2. Kongreya Koçberiyê ya Kurdî li Berlînê - Nasnekirina nasnameya kurdî pirsgirêkek mezin e
Berlîn   (Rûdaw)   -   Biserperiştiya   NAVENDê (Navend ji bo Lêkolînên Kurdî li Bonnê), roja 21ê Îlonê 2011, 2. kongreya migrasyonê  ya  kurdî  li bajarê Berlînê li dar ket.
Derdorê 100 pispor, siyasetvan, rojnamevan û mêvan  di  kongreya  yek rojî  de  amade  bûn.  Di bin navê “Întegrasyon bi rêya Qebûlkirin û Tevlîkirinê“ de, meseleya întegrayonê û pirsgirêkên Kurdên Almanyayê hatin nîqaşkirin û çendîn semîner hatin dayîn. Di kongreyê de Serokê Daîreya Koçberî û Penaberan a Almanya (Bundesamt  für  Migration  und Flüchtlinge) Dr. Manfred Schmidt jî   amade   bû,   herwiha   Wezîra Dewletê ji bo Koçberî û Penaberan,  Prof.  Dr.  Maria  Böhmer  jî piştgiriya kongreyê dikir. Encamek  kongreyê  ew  bû  ku nasnekirina Kurdan ji aliyê Hikûmeta Almanyayê weke gelekî serbixwe pirsgirêkek mezin e û dibe sedema gelek pirsgirêkên di nav Kurdên  Almanyayê  de.  Prof.  Dr. Ursula Boos-Nünnig jî bal kişand ser nebûna lêkolînên zanistî derbarê Kurdan de û pêwîstiya bi lêkolînên  zanistî  derbarê  Kurdan de anî ziman, bi taybetî di warê
pedagojîk de û li ser ciwan û zarokên Kurdan de.
Li gor beşdarvanek din ya kongreyê Dr. Daniel Müller jî, wêneyekî neyênî yê Kurdan di medya almanî de serdest e. Doktorantê zanîngeha Siegenê Mustafa Doymuş jî teza Dr. Müller piştrast kir û anî ziman ku Kurd di medya û zanistê de ji miletên Ereb, Tirk û Fars nayên cudakirin û li gor welatên ku ji wan tên, li ser gelê wî welatî tên hesibandin û ev jî pirsgirêkan bi xwe re tînê, bo mînak di  lêkolînên  zanistî  de  ku  li  ser bingehên şaş tên amade kirin.
 
        
     
     
       
       
       
      