Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 27 October 2008

[b] [color=#CC0000] [size=x-large] [center]GERA LI EVÎNÊ[/center] [/size] [/color] [/b]

[center][img]http://img291.imageshack.us/img291/1980/selwahesenak6.gif[/img][/center]

Ez geryam li Te
Dengek ji dûr dihat
Ez ji Te hez dikim
Ez geryam li Te
Di nav pêlên deryan de
Di welatê bê behr û deryan de
Di nav rûpelên dilê xwe de
Vegeriyam rûpelên pêşî
Rûpelên ku Te nivisandibûn
Bi ava gul û çîçekan
Gulan digot
Bêhna me der bû ji
Ewê evîna wey mazin
Rewşa min digot
Lê ez dijîm li welatekî tev serme ye
Rehê dilê min dimrin
Li Te digerim Tu li ku yî?
Ez vegeryam li rûpelên dawî
Tev de qitran û tarî
Nivisandî bû bi dilekî mirî
Em ji Te hez dikin
Heger hezkirina we ne rast be
Ez jiyan im jiyanek xweş im
Keçek kurd im bi rih û can im
Ji we pir hez dikim
Lê hûn wek pelê darê diweşin
Bê rih in.. li ser we diqeherim
Va ye min ew pelê dawî ji dilê xwe avêt
Ez vegeryam rûpelên pêşî
Û îro ji bo wan dijîm
Jiyanek xweş, bi êş, kul û derd
Ez geryam li miletekî ku ne canfiroş be
Rihê xwe ne firoti be xwînmijan bi herzanî
Keçeke kurd im bi rih û can im
Ez ji we hez dikim
Hîn guhdara gotinê Tey xweş im
Temaşevana riwê Tey geş im
Dengek ji dûr dihate min
Ez ji Te hez dikim
Ez geryam li Te welato
Welatekî bê mirin
Welatekî kurd ji xwe hez bikin
Û ji min jî hez bikin
Ez geryam li Te welato
Di riwê zarokên bê guneh
Di wan rûkên teze û geş
Ez geryam li Te welato
Di çavên wanî zelal û paqij
Çavên ku ji tirsa demê
Dinuqutin.. dilerizin.. welato
Dengek ji dûr dihate min
Ez ji Te hez dikim
Ez jî her guhdar im.. welato
Û li Te digerim.. digerim
Li welatekî bi evîn bi hezkirin
Li jiyanek bê şer û kuştin bê mirin welato..
Ez digerim
Li zarokin devliken.. keçin evîndar
Ez digerim
Li xortin rast û ciwan.. kalin bi fikr û raman
Li te digerim î roj te na bînim.. welato!
Ji xerîbiyê ji sar û sermê
Ez vegeriyam li wan rûpelên pêşî
Ku nivisandî bûn bi bêhna gulan
Û bang dikirin ez ji Te hez dikimmm.

[b]SELWA HESEN[/b]

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.