat de çande û ola me di bin hemû zahmetiyan de bi can û malê xwe diparast, zêdetir xembar bum.Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim ku ew xalê Qasimê Temo bi rahmeta xwe şahbikin û ji hemû nefêrên malbat, dost û nasên xalê Qasimê Temo ra jî sebir û sersaxiyê dixwazim.Kemal TolanOldenburg, 17.07.09Çavkanî :1. Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî- Çileyêpêşîn 2006 Stenbol.

Anonym (not verified)

Thu, 2009-07-23 02:40

Kekê Kemal, Birastî ez jî bivê Agahdarîya te pir êshîyam lê ev rê li pêshîya me hemîyaye ev jêre di bêjin Emrê Yezdanê dilovan, lê ew Mirin Zahmete kü bi Derb û bera ânî bi gülêyên dijminan bêne küshtin ew gelek bi mirov zahmete. Birastî her navê Mirinê ne xwoshe lê biryara Yezdanê dilovane Bera serê Kes û Xwedîyê Hêja Xalê Qasimê Temo saxbê . Cihê wî Bihishtbê. Sed rahme lê bê Yezdan û tawisî melek wî bi bexshînê Destê te saxbê xizmeta te Qebul bê Kek Kemal Silavên Biratî Hozan Azad

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.