Skip to main content

akt-- (not verified)

Tue, 2011-02-01 18:27

Dam û dezgahên pêşmerge, asayiş, zanyarî û parastin, ew dezgah in ku zerûrî ne bo neteweya Kurd, gelê me û Herêma Kurdistanê       Serokê Tevgera Goran daxwaza peywendiyeke rast ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û got: ''Dam û dezgahên pêşmerge, asayiş, zanyarî û parastin, ew dezgah in ku zerûrî ne bo neteweya Kurd, gelê me û Herêma Kurdistanê.'' Noşîrwan Mistefa di bernameyê Rûbirû yê kanala KNN-ê de axifî û got: ''Tevgera me, nêta wê ew bû tevgereke hêmin, aştiyane û demokratîk be, tevgerek be ku�pişta xwe bi xebata sivîl girêbide, li gor me hemû şêwazên tundûtûjiyê xirab in, herwiha em bi xwe di dirustkirina wan dam û dezgahên ku niha li Herêma Kurdistanê hene beşdar bûn, di avahî, cade û rêyan de, loma qet kêfa me nayê ku me û gelê me bi 20 salan dirûst kirine, di hundirê dû-sê rojan de hilweşe û bê talankirin, tekez em ne ligel şîdetê ne, ne bi dilê me ye û me daxwaz jî ji kesî nekiriye tundûtûjiyê bikin.'' Noşîrwan wiha axifî: ''Em hest dikin li Herêma Kurdistanê qeyranek heye, bi baweriya me yê ji dirûstbûna vê qeyranê berpirs e û çaresernekirina wê heta niha bi pileya yekem desthilat e, wek çawa senaryoya wan heye bo çareserkirina wê aloziya ku niha li Herêma Kurdistanê di rojevê de ye, ew e dirêjî bi desthilata xwe bidin, em jî wek hêzeke siyasî senaryoya me ya taybet heye bê çawa ji vê qeyranê derkevin û çawa ev qeyran tê çarserkirin, bi çi rêyekê çarser dikin, ew beyannameya me jî senaryoyeke siyasî ye bo wê qeyrana kûr ku çend sal e Kurdistana İraqê ji dest dinale, ev ne darbe ye wek ew behs dikin, ne şoreş e, ne tevlîhevî ye û ne jî me tiştekî xirab kiriye.' Navbirî wiha dibêje: ''Ji aliyê me ve balkêş e ew herdû hizib ku xwe wek hêzeke siyasî ya mezin dizanin û li gor wan ku tecrûbeyeke siyasî ya wan a dûr û dirêj heye di warê opozîsyon, berevanîkirin û desthilatdariyê de bi wî zimanê siyasî biaxifin. Li gor min zimanê siyasî her rêxistineke siyasî pêşandana aqilê siyasî yê wê rêxistina siyasî ye, ev zimanê siyasî ku vê cema'etê vê carê bikaraniye di vê beyanê de bi rastî nîşaneya paşketinê ye ji dêlva sîyasî de. Ew bêjeyên ku bikaranîne wek têkder, provaktor, tevlîhevker, darbecî û...htd, evna diçin qalibê dijûnên siyasî, mixabin ku wan bi vê rêyê bersiva beyannameya me dan. Me digot ew ê rûnin lêkolînê li ser bikin û alternatîfeke wan dibe bo gotûbêjê di wê derbarê de, senaryoyeke ji wêya me baştir û aqilanetir bi taybetî ku niha desthilat di destê wan de ye titek anîbana pêş, ne bi wî uslubê di beyannameya xwe de belav kirine.' Noşîrwan Mistefa diyar kir ku yek ji nîşanên wê qeyrana niha li Kurdistana İraqê heye, aliyekî siyasî wê qeyranê ew peywendiya nedirûst a di navbera wan û desthilatê de heye û wiha pêde çû: ''Ev hizbên han her fêrî wê yekê bûne ji wan re bêjî qurban, fêrî wêna nebûne rexne li wan bigrî, lewra em dibînin ji wê dema Tevgera Goran hatiye damezrandin û fraksyon ketine karkirinê bi çavê dijmin berê xwe didin me di demekê de em ne dijminên wan in. Ji destpêka dirûstbûna xwe ve em bi wê yekê re bûn ku peywendiyeke tendirûst di navbera Goran û hizbên din de çêbibe, rast e ew hikûmet in û em opozîsyon in û li derveyê hikûmetê ne, lê me dikarî li ser hinek tiştên bingehîn ku peywendî bi jiyana rojane ya gelê me, niha û pêşeroja gelê me ve heye danûstandinê bikin û rêkevin. Ew peywendiya netendirûst ku di navbera Tevgera Goran, PDK û YNKê de dirûst bûye, bê guman ew yek ji wan aliyan e ku niha li Herêma Kurdistanê qeyrana siyasî kûrtir kiriye.'' Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî anî: ''Em bi xwe ji wan kesan bûn ku destê me di dirûstkirina Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di hundirê çend salên borî de hebû. Herwiha bi dirêjiya nêzîka 40 salên borî destê me di dirûstkirina asayişê de hebû û ...htd. Li gor me ev hêz û dezgahên han wek pêşmerge, asayiş, zanyarî û parastin, ew dezgah in ku zerûrî ne bo neteweya Kurd, gelê me û Herêma Kurdistanê ku hebin.'' RUDAW /* var m3_u = (location.protocol=='https:'?'https://www.netkurd.com/adsnew/www/delivery/ajs.php':'http://www.netkurd.eu/adsnew/www/delivery/ajs.php'); var m3_r = Math.floor(Math.random()*99999999999); if (!document.MAX_used) document.MAX_used = ','; document.write ("<\/scr"+"ipt>");*/ -->

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.