Skip to main content

Jenosîde Liser Kurda mînaka sinema Amudê

TRAJEDEYA SÎNEMA AMÛDÊ Û BÊDENGIYA MILETEKÎ

Xwendevanê Hêja, gelek tist hêne, di dîraka gelê Kurd de Qewimîne. her weha acebên gelek giran bi serê Gelê Kurd hatîye. Lê mixabin Cihana rüres li van kiryarên dijminê, Gelê Kurd bê deng maye. Her wilo jî,kurda jî rastîye xwe bi cihan ne daye nasîn. Da ka em ji devê Ronak bîrên kudê Binxetê û ji serê Pênüsên wan, Tirajedîye Qetlîama Sinema amudê bi xwinin.

44 sal pi?tî ?ewata Sînema Amûdê û ?ehîdketina bêtirî 283 zarokên kurd, tirs û bêdengiya Kurdan berdewam e

Sîrwan Hecî Berko

Cara pê?î bû ku ew derbasî sînemayekê dibû. Ji ni?kê ve wî dît, ku agir bi sînemaya bajarê wî dikeve; zarok behetî mabûn û bêdengiyê hundir girtibû. Kesekî ne dikir hawar û her yekî bi aliyekî ve bazdida û li pê?iya herdu deriyên sînemê bi ser hev diketin. Ew xwe ji agirê zarokxwar rizgar dike û bêyî ku fêm bike çi dibe, bazdide derve. Hîn bi mezinbûna trajediya ku bi serê bajarê wî ve hatiye, nizane. Nasek wî bi destê wî digire û wî dibe cem malbata wî. ?ansê malbata Dr. Sededîn Mele hebû, ku kurê wan sax li wan vegeriya, lê bêtir ji 283 zarokên kurd ên dibistanên bajêr venegeriyan malên xwe. Ew çûbûn ku alîkariya ?ore?a Cezairê bikin, lê bûn goriyên agirê Sînema Amûdê.

"Dema ?ewata sînemê tê bîra min, ez bawer nakim ku ez jê filitîm", Dr. Sededîn Mele roja re? tîne bîra xwe. Di wê rojê de, di demeke kurt de nifsek bi tevaya xwe çû, winda bû; nifseke xwendevan, nifseke ku di warên rewsenbîriyê û miletperweryê de pir hêvî li ser dihatin girêdan. Vî nifsî valahiyeke mezin ji pêsketin û guhertinan li bajarê Amûdê hist. Hin mal hebûn, tenê kurek wan hebû, lê agirê sînemê ew ji wî kurî jî bêpar hi?tin. ?okeke mezin bi tevaya bajêr re çêbû; belayeke mezin bi ser wî de hat, ku ta niha jî xelkên wî nikarin xwe ji ê?a birînên xwe yên kûr di hundirê xwe de rizgar bikin. Ev 44 sal in ku ew di wê rew?ê de ne, lê ne ji aliyê psîkolocî ve, ne jî ji ti aliyên din ve, ti alîkarî ji aliyê dewletê ve ji wan re nehat kirin.

Amûdê wê çaxê "bûka welat" bû. Ew xwedî dîrokeke mezin bû. Kurdewarî û welatparêzî li vî bajarî bi tîpên mezin dihatin û hîn jî têne nivîsandin. Amûdê "stiriyeke beloq bû di çavên dewletê de." Dr. Sededîn Mele diyar dike, ku berpirsyarên ku dewletê ew di?andin Amûdê, pi?tî ku karê wan li wir bi dawî dihat û wan "têra xwe bajêr diçewisand û bêrîkên xwe ji xêrên wê tije dikirin", ji bo "serketina wan" di birêvebiriya bajêr de, bi posîsyoneke bilindtir "dihatin xelatkirin." Carekê yekî ji wan bi navê Remedan Ubeyd el-Nasir ji Amûdiyan re gotibû: "Amûdê dewletek e û ez serokê wê me."

Roja 13.11.1960î, berpirsê Amûdê (mudîrê nahyê) hemû sagirtên dibistanên serete yên bajêr mecbûrî çûna sînemayê kirin û got, xwedê giravî, pereyên wan dê biçin ji bo alîkariya ?oresa Cezairê. Zengîn û hejar, her sagirtek li gora rewsa malbata xwe gerek baceya xwe bida. Ji ber ku sînema biçûk bû û besî hemûyan nedikir, ew 2-3 caran li ser hev bi kar anîn. Cara dawî, du carî zêdeyî kapasîteya sînemê zarok xistin hundirê wê. Ne kêmî 400 zarokan, piraniya wan sagirtên salên yekê ta pêncan bûn û cara pêsî bû ku di jiyana xwe de diçûn sînemê. Ji ni?kê ve, agir bi motorê sînemê ket û xwe avêt perde, dîwar û deriyên wê. Agir bi canên teze yên zarokan ketin, ew zarokên ku hîn tama ?îr ji devê wan dihat.
Ta niha jî ti kes nizane bê çawa agir bi sînemê ket. Dewletê ti lêkolîn li ser wê bobelatê çênekirin û nehi?t ku kesek bi wî karî rabe. Ev yek û sedemên jorîn gumana mirovî, ku destê wê di wî agirî de hebû, xurtir û pi?trast dike.

Pi?tî ?ewata Sînema Amûdê, bajar her ku diçû, bi pa? diket. Kar lê nema peyda dibû, xelkên wê bar dikir bajarên din, feqîr pir bûn û bajar wek xwe piçûk ma; pi?tguhkirin, çewisandineke û dexteke mezin ji aliyê dewletê ve li ser dihatin kirin. Xelkên bajêr çavtirsandî bûn, civata wan ji bingehê de hate hejandin; ?ikest. Kesê ku dixwest li ber xwe bide, derûdora wî ew radiwestandin. Siyaseta dewletê ya tirsê bi ser ket. Amûdê ta roja îroj jî di bin embargoya dewletê de dinale, lê li ber xwe dide.

Lê Kurdan çi kir?
"Gunehkariya mezin a Tevgera Kurd e", Dr. Sededîn Mele, ku li Swêdê dijî û berpirsyariya rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ya Kurd dike, e?kere dike û dibêje ku gerek tevgerê rê pê? xelkê ke û ji xebatên wilo re pê?engiyê bike. Ew gazinan dike ku ta niha lîsteyeke navên zarokên ?ehîd û agahiyên din ên li ser wan tune ye. Bobelata Sînema Amûdê ji aliyê medya û lêkolînerên kurd ve hatiye pi?tguhkirin. Ji bilî pirtûka Mele Ehmedê Namî ya bi navê "agirê sînema amûdê", ti berhem li ser wê trajediya mezin peyda nabin.

Amûdî bi xwe dikarin ti?ekî ji bo xwe bikin. Destura Suriyê derfetê dide her kesî ku komeleyan damezirîne. Pê?niyaza Mele ew e, ku li Amûdê "Komeleya Sînema Amûdê" bête damezirandin û her sal festîvaleke mezin ji bo zarokên sînemê yên ?ehîd çêke û wan bi bîr bîne. Dewlet bi darê zorê rê li ber çalakiyên wilo digire. Lê ceger pêwîst e. Serhildana Qami?loyê pi?trast kir, ku gelê kurd bi ceger e, ger ew bixwaze.
Ger ?ehîdên sîneme amudê îroj di nav me de bana, gelo wanê bo vê bêdengî` yê ji mera, ji cihanre çi gotiba?...

ji Malpera amude hatîye wergirtin.

Azad

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.