HEVPEYVÎN ligel Zekî Ozmen re li ser “Kongreya Neteweyî”
Aso Zagrosî: Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?
Em dizanin ku li gelek welatan tifaq û yekîtiyên bi navên cûda hatine saz kirin û di warê pêşvebirina azadiya neteweya xwe de rolên mezin lîstine. Pêwist e bêguman kurd ji tecrûbeyên wan sûdê wergirin û binêrin ka wê rêbazên wan bi kar tanîn dikarin nakokiyên di navbera hêzên siyasî yên kurdan de ji holê rakin. Lê belê rastiyek din jî heye; Kurdistan ne Afrîkaya Başûr e û ne jî Filistîn e. Kurd divê lêkolînê li ser tecrûbeyên wan bikin û binêrên ka kîjan aliyê xebata wan wê ji yekîtiya kurdan re bi feyde be lê belê taybetmendiyên kurdan û yên Kurdistanê dibin sedem ku pêwist be kurd bi xwe di vî alî de stratejiyên nû biafirînin.
Aso Zagrosî: Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?
Bi dîtina min pirsa sereke ew e ka em di bin têgîna “Kongreya Neteweyî” çi fêm dikin. Mebest ew be ka gelo hemû aktor û rêxistinên siyasî yên kurd heta niha karîne di bin banekî de bicivin an jî mebest civîna piraniya hêzên kurd ya li cem hev e. Em her wiha dikarin lihevkirina hêzên siyasî yên kurd yên sereke û pê re jî lihevkirina hêzên siyasî yên parçeyekî Kurdistanê jî lê zêde bikin. Bi vê yekê dixwazim bibêjim ku heta niha gelek tifaqên demî yên kurdan çêbûne lê belê ger mirov van tifaqan kategorîze bike, pirs ew e ka mirov dikare van tifaqan wekî modela “Kongreya Neteweyî” ya niha bi lêv bike an na. Di dîroka kurdan a sedsala derbasbûyî de gelek hewldanên bi vê armancê çêbûn. Mînaka herî berbiçav a ku aktorên ji dîtin û cihên cuda yên Kurdistanê di nava yekîtiyekî de cih girtî û serhildan dane destpêkirin, mînaka rêxistina Xoybûnê ya ku li Agiriyê serhildan li dar xistiye. Gelo ew yekîtiya di nava Xoybûnê de fikra “Kongreya Neteweyî” ya em îro difikirin e, na! Em îro behsa tifaqa di navbera hemû hêzên ji her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Lê di wê demê de ew ne mimkun bû, ji ber di aliyê ragihandinê de wî wextî delfet nebûn ku di nava demeke kurt de haya hemû kurdan li her deverî ji hev çêbibe. Dîsa protokola yekîtiyê ya rêxistinên siyasî yên Bakur ya di sala 1993´an de pêk hatî, di dîroka kurdan de cihekî girîng digire. Mînakek din ya bi vî rengî jî, digel ku fermiyet çênebû jî, di warê danûnstandinên li ser yekîtiya hêzên kurdan de KNK roleke mezin lîst. Lê belê ji ber nakokiyên siyasî yên di nava rêxistinên kurdan de diyaloga bi navbeynkariya KNK´ê negihişt protokolek yekîtiyê. Li ser pirsa neserketina yekîtiyan jî; Berê du sedemên bingehîn hebûn: Yek jê pirsgirêka ragihandinê ya teknîkî ya di navbera kurdan de bû û ya duyemîn jî nebûna hişmendiya neteweyî. Ku tu hezar tifaqan jî çêbikî lê belê ji ber nebûna hişyariya netweyî ev tifaq nikaribe gel mobîlîze bike, ne mumkin e ku di warê bidestxistin û armancan de serkeftin pêk were. Bêguman hêza siyasî û leşkerî jî di vî alî de rolek mezin lîstine. Ger em bibêjin gelo çima di nava demê de ev tifaq betal jî bûne; Dema karek bi demdirêjî bi serketî derbas nebe, ji xwe piştî demekî ew kar dirûxe.
Aso Zagrosî: Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê xwedîne, amadene ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?
“Kongreya Neteweyî” tê wateya bi girseyî û bi hêz lêgerîna bidestxistina mafên kurdan û pê ve jî girêdayî tespîtkirina rêbazên mişterek yên ku kurd pê bigihin azadiya xwe. Ji aliyê din ve kongreyek bi vî rengî wê bibe mûeseseya herî bilind a hem di nava raya giştî û siyaseta cîhanê de kurdan temsîl dike û hem jî ya ku bi yekdengî bibêje daxwazên kurdan ev û ev in. Di warê ka rêxistinên kurdan di vî aliyî de amade ne an na jî; hemû jî amade ne lê bi derxistina pêş ya hesasiyetên xwe ve amade ne. Divê em ji bîr nekin ku her parçeyekî Kurdistan xwediyê xusûsiyetên cuda ye û bi vî awayî jî di warên rêbaz û têkiliyan bigirin heta di warên daxwazan de jî daxwaziyên rêxistinên kurdan ji hev cuda ne. Konjuktura siyasî ya li cîhanê li her parçeyekî Kurdistanê bi awayekî guhertî bandorê dike û ji ber parçebûna Kurdistanê cîhan bi awayekî durû nêzîkî kurdan dibe. Bi gotinek din; Konjektûra siyasî ya cîhanê ku behsa mafên kurdan bike, li gor daxwaz û berjewendiyên xwe ji bo her parçeyekî Kurdistanê stratejiyek guhertî bi rê ve dibe. Ev yek dibe sedem ku di warê nêzîkbûna hev ya partiyên siyasî yên kurd yên ji parçeyên cuda nikaribin mêzînek sedî sed wekî hev daynin.
Aso Zagrosî: Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?
Min li jor jî got, li her parçeyekî Kurdistanê ji ber têkiliyên aktorên cîhanê bi serdestên wî parçeyî re cuda ne. Di halê hazir de rêxistinên siyasî nikarin bibêjin divê li hemû parçeyan heman pergal bibe serdest û bila cîhan jî di vê çarçoweyê de alîkariya me bike. Bibêjin jî, wê bersivê nestînin. Ji wê yekê bi dîtina min ya giring ew e ku di programê de di destpêkê de xetên mişterek werin tespîtkirin. Xetên mişterek wê bibin bingeha yekîtiyê û hevkariya hêzên Kurdistanî. Li ser van xetên mişterek êdî li gor rastî û xusûsiyeta parçeyên cure yên Kurdistanê dikarin stratejî werin afirandin. Ji bilî vê yekê êdî hêza kurdan ber bi çav dibe. Dema tu bi hêz bî, xelk pakiyê ji te bikin, wî demî hêzên navneteweyî jî wê bi çavekê din li te binêrin û stratejiyên nû di çarçoweya berjewendiyên xwe re ji bo te biafirînin.
Aso Zagrosî: Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?
Niha rastiyek heye ku em hemû qebûl dikin; Kurdistan ne di bin desthilatdariyek tenê de ye lê belê çar Kurdistan di bin çar desthilatdariyên cuda de ne. Hawîrdora her parçeyekî dagirkerên parçeyên din in. Ji ber vê yekê ne guncav e ku têkiliyên kurdên parçeyekî bi desthilatdarên parçeyekî din re nebin. Lê belê divê têkilî ne li ser hesabê parçeyên din yên Kurdistanê bin. Îro hem Îran û hem jî Tirkiye bi hikûmeta Başûr re di nava têkiliyên xurt yên aborî û siyasî de ne. Têkiliyên heyî, ne yekalî ne lê belê ji ber berjewendiyên aborî û siyasî yên van welatan bi Başûr re hene, wan ev têkilî evqas kûr kirine. Ji wê yekê Başûr jî xwedî qertan e û dikare bi wan qertan bilîze. Li gor atmosfera konjûktûra siyasî ya cîhanê û kartên di destan de, Başûr dikare di çarçoweya rastiyên li wan parçeyên Kurdistanê de di pişt û li pêş perdeyan daxwazên xwe bi lêv bike.
Aso Zagrosî: Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan an jî pêwistî bi “Kongreya Neteweyî”ya ku sînorên van dewletan asas digre û di çarçoveya van sînoran de dixebite ku “Kêşeya Kurd” çareser bike heye? “Kongreke” wiha dê nifşên Kurdên dahatû nexe nava tengasiyê? Bi vî awayî dê vîna wan desteser neke?
Bawer nakim ku partiyek kurd hebe ku di dilê wê de Kurdistanek serbixwe nebe. Lê belê siyaset bi hîsan nabe. Siyaset gelek caran taktîk û sebir e û gelek caran jî keysanîn e. Bêguman kesek dikare rabe û bibêje an divê her çar parçe bibin yek û serxwebûna Kurdistana Mezin îlan bikin, an jî ez di nava tifaqê de cih nagirim. Lê di warê realîteyê de ev tenê daxwazek ji dil tê ye û di halê hazir de wê di nava siyaseta cîhanî de bersivê nebîne. Ev aliyek meseleyê ye lê belê ji aliyê `navxweyî´ ve divê di nava civaka kurd de hêzên siyasî vê hesta vîna Kurdistanek serbixwe her dem zindî bihêlin. Tişta îro di warê siyasî de xeyal xuya dike, siba dikare bibe realîte û konjûktûra cîhanê ya siyasî jî jê re guncav bibe. Ma kî dizanî bû ku nakokî wê di navbera Sedam û Amerîka de derkeve û ev nakokî wê ji bo Başûr bibe delfetek zêrîn. Her wiha kî dikarîbû ji beriya du salan bibêje ku wê sala were li Sûriyeyê delfetek çêbibe ku kurd wê sûdê ji bûyerên navxweyî û konjektûra siyasî ya cîhanî werbigirin.
Aso Zagrosî: Dema em li nûçeyên di derbarê “Kongreya Neteweyî” de derketine dinêrin, bi piranî şêweyên tekoşîna li hember kolonyalîstan der tê pêş. Ger ji armancên siyasî bêtir di derbarê şêweyên tekoşînan de biryar bên sendin û têkevin meriyetê, ew dê nebin sedema şerên birakujî î nû?
Hemû kurdan dersên mezin ji şerê navxweyî girtine û ne siyaseta kurd dikare xwe bavêje agirekî wisa û ne jî gelê kurd wê tehamûla bûyerek bi vî rengî bike. Lê belê ger şertê pêkhatina Kongreya Neteweyî bibe berdana çekan ya bizava Bakur ku niha bi taybetî hikûmeta tirk sînyalên bi vî rengî dirêkê, wê hewldana kongreyê têk biçe. Ji xwe divê Kongreya Neteweyî bibe cihê afirandin û îlankirina stratejiya neteweya kurd û ne cihê pêkhatina daxwazên dagirkerên welatê wan. Ger hinek alî hê ji destpêkê de bixwazin daxwazek dagirkerê parçeyekî Kurdistanê bikin şert, bi baweriya min wê kongre pêk neyê.
Aso Zagrosî: Ger Kurdên Başûrê Kurdîstanê Serxwebûna Kurdîstanê ya ku Kerkûk Mûsil, Xaniqîn û Mendelî jî tê de ne îlan bikin û bi ‘Erebên Iraqê re şer bikin Kurdên perçê din bo “Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê” li gor daxwaza Başûriyan serdemeke diyarkirî dê karibin beşdarbin? Bo vê amade ne?
Ger em bala xwe bidin siyaseta kurdan û ji bo hemû hêlên siyasî behsa ´xetên sor´ ên kurdan bikin, Kurdistanîbûna Kerkûk û deverên din ên ne di bin desthilatdariy hikûmeta Başûr de ne, xetên sor yên mişterek ên hemû hêzan e. Hesasiyet û xwedîderketina li Kurdistanîbûna Kerkûkê û deverên din îro yek ji xetên mişterek ên siyaseta kurd a mişterek a îro ne. Ji hêla din ve ger li Başûr Kurdistanek sebixwe were îlan kirin jî, wê ev serxwebûn bi piştgiriya navneteweyî be û mayindebûna wê bi vî awayî misoger be. Siyasta îro li Başûr ya di vê derbarê de jî bi hemû awayî vê yekê dide detnîşandan. Ji wê yekê nizanim çiqas ihtimalek şerek bi vî rengî wê hebe û pê ve jî girêdayî wê çiqas pêdevî bi hêzên leşkerî yên kurdên ji parçeyên din hebin. Lê ger em bibêjin roj hat û ev senaryoya hûn behsê dikin bû rastî jî, kurdên ku Kerkûkê xeta xwe ya sor dibînin, ma wê çawe serxwebûna Kurdistanê destek nekin.
Aso Zagrosî: “Kongreya Neteweyî” ya patiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke wiha bê pêk anîn amadekariya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cih bînin?
Ji aliyê teknîkî û mantiqî ve tu nikarî kongreyekî li dar bixî ku hemû kurd beşdar bibin. Temsîla gel partî, rêxistin û sazî dikin. Her wiha rewşenbîr û rûspî jî dengê wijdana gel in. Li ser navê gel ji xwe ev ê beşdar bibin û karê xwe bi rê ve bibin. Li ser meseleya amadekariyan jî; Ya pêwist ew e ku kes nebe mêvanê kongreyê lê belê divê beşdar hemû malovan bin. Ji bo hemû beşdar malovan bin, divê di komîteya amadekar de kesayetên ku hemû derdor wan bipejirînin hebin an jî temsîliyetek diyar a rêxistinên beşdar bibin di nava komîteya amadekar de hebin. Di derbarê kurdên diyasporayê de jî, divê em ji bîr nekin ku kurdên li derveyî welêt dijîn neynika kurdên li welêt bi xwe ne. Bêguman li Ewropayê tecrûbeyek kesayetên kurd a taybet çêbûye û di warê hevrakirin û hevkariyê de divê ji fikrên wan sûd were girtin. Lê belê di aliyê siyasî de em bala xwe bidinê, bizavek taybet ya kurdên li diyasporayê temsîl bike nîn e û kurdên li welêt sempatiya çend cûreyên partiyan bikin, kurdên li derveyî welêt jî sempatiya wan ji bo heman partiyan heye.
Aso Zagrosî: Bo vê hevpeyvîna kurt spas dikim. Di dervayê vanan de jî ger hûn bixwazin hin tiştan bibêjin fermo...
Ez jî spasiya we dikim û hêjayî gotinê ye ku ji nîvê salên 90´an ve behsa fikra Kongreya Neteweyî tê kirin. Lê belê piştî wan salan di navbera bizavên kurd de bûyerên nexweş ên ziyan dan tekoşîna mafdar a kurdan derketin holê. Ger wî wextî ew hewldan bi ser ketiba, belkî îro rewşa kurdan ji ya niha guhertî ba. Ji wê yekê dem hatiya ku kurd mizgîniyê bidin bavê fikra netewperestiya kurd ku digot „Ger dê me hebûya îtifaqek“ û Kongreya Neteweyî pêk bînin.