Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 7 August 2008

FLAŞ â€“ Tirkiye dixwaze PKK-ya li başûr bîne bakur û Tirkiyeyê

» Sedat Laçiner
DIYARBEKIR, 7/8 2008 — Li başûrê Kurdistanê cih li planên tirkan yên bi rêya PKK-ê teng dibe û PKK-ya li başûrê Kurdistanê hêdî dikare ne “hêza sêyê“ ya tirkan be û bibe belaya serê wan. Serokê merkeza lêkolînên stratejîk ya tirkan USAK-ê Sedat Laçinerî duhî bi rêya ajansa tirkan Anadolu Ajansiyê got ew “ditirse ko PKK li Tirkiyeyê bi cih bibe“.

Li gor Sedat Laçinerî Emerîka hêdî naxwaze ko PKK li başûrê Kurdistanê hebe û got:

— Emerîka di şertên niho de PKK-ê li bakurê Iraqê naxwaze û heger li cihekê dî be dê jê aciz nebe. Lê belê tirsa min ya esasî ew e ko PKK ne li Ermenistanê û Îranê lê belê li Tirkiyeyê bi cih bibe.

Sedat Laçinerî got li başûrê Kurdistanê ji bo PKK-ê “dawiya rê xuya dike“ û got PKK bi xwe nikare biryarê bide ka dê li kû bi cih bibe û got:

— Heger PKK li Ermenistanê yan li Îranê bi cih bibe hinek balans hene, mirov dikare wan balansan bi kar bîne. Ermenistan niho lêdigere ko têkiliyên xwe yên digel Tirkiyeyê baş bike. Îran jî niho welatekê wisa ye ko têkiliyên xwe yên digel Tirkiyeyê berfireh dike. Xetera esasî ew e ko PKK rengê kiryarên xwe û stratejiya xwe biguhore.

Yanî Ermenistan rê nade ko tirk PKK-ê li wêderê bi cih bikin û li hemberî wê bi kar bîne. Îran jî wê qebûl nake û Emerîka jî qebûl nake ko tirk PKK-ê li başûrê Kurdistanê li hemberî kurdan bi kar bînin.

Li ber tirkan du rê hene: Yan dê qebûl bikin ko PKK-ya li başûrê Kurdistanê ji kontrola wan derkeve û dê yekcar dest ji dijminahiya başûrê Kurdistanê jî berdin. Yan jî tirk dê çawa ko Abdullah Ocalan di dema “îskartabûna“ wî de ji Sûriyeyê anîn û li Imraliyê kirin belaya serê kurdan wisa jî di dema ko hêdî PKK li başûr bi kêrî wan nayê de PKK-ê bînin bakurê Kurdistanê û bikin belaya serê kurdên bakur.

Heger li başûrê Kurdistanê “dawiya rê“ ji PKK-yê re diyar bûbe û tirk bixwazin PKK-ê li bakur li cihekê wekî devera Besta-Derelera girêdayî Şirnexê bi cih jî bikin ew dê bi ser nekevin ji ber heger PKK li başûr nemîne divêt li bakur jî nemîne û çênabe ko tirk PKK-ê û Abdullah Ocalanî wekî şûrê tirsê li ser serê kurdan heta hetayê hilawistî bihêlin.

Dema ko Sedat Laçiner dibêje ew “ditirse ko PKK li Tirkiyeyê bi cih bibe“. Ew ne behsa “tirsa“ xwe dike, ew behsa daxwaza xwe û Tirkiyeyê dike û kurd fêrî van çîrok û planan bûne.

Sedat Laçinerî di heman hevpeyvînê de ji ajansa AA-yê re got ko Emerîka û Îsraîl li dûv bûyera Gungorena li Stenbolê û bûyera Kerkûkê ne.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.