Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 21 August 2008

eziden.de News

400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin

Cavkanî:PUKmedia

Nêzikê 400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya sala borî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin û biryar e çendîn xizmetguzariyên din jî ji wan re bên pêşkeşkirin.

Wezîra Jîngehê ya Iraqê û seroka lîjneya qerebûkirina kiryara terorîstî ya roja 14/8/2007-an ya li Şengalê Nermîn Osman ji PUKmedia-yê re diyar kir, ku wê roja înê ya borî serdana Şengalê kiriye û wan xaniyan bi ser xelkê de dabeş kiriye ku pêştir her bo wê mebestê hatine avakirin.

Osman da zanîn, ku ji bilî xaniyan, birek hevkarî bi ser wan de hatine dabeşkirin û got:“Beşa pir ya wan kesên ku xanî bi ser wan de hate dabeşkirin, çûn nav xaniyên xwe.Biryar e jî di çarçoveya wê budceyê bo xelkê hatiye terxankirin de, çend xizmetguzariyên wek xeta elektîrîkê, av, bingeha civakî bên pêkanîn.“

Osman got:“Projeya avakirina xaniyan pir bi lez hate pêkanîn û em li ser budceya Wezareta Tenduristiyê jî nexweşxaneyekê avadikin.“

Nermîn Osman diyar kir, ku ji her malekê re 18 400 dolar hatiye dayîn û bo ku jiyaneke baştir bi rê ve bibin, xaniyên wan li ser nexşeyeke nû hatine avakirin.

Osman got:“Ew pereya ku ji wan re hatiye terxankirin, 10 mîlyon dolar bû û li ser budceya Civata Wezîran a hikûmeta Iraqê bû.“

Di komkujiya gundên Girzêr û Sîba Şêx Xidirê ên li Şengalê ya di roja 14/8/14-an nêzîkî 500 kurdên êzîdî şehîd bûbûn û nêzîkî 400 kurdên êzîdî jî birîndar bûbûn.Herweha sedan xaniyên welatiyan rûxiyabûn.

Cihê gotinê ye qezaya Şengalê dikeve Bakûrê Rojavayê Musilê û navçeyeke kurdistanî ye.Ji ber siyaseta pakkirina netewî, ji aliyê rejîma Beasê bitundtirin şêwaz hate çewsandin.Piştî rûxana rejîma Beasê jî çendîn car ji aliyê terorîstan êrîş hate kirin û gef lê hate xwerin.Di encama wan êrîşan de jî çendîn welatiyên kurd ên êzdî canê xwe ji dest dan, birîndar bûn û zerereke pir a madî li wan ket.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.