Tirs
Di dîroka mîrovetîyêda tirs cîhekî taybet digire. Ne tenê dîroka mîrovetîyêda, di jîyana heywanan da jî rolekî mezin dileyze. Tirs heta sînorekî esasî bo paraztineye, dema dibe syndrom, dibe nexweşî. Di jîyana nebat, dar û berada jî hebuna tirsê hatîye îspatkirin. Bostanvanên hoste ji kokekê serhevda du xîyara naruçîkînin, berku li paş ruçikandina yekhem, koka xîyar taf avekî tehl diafirîne û weku biruskekê dişîne belg û xîyarên ser xwe, xîyare duem yeku tete ruçikandin zehf tehl dibe û naye xwerin. Zurafa û bizin dema diçerin û belgê dara dixwin, li baş xwerina çend belgan dar belgê xwe taf tehl dikin û darên derdora xwe jî agadar dikin, ew jî belgê xwe taf tehl dikin ber ku zerarek negîje wan. Ji ber vê Zurafa û Bizin cîheki nasekinin, çerîna xwe şopat berdewamdikin. Kesak nizanene ku; tehlbuna belgê dara bizin û zurafa şopat û harkirine. Kesek nizane ku; mandîbuna şivanê bizina tehlbuna belgê darava giredayîye, dema ew têr diçerin alîyê bedengîyeva ferqa wan û mîyan namîne.
Tirs dema xafilda weku şokekê tesîr dike, dikare bibe sedema nexweşî û seqetbunek mezin. Di zaroktîya mida li derdora me gelek sala li ser lalbuna Sebrîyê Mehmud hatibu axaftin. Sebrî ketubu bostanê cîranan û xwestîbu çend tayên pîvazên teze biruçîkîne. Dema Sebrî di nava bostanda ji ruçikandinêva mijulbibu û hoyja xwe ji xwe tunebu, Husna Xanimê di paşda bi dengekî bilind jê pirsîbu û gotibu: “Kwiro tu li vir çi dikî?”. Sebrî li vir taf mit û mat mabu û lalbibu. Sebrî tirsê xwera lalbibu. Lalbuna wî salan berdewamkirîbu. Eger rihnasê mezin pisborê mîrovan Şex Heyder Baba nebuya îxtîmalbu lalbuna Sebrî heta vê rojê bimaya. Wî hostatî bi teknîkên kal û bavan zmanê Sebrî carek din vekiribu û Sebrî gîhandibu normalîya xwe.
Tirs dema ji merhalekê derbazdibe, pêşva diçe û pesîra mîrov va dizeliqe û her tim mîrov dike şikdar; dibe nexweşîyek. Tirs û şikên mayî bi hevra dibin bingeha nexweşîya şîzofrenîyê. Komên ku bi tirsê tene îdarekirin di nava xwe da puçin piranîya endamê wan koman nexweşin. Mehlezekin; dema mîrov her roj bi tirsa mirinê ji mal diçe der. Mehlezekin; dema mîrov her roj bi tirsa ji kar avitinê diçe kar, dema mîrov bi tirsa xendiqandine mehlevanîye /ajneberîyê dike, dema mîrov tirsa gerbunê hespê sîyar dibe, dema malekê da jin mêrê xwe, mer jina xwe ditirse an jî zarok da û bavê xwe, da û bav zorokê xwe ditirse; çi dibe!?
Mehlezekin dema hun zarok bun bi çi dihatin tirsand? Bi babîr û dapîra, bi lêşkerên Romê, bi qartîpozan, bi cinawiran an jî bi zalimên we mintiqeyê? Bifikirin tesîra wan tirsan çiqas li ser we maye?
Hebun û jîyana hinekan di dîrokêda li ser tirse avabuye, ew saltanata xwe bi tirsê berdewam dikin. Kemalîstan hebuna xwe 1922 virda li ser tirsê avakirin. “Uriz dijmin bun, Ermen, Ereb,Bulgar, Fars û Yunan, bi kwirtî hemu cîranên derdorê dijminbun”. Di hundirda, “Kurd, Qizilbaş (Serîsor) û komînîst dijmin bun. Bona Alewîya Sunî dijmin bun, wan şeriat dixwet, bona Sunîya Alewî dijmin bun; wan bê xudatî dixwest. Kemalîstan nezika qurnekê ew propaganda hostatî kirin, komên Anatolîyayê û Kurdistanê berdanhev, li ser tirsê xwerin vexwerin û di nava luksêda jîyan. Komkujî û tartala Alewîyan wan organîze kir avitin ser Sunîya, kuştina kesên Sunî jî wan bi destê xwe kir û avitin ser mîrovên çep, wan li Kurdistana Bakur hezaran Kurdên pêşkevtîxwez kuştin û kuştina wan avitin ser Tirkên netewî. Berî 1980 ew kuştinên organîze gîhiştin tiltilek mezin. Di bin kontrola Fermandarê Giştî yê Leşkerê Tirkîya Kenan Evren da hezaran mîrov hatin kuştin. Wan bi vî avayî xwestin dara xwe mihkem bikin û temamîya hêfsêr bigirin destên xwe. Wê katê da kem kesan dizanîya ku; li paş hemu kuştinanda ew bi xwe hene, kem kesan dizanîya ku; kuştdarên mîrovên bi rahmanên çep an jî rast ew in. Kem kesan dizanîya ku; li paş komkujiya Alewîyan li Meraşê ew in, kem kesan dizanîya ku 1977, 1 Gulanê, li Stembolê bi hevrakuştina 34 kes bi destên wan buye. Kenan Evren û hevalên vî bi metodên tirsê xwe ra rê vekirîbun û dara leşkerîyê carek din anîbun ser hukim.
Di salên dawîyê da bi tirsa grîba çukan û berazan sektora dermanan li seranserî dinyayê qezenca xwe bê sînor mezinkir. Wan Komala Tendustrîya Dinê ya Yekitîya Netewan girtin bin kontrola xwe û seranserî dine tirsa grîbê belavkirin, piranîyî medya girtin bin tesîra xwe, hukumet girtin bin kontrola xwe û mîlyonan derman firotin. Bi tirse serketin û qezencên xwe bê sînor zêdekirin. Di diwaroj da jî hînek bi tirsên nu pêşva bên û pey talan û qezencên nu bigerin.
Hinek kom îdarekirina xwe bi tirsa Xuda rêvadibin. Ji tirsa Xuda sektorek jîyana xwe berdewam dike. Ew dur û direj behsa Xuda tirsîne dikin, derheqa cezanda înformasyonên mezin didin, dojê wekû weneyekî rengînî tînin ber çavan, di wan koman da rabun û runiştin li ser tirsê dibî, carcara kirinên nebaş dibin sedema tirsên mezin û ew ji dibin sedema şevên bê xewn. Alîkarî jî tirsa Xuda dibî, îxtîram, hevpirsîn, derî ji hevra vekirin ji bi tirsê dibî, di van komanda cîh yê ji hevhezkirinê tirs heye. Cîh yê Xuda hezkirinê, ji Xuda tirsîn heye. Ew du tiştên cudane. Dema mîrov hezdike û tiştekî dike, bi dil dike, tirsa xwe tune, nezîkbun ji Xuda ra bê sînore. Dema mîrov tiştekî tirs dike, mabeynî wî û Xuda da “diwarên mezin” hene. Ew her tim firsendekê digere, di rasteyatîyêda; hezkirin, îxtîram û bawerîya wî bi Xudara tune. Dema firsend destê wî dikeve, taybetî jî dema komek organîzeda cîh yê xwe digre û xwe xwirt dibîne, li ber Xuda derdikeve, dibe hovên çavsor, ew pey “kuştina” Xuda digere. Kenan Evren û hevalên wî jî wusa bun. Endamên Sektora Kemalên Selanîkî îrojî wusane. Ew jîyana xwe li ser tirsê didomînin. Di koma wanda her tişt li ser tirsê avabuyê; mîrov ji zagonan ditirsin, zarok ji day û bava, xandewan ji mamosta, karker ji patrona, patron ji karkera, nexweş ji doktora ditirsin. Di koma wan da hemu mîrov ji hevditirsin.
Dema mîrov zagonên kome hezdike, wan bi dil cîh tîne, dema ji tirsê wan cîh tinê; her tim pey mecal û firsendên nuh digere ku wan pan bike. Komên ku bi tirsê karê xwe dimeşînîn di serîda ruxandinêva mehqumin, rojên wan hemcirîne. Berî 12 Îlone 2010, Kemalîstan gelê Anatolîya, Trakya û Kurdistana Bakur xwestin şerîatê bitirsînin. Xwestin ji sektora wan yek muyek nayê kişandin, ew bi tirsa şeriatê serneketin, şikestik mezin xwerin, ew naha xwe bona tirsên mezin yên din amade dikin. Bawerîya min ewe ku; di vê qurnêda tu kesek an ji quwetek bi tirsandinê sedansed nikare serkeve, rojên wan hemcirîne, ew mecburin bimirin. Di salên ber me da Sektora Kemalê Selanîkî û pîlên wan yên Kudistanê şikestên mezin yên din bixwin. Gelê Anatoliâ û Kurdistanê tirsa wan ji ser xwe avit, bend teqiya, av beldike, kwil mezin bibe, xwe bona Kurdistana Serbixwe amade bikin.
Bîşar Norşîn
15.09.2010