[b]Roj baş...[/b]
- Rêvebirê PEN a Kurd Dr. zerdeşt Haco PEN a navnetewî xist hereketê...
- Dr. Cuwan Heqî rewşa dawî ya hilbijartina li USA yê dinirxîne...
- Ola Kevnare li Stockholmê dibe cihê niqaşê...
Silav u rêz
[b]Zarathustra News[/b]
[center][b]* * *[/b][/center]
[img]http://www.pen-kurd.org/kurdi/zerdeshthaco/zerdesht-haco-web-home.gif[/…]
Dr. Zerdeşt Haco
PEN a navnetewî xiste hereketê
Rêvebirê PEN a Kurd Dr. Zerdeşt Haco li ser rewşa nivîskarê Kurd Hemîd Dilbahar ji PEN a navnetewî xwest ku ew bê deng nemînin. Nameya ji PEN a navnetewî, rêvebira herêma Rojhilatanavîn lêkolîner Cathy McCannê re hatiye şandin wisa ye:
Hêja Cathy,
Cihê xemgîniyê ku, em te bi nûçeya ji Komeleya Nivîskarên Kurd li Amed ê hatiye şandin, agehdar dikin, ku roja 21 09 2008 ê Hamid Duran ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatiye girtin. Ew nivîskar e û endamê Komelaya Nivîskarên Kurdan e. Hejmarek pirtûkên wî derketine, gelek nivîsên wî di kovar û rojnameyan de belav bûne. Nivîsên wî di bin navê Hemîd Dilbahara de tê weşandin. Wî di semînerekê de li ser mafê ziman û perwerdeya bi zimanê Kurdî axifî bû. Sedema girtina wî ji ber axaftina wî ye...
Dr. Haco, di dawiya nivîsê de daxwaz dike ku li ser pirsê hevkariya heye bê xurtkirin. Lêkolîner Cathy McCannê bersivek wisa da:
Birêz Dr. Zerdeşt Haco,
Spas ji bo agehdariyên te. Li ser pirsê, zaniyariyên hene di gel nameya ji rêvebirê beşê Tirkiyê Whyatt ê re hate şandin...
Ez dixwazim te agehdar bikim ku, kampanya me ya nû serê salê dest pê dike û giraniya xwe li ser Îranê û pirsgirêkên eqaleyitan li Îranê ye. Pir eşkereye ku, bêhtir dê berê xwe bide pirsa Kurdan. Em hêvî dikin, di dema xebata me de tu me li ser pirsê agehdar bike...
[b]Eurokurd.net – Zarathustra News[/b]
[center][b]* * *[/b][/center]
[b]Li Stockholmê semînerek li ser ola kevnare “Yarsanî“[/b]
Înstituya Kurd li Stockholmê xwe ji bo semînereke pir giring û balkêş amade dike. Dr Xaliqî dê semînerekê li ser dînê Yarsanî bide ku yek ji kevîntirîn dînê dunyayê ye û ji kaniya Zagrosan zaye; şax û perên xwe di nava dînên cuda de belav kiriye.
Dr Xaliqî ji bajarê Sine (Rojhilatê Kurdistan) ye û wî Doktoriya felsefe û fîlozofiyê li heman bajarî qedandiye. Û li Zanîngehên Tebrîz û Sinê dersên felsefe û civaknasiyê daye.
Semîner di roja 2008 10 05 de, seat: 15-00 li salona Înstituya Kurd li Stockholmê dê bê dayîn. Semîner ji raya giştî vekirî ye. Navnîşana instutiyê wisa ye, MogÃ¥rdvägen 13. VÃ…RBY GÃ…RD.
[b]Zarathustra News – [email protected][/b]
[center][b]* * *[/b][/center]
[b]Debata McCain û Obama[/b]
[img]http://www.kurdistanarojava.com/kurdi/Nuce2006_Kurdi/Dr_CuwanHaqi.gif[/…]
Dr. Cuwan Heqî
Şevê dî debata yekem, di navbera her du namzetên bo serokatiya Emerîkayê, senator John McCain û senator Barack Obama de pêk hat.
Birha debatê bêhtir li ser krîza aborî ya ko van mehên dawiyê rûdayî û herweha siyaseta Emerîka ya derva bû.
Min şevê dî, bi katê Swêd, 03.00 guhdarî herduyan kir. Debat biqasî seetekê dewam kir.
Li jêr ez şiroveya xwe dinîvîsim, bê ko ez gotinên wan dubare bikim:
Li gor statîstîkên van mehên dawiyê, qenaetek li Emerîkayê û herweha raya giştî ya dinê heye ko senator Obama li pêşiya senator McCain e.
Lê li gor qenaeta vê dawiyê, vê meha dawiyê McCain hin bi hin xwe gihandiye Obama.
Ji ber vê yekê, ev debat ji bo McCain gelek girîng bû.
Diviyabû ew vê qenaeta raya giştî ya dawiyê di vê debatê de piştrast bike.
Demokratan jî dixwestin Obama “biceribînin“ gelo ew dê bikare debateke wisa girîng pêkbîne.
Ji bo demokratan “Nabe Obama winda bike!“
Bi kurtî debat ji bo her du namzetan “yan herro yan merro“ bû.
Lê di vir de rewşa McCain xerabtir bû.
Ji ber ko hemû krîza aborî- taybetî ya bankeyên emerîkî, dê Obama bêxista stûyê siyaseta Bush de û McCain weko hevalbendê partiya wî de
Yê ko di vê debatê de binketî bimîne, dê berdewamiya kampanyayê wî zehmettir bibe.
Senator McCain bi tirs dest bi debatê kir.
Tirsa wî ew bû ko ew nikaribe bersiva Obama ya bo vê krîza aborî ya Emerîkayê bide.
Jixwe Obama jî li ser vê birînê şidand.
McCain di vir de kete tengasiyê de.
Lê McCain bi nermî, gotinên giran diyar kir ko “berpirsiyariya çareserkirina vê krîzê“ dikeve ser aliya her du aliayan, ango Republican û Demokratan.
McCain got ko “jixwe heman demê de hevkariyek di navbera her du partiyan de destpêkiriye. Ev cihê dilxweşiyê ye.“
Senator Obama jî neçare ma ko vê hevkariyê piştrast bike.
Lê Obama her li ser krîza aboriya Emerîkayê sekinî û ev krîz kir stûyê desthilatdariya Bush û hevkarên wî, herweha McCain de.
McCain di vir de gelek carana kete tengasiyê de û nekarî bersivek baş bide Obama.
Lê wî dawiyê de xwe bi “silametî“ ji vê pirsa giran xilas kir.
Bi kurtî di warê abroriyê de Obama li pêş bû.
Gava pirs hate ser siyaseta derva, hingê rol hate guhertin.
McCain bêhtir xwe parast mezinbûn, parastin û berpirsiyartiya rêvebiriya Emerîkayê.
Wi bi kurtî got ko nabe Emerîka bikeve destê kesekî bê tecrûbe, nezelal wek Obama dê.
McCain gelek caran dubare kir ko “ew ditirse ko senator Obama tênagihe, fêhm nake ko çiqasê rêvebiriya Emerîkayê girîng e!“
Debatoran li ser pirsgirêka Îraqê, Afgaîstan, Îran û herweha ya ya Rusyayê jî hate rawestan.
McCain diyar kir “niha şiddet li Îraqê kêmbûye. Aramî, demokrasî, pêşveçûnê dest pêkiriye.“
Yekî ji wan nbi awayekî zelal diyar nekirin gelo ew dê pirsgirêka mayina/vekêşana hêzên emerîkî li Îraqê bi çi awayî çareser bikin.
Lê seantor McCain got ko ew dê li pêşberî Îranê xetek dijwar bimeşîne.
Senator Obama diyar kir ko ew bêhtir bi rêya dîplomasiyê dixwwaze van pirsgirêkên navneteweyî çarser bike.
Lê gava pirs hat bo parastina berjewendî û hemwelatiyên Emerîkayê ew dê yekser qewetê bikar bîne.
Mixabin kesek ji wan qala pirsgirêka kurdan, Kurdistanê, Kerkûkê nekirin.
Senator Obama wek berê bi awayekî konkret diaxivî.
Wî diyar dikir ko ew kesek ji xwe bawer e û ew amadeye ko Emerîkayê rêve bibe.
Herweha wî got ko qala hilbijartina cihgirê xwe, senator Joe Biden jî kir û bi vî awayî xwest bide xuyakirin ko êw di karê xwe de ciddî ye.
Obama di warê zanebûna xwe ya aboriyê de baweriyek mezin nîşan dikir.
Lê gava pirs hat ser siyaseta derva, wî bêhtir bi tengasî diaxift.
Gelek caran wî yan serê xwe dihejand û bi vî awayî diyar dikir ko ew ne digel wan dîtinên McCain e, yan jî wî dubare dikir“ John rast dibêje“
Lê senator McCain bi rehetî, ji xwe bawer diaxivî.
Li gor dîtina min vê debatê diyar kir ko şansê her du namzetan niha biqasî hev e.
Lê ev yeke jî tê wê maneyê ko senator McCain piştgiriya xwe pêş de biriye, gihandiye Obama. Ji vê jî li gor dîtina min serketiyê vê debatê McCain bû.
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]
[center][b]* * *[/b][/center]