Skip to main content

Dem dema hespan bu. Di dawetan de lê dihat sarbûn. Hesp dibezîya sîwarê hespê ji besna xwe dida. Sal derbaz bûn edî hespên kûmet jî wenda bûn. Zaroktîya min bi hespanre derbaz bû. Dibe kû hezkirina min ji wir mayî be. Kek Paloyî, Dema kû ez navê te tînim bîra xwe hesp û siwarê hespê tê bîra min. Her cixwas tifing li pshta te nebe jî, peyv di turikên tede li terkê hespê te ye. De rêwîyo berê xwe bide chiya û banîya. Mixabin peyvên te ne bi dilê mine. Ez di gengesîyên sivikte naxwazim kû hûn bi zimanê Roma resh binivîsînin û ez jî xwendewan bim.Na welleh! Bi telaq ez ne bi zimanê gemar yê tirkan dinivîsinim û ne jî razîbuna xwe tînim zimên. Dîsa jî ser seran û ser chavan bra. Mala me yê kû ziman da wendakirin xêr nebîne. Kurd zimanê bîyanîya dixwînin, fêr dibin lê dev ji zimanê xwe berdidin û dibejin em kurdin. De here kû tu axayî. Wek berê ez di gengeshîyande jî cîh nagrim. Sedemê min vekîrîye, fermo bi kurdi û ez jî bi were. Ger hûn dixwazin xîcha bavejîn, bila xich yê we bin. Hewce nine zinaran rakin, qotan biqelîshînin. Li hespan sîwar be, bila hesp yê te be. Li ser hespên xelkê sîwar ustîxwar e, pisht kûz e.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.