[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6182]Di zimanan da hinek bêje xwedî çend manene. Bêjeya şîn alîkîva li gel sor û kesk rengekî serbixweye. Bi hevqelibandina çend rengan mîrov nikare rengên serbixwe weku zer, sor û şîn biafirîne. Rengên neserbixwe bi hevqelibandina rengan asan tên afirandin. Şîn û zer; kesk didin, sor û zer rengê portakalê didin, sor û reş rengê qawê didin. Mîrov dikarê bê sînor rengan bi hevtevde û tonên din destxwe bixîne. Reng bona nasandina kes, rewş, kom, partî û şerîkanda rolekî mezin dileyzin. Bona nasandine car cara tenia rengek, car cara zêde reng bi hevra weku sîmbol tên karanîn. Li Başurî Kurdistan dema zere taf PDK tê bîranîn dema kesk be YNK tê bîranîn. Spî seranserî dine buyê rengê xwedan û devjêberdanê. Reş di olê mesîhî û mislimananda buye rengê xemgînî û pozgînîyê. Rengê şîn di jîyana Êzdîyên meda nişeta bêoxirîyêye. Cil û bergen şîn nayên berkirin, ew reng jîyana wanda teqrîben qedaxeye. Tê gotin ku tertalekêda lêşkerên ku avitîbun ser Êzdîyên me cil û bergên şîn berkirîbun.
Ew reng kuştin, hovtî û tarteleya bê hempa tînî bîra gelê me. Di nava pavejoyda şîn bu rengê mirinê. Te gotin ku Xwedê şîne neke mala kesî, şîna mirîyan hatîyê danîn, çi hatîye serê we, ma we şîn giredaye an çi?
Şîn di nava gelanda curebicur tê girtin. Di nava hinek xelkên rojhilata Asyada bi peran jin û mer tên girtin û ew profesyonel li gel gewrîyên malê hostatî digîrin, gor quweta mîrovê mirî û malbeta wî, jimara gîrekaran (ber ku edatên mede tiştekî wusa tune ez wusa dibêjim)zede an kem dibe, ew bi hevra dengdikinhev û digîrin, bi vî avayî şîna mirîyan geşdikin. Hinek ji wan li ber rojingekê disekinin û perêyên ku mirovê mirî bi hosî bona sotandinê hiştine disotînîn, bi perêyê banqinot û şewitandina wan, mîrovê mirî tê bîranîn û şîna wî tê geşkirin. Heta damezrandina Komara Hindistanê, di nava hinek gelên Hindî da, li paş mirina meran, hemu malên wanî şexsî li gel wan dihat şewitandin. Berku jin û hespên wan, weku malê wan dihatin hesabkirin; ew ji bi zindî gel wan dihatin şewitandin û xwelava wan jî bi wanra dihat hilanîn. Dîroka wan da mezintirîn xemgînî ew bu ku; li paş mirina padişahekî wan sêsedan zedetir jinên wî bi zindî dabun şewitandin û xwelavên wan li gel xwelava pa
dişah hatibu hilanîn. Li Sudanê navçeyekê bona mirîyekî du cara şîn te danîn, cara yekem dema mirov dimire şîn tê danîn, dura cara duem çend sal şunda, mirî cîheki hatîbu binaxkirin/vêşartin tê derxistin bi gîrî û şînek mezin carek din tê bîranîn, carek din tê kefenkirin û dura dîsa tê binaxkirin/vêşartin.
Gor edetên me yê Kurdên kewnd, yên ku kiras dîgorîn bi saz û pîka dihatin hilanîn, berku rastî mirin tunebu tenê kirasgorîn hebu, şîngirtin bi şîwekî din cîhdihat. Ji ber vê nedihatgotin em diçin serîxweşîya mala ke, dihatgotin em diçin azadîya mala ke... Bo çi xafilda rêngê şîn û şîna mirîya hate bîramin û min ewqas serê we êşand? Biborin sed car biborin....
Rojekê roja gundekîda mêrê jinekî dimrê. Tenya kwirekî wan heye. Jin şîna mêrê xwe digre û mehan, salan şîna wî berdewamdike. Berku merê wê bi cîwanîya xweda mirîye û hîna ew terîhevnebune. Bi kwirewîbuna jinê, law nava xemînîya dayîka xwe da mezin dibe, te bîstûdu salan. Ji kwirda merekî spehî, xwirt ê lewend derdikeve. Hemu qiz û jinên wî gundî dixwezin wî xortîra bibin heval, hinek qîz û jin çavberdidin wî. Kurdên me dibejin çavên felekê kwîrbin, erê qedere, çavên felekê kwirbin, xafilda xortê çelêng, kwirê jina kwirebî nexweş dikeve û dimire. Dayîka wî xortî hîna şîna merê xwe rizgar nebuye, serda xwedî şîna kwir dibe. Mala wê û cîgera wê disote, alkîva digîre porê xwe diruçîkîne, çokên xwe dixîne alîyêdinva bi deng bilind û feryad dilore. Deng û gîrîna wê derdikeve ezmana. Hemu jin û qîzen wî gundî tên derdora wê dayîke û dixwezin eş û xemgînîya we bigirin ser xwe, we bîçek bê deng bikin, berku ew ewqas çokên xwe nexîne û negîre. Dayîka xorte lewend dilorîne û
dibejê:
ax kwire min cîwanekî spehî bu, hîna nedîtîbu ruyê qîzekê an jinekê, hîna negîhiştîbu miradê xwe, hîna dest nedabu qîzekê. Dengê dayîke bilind dibu û we bê rawestan porê xwe diruçikand û digîra, çokên xwe dixist û disa digot: kwirê min hîna destnedabu qîzekê, ew bê mirad çu. Di nav jin û qîzên ku li mala dayîka kwirebî da bona şînê amadebibun, spehîtirin û şîrîntirin qîza wî gundî jî hebu. Dema we dît tawet nakevî dayîka kwirê lewend û ew şînê mezin dike, we dengbilind qîrîya û got: “metê bo çi tu ewqas dikî hawar, digîri û serdajî dibejî -kwirê min hîna dest nedabu qîzekê, hîna negîhiştîbu miradê xwe ew cîwanî mir- ma kwirê te tiştek me xwestîbu ku; me nedabu wî, eger kwirê te bê mirad çuyê, suçê wî ye, ne yê me. Dayîka kwirê lewend hedî hedî gîrîyî kem kir û dengê xwe nizmkir. Bersiv ji wera spehîtirîn û şîrîntîrin qîza gund hatîbu: ma kwirê te ji me tiştek xwest me neda wî.
Rewşa dayîka reşgirêdayî ango ya bi şîn, daxawa hinek sîyasetmedarên me yên Kurd çuye. Dema qala Kurdistana serbixwe dibe; ew digîrin çokên xwe dixînin, dengê xwe derdixînin ezmana, “ Kurdistan serbixwe nabe, Emrîka dije, Yekîtîya Ewropa dije, Rusya dije, dewletên dagirker dijin. Hun dikarin bi devên wan lîstêya quwetên ku dîjî Kurdistanek serbixwene dirêjbikin. Kurdistana serbixwe nabe ew dijin, hawar, hawar.... Ma we jîyana xwe da qe tu carekê Kurdistanek serbixwe xwest? Hun berbirsîyarîyê dawêjin ser Emrîka, Rusya û Yekîtîya Ewropa. Di vî katî da bersiva qîzka şîrîn tête bîramin: ma kwirê te ji me tiştek xwest me neda wî. Ma we ji dil Kurdistanek serbixwe xwet ku; dinya dijî we bu? Xwe mexapînin werin vî alî: ew alî ne zede ne kem Kurdistanekî serbixweye.
Bîşar Norşîn
06.10.2009[/url]