بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 1 Gul 2008

[b]WELÊ YAN WILO? WEHA YAN WERKÎNO?[/b]

[i]Bavê Barzan[/i]

Malbata Biro ji bira û biraziyan, xal û xwarziyan, ji ap û pismam, ji dotmaman, bîstûçar xort û peya, bîstûçar pîrejin û jin û ji diwanzdeh keçên xort pêk dihat. Malbata Biro, malbatek pirr a mazin bû, lê yekîtî di nav wan de nîn bû.

Malbata Çîçê, ku ji Serê Kaniyê hatibû Amedê, ji Biroyan pir hindiktir bûn, lê belê li malbata Çîçê, tevaya endamên malbatê bi pişta hev digirtin.

Van her du malbatan, ji hev hez ne dikirin. Her dem pevçûn û şerê wan bû li taxê. Yan li ser pevçûna du zaruyan û yan jî li ser du mirîşkan li hev dixistin. Dest û mil û serê hev dişikandin. Dawiyê diketin di nav destê qereqol û polîsan de û polîs jî, ji her du hêlan têr bertîl û ruşwetên xwe digirtin û paşê di ser de jî, ji herdu malbatan xortekî yan peyayekî ceza dikirin. Hem serê wan dişikiya û hem jî diravên wan diketin bêrika polîsan û hem jî ceza diwergirtin.

Dawiyê her du hêl jî, bêgav diman dîsan wek berê, bi cîrantî li nêzîkî hev dijiyan. Ta ku dîsan rojek nêzîk, ji ber tiştek pirr biçûk dirabûn hev û dîsan serê hev dişikandin, yan jî dest û piyên hev. Xwe û cîranê xwe dîsan perîşan dikirin û dîsan diketin di nav destê qereqol û polîsan de û malbat tev bêzar û perîsan û helak dibûn.

Lêbelê di vî şerî de hêla ku pir kes ji wan brîndar dibûn, dest, pê û serî li wan dişikiya, ne mala Çîçê, lê mala Biro bû. Her çend Çîçê ji malbata Biroyan kêmtir bûn jî, zû bi hawara hev dihatin. Çîçê şeş bira bûn. Hemû jî xwedî jin û zaro bûn. Her şeş bira tev bi hev re li ciyek dixebitîn, li firna xwe. Xwedî firna nên bûn. Birayek ji wan bi karê hevîr dirabû, yek bi karê kilorkirina hevîrî û yên mayî jî bi karê nanpahtinê û li dikanan belavkirin û karê firotina nanî dirabûn.

Rojek ji rojan, şahiya jinhanîna xortekî ji malbata Biro'yî bû. Her çend deriyên her du malbatan gelek nêzîkê hev bûn jî, malbata xwedî dawetê Biro, bang li malbata Çîçê cîran ne kiribû. Malbata Çîçê jî di karê xwe yê rojane de bûn û nanê xwe dipahtin û carinan jî, bivê-nevê li dengê def û zirnê guhdarî dikirin û li şahiya jinhanîna ciranên xwe dinihêrtin û karê xwe jî berdewam dikirin. Hem her şeş malên Çîçê û hem jî ciyê karê wan li nêzîkê hev, li ber malên wan bû.

Li heyamek şahiyê, yek ji malbata Biroyî, nexweş bû û hema ji nişkê ve ket erdê. Hawar û gazî bi malbata Biro û mêvanan ket. Dengê def û zirnê di cih de qut bû. Şahî rawestiya. Grîn û qêrîn li şûna şahiyê belav bû. Yê ku ji nişkê ve nexweş bûbû ketibû û li erdê razayî mabû, xalanek ji malbata Biroyî bû, ku jê re digotin Xalê Mihemed Elî. Graniya laşê Xalê Mihemed Elî'yî ji ser sed kîloyan re bû.

Endamên malbata Çîçê jî dest ji karê xwe kişandin û hatin ber xelkê ku li ser hev kombûyî bû, rawestiyan.

Yek ji malbatê bang li taksiyek kiribû, ku vî nexweşê bêcan bibin nexweşxaneyê. Lê hingê jî taksiya ku hatibû, ne taksiyek têrî xwe mazin bû, ku bikaribe wî laşê hem mazin û hem jî gran ê Xalê Mihemed Elî'yî hilgire. Graniya laşê li wir bihêle, ew laşê bêcan ê mazin, ji nav deriyê taksiyê ne diket hundirê taksiyê jî.

Xwedê gunehê Xalê Mihemed Elî'yî bibexşîne û yê me jî, dest û lepên, ku li ser Xalê Mihemed Elî'yî bûn, te digot qey ne dest û lepên mirovekî ne, dest û lepên hûtekî ne. Bejna wî ji ser 1,90'î bû. Xwediyê gewdeyek wusa qalind û berfireh bû, ku te digot qey gewda dara gûzê ya sed salan e. Loma gava ew ji xwe re li kar geriyabû, mîretî (dewlet) di cih de karê pawaniyê, notirvaniyê (bekçîtiyê) dabû wî. Kincê fermî ku dewlet li gor laşê wî dabûyê, carina didiriya yan jî ji ber kevinbûnê ji hev diket (deforme dibû). Hingê Xalê Mihemed Elî dibû wek şêweyek (fîgurek) karîkaturî. Ji xwe re bihizirin, çawa ku şewqeya serî wusa xwar li ser serê wî ye, çakêta wî ji ber lixwekirina salan wusa ji hev ketiye û hema ku têt ser kaboka çoga wî. Rext û kemera wî ya debançê, ku çep û rast ji ser şanê wî têt ber bi xwarê ve, bi kêmanî çar tilî stûr û berfireh bû. Pêlavên wî, bi kêmanî weku pêlavên sê peyayan mazin bûn.

Rengê hemû cil û bergê wî, tevî şewqeya wî ya fermî, rengê gerû (qehweyî) ya tarî bû, ku rengê cil û bergê fermî yê dewletê bû.

Bi kurtî, Xalê Mihemed Elî dilovaniya Xwedê li ser be, peyayek têra xwe xwedî laşekî gir bû. her wusa jî gran. Sê peya ketibûn bin her lingekî wî û wî dirakirin. Peyayek bi stû û serê wî, du peyayên dinê jî her yek bi hêlekî milê wî girtibûn. Çar peya jî, her du li hêlekî, ketibûn binê laşê wî û ew ji erdê rakiribûn bi hewa de. Van sênzdeh peyayan, bi hev re bi dijwarî ew ji erdê dirakirin. Lê deriyê taksiyê pirr nizm bû. Yên taksiyên Reno (Renault) nas dikin, baş pê dizanin ku ev taksî çend biçûk û çend nizm in. Her yek ji hêlekî bang û gaziyê dikirin û digotin: 'Aha wilo, wisa ne bû! Lo weha bikin! Na werkîno na be.' Yekî got, 'herin taksiyek din, Mûradek bînin! Reno na be!' Yekê din got 'dolmîşsek (minibus) yan jî traktorek bînin gidî ji bo xatirê Xwedê!' Hinekên din wisan diqêriyan: 'De zû kin hawar hey hawar!'

Di nav van ên ku her yek pêşniyarek cihê dihanîn, heger bala we kişandibe, her yek ji van jî, bi awayê xwe digotin, bi awayê, bi zarê xwe yê herêmî (mehellî) dipeyivîn. Yê ku pirr bala mirovî dikişand, ev her yek bi devoka xwe pêşniyara xwe bi lêv dikirin. Wek me li jorê bihîst: 'Aha wilo', 'wisa ne bû', 'lo weha bikin', 'na werkîno na be.'

Yê digot 'wilo' kesek ji hêla Mêrdînê, Midyadê yan ji Nisêbînê bû. Yê digot 'wisa' ji Amedê bû. Yê digot 'weha' ji Mûşê bû û yê digot 'werkîno' ji Sêwregê bû.

Di nav vê hela-hela û aloziyê de, Lalo li nav koma alîkarên xêrxwaz peyda bû. Lalo xortek ji mala Çîçê bû. Lalo hem kerr bû hem jî lal bû. Lalo govendgêrek bêhempa (bê emsal) bû. Her çend mala Biro ji ber neyariya navbera her du malan, bang li Çîçê ne kiribûn û ew ne vexwandibûn şahiya jinhanînê jî, Lalo dîsan li şahiyê amade bûbû û yê ku demek dirêj serê govendê dikisand Lalo bi xwe bû.

Gava Lalo bi hemû hêza xwe, xwe kiribû bin barê wî laşê gran ê Xalê Mihemed Elî, mirov digot qey ew ê neha pişta wî ji ber vê graniyê bişkê. Lêbelê Lalo yekê li ser xwe bû. Di govenda wî de jî baş dixuya ku desthilatdarê andamên laşê xwe bû. Ne tenê govenda kurdî, ew bi govenda erebesk û ya hevdem (modern) jî serwext bû. Lalo ji ber nebûna hevxebatkariya di navbera van 12 peyayên mayî yên di bin graniya laşê Xalê Mihemed Elî'yî de, pir dilteng bûbû. Lalo ni karibû bipeyviya, lê gava bixwasta tiştek girîng bigota, yan jî gava pirr hêrs bibûya, dengek, zûrînek zirav û ecêb ji kûrahiya gewriya wî derdiket. Her kes guh dida wî dengî.

Gava Lalo dît, ku kes ji heq na yêt der, ku Xalê Mihemed Eliyê nexweş û bêçare bikin nav taksiyê û her kesek bi laşê Xalê Mihemed Elî'yî girtiye û ber bi hêlekê ve diçe, Lalo xwe ji binê giraniya laşî da alî. Destê xwe dirêjî hemûyan kir. Di heman demê de jî ew qêrîna taybet ji devê Lalo'yî derçû. Lalo bi destê xwe yê dinê jî, bi hişkayî li ser baniyê taksiya nizim xist. Ev dengê destê wî jî, mîna dengê gulleya ji ber debançeyek derketî, deng veda. Hingê her kes li ciyê xwe rawesta û li ruyê Lalo'yî temaşe dikir. Lalo destê xwe yê dirêjkirî bir ber devê xwe û bi destnîşaniyan (işaretan) gote civata matmayî: 'Ji her seriyek dengek derdikeve. Ev çi ecêb e? Xwe bidin karê xwe. Bang li taksiyek din ne kin. Li me dereng e. Xalê Mihemed Eliyê feqîr gerek zû bigihîje ser doktorî. Vala ne peyivin, lê bi hev re bixebitin. Ma ne şerm e? Sed peya li vir in neha. Ma ne hûn hemû peyayên am û tam in? Şerm e bi Xwedê!' Li ser van 'gotinên' Lalo'yî, mîna ku civat ji tevaya gotinên Lalo'yî tam têgehîştibin, bi hilpişkînek (atilim) beşdar, di cih de û ji berê pirr bi hêsantir laşê Xalê Mihemed Elî'yî kirin di nav otomobîla taksiyê de. Her çend ku laşê Xalê Mihemed Elî di nav taksiyê de bûbû du qat jî, cihê kesek dinê jî li pêşiyê hebû. Taksî bi lez û bez ji qada şahiyê pekiya ber bi pêş û bi rê ve ket.

Lê Xalê Mihemed Elî mixabin ku di nav destê doktoran de jiyan ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê.

Roja dinê li mala Biro'yî her şeş birayên firnevan ên mala Çîçê, di şînê de amade bûn. Ji bo ew helwêsta pak û ciwan a alîkariyê, ku Lalo di nav civatê de nîşan dabû, mala Biro'yî pir supaskarê Lalo û her weha supaskarê mala Çîçê jî bûn.

Pistî çend mehan bûbû şahî dîsan. Li heman şûnê. Ev car jî, şahiya jinhanîna Lalo û keçek ji mala Biro'yî bû.

Ji wê rojê vir ve, xelk ji hev re bahsa wê bûyera nexweşî û mirina ji nişkê ve, bi van peyvan bi bîr dihanîn: 'Welê yan wilo? Weha yan werkîno?'

Li ser vê rexneya ciwan a Lalo'yî jî, ev yek hat hişê min, ku ez van hemû şêwe û awayên (formên) 'peyva nîşandekiyê' li vir binivîsim û li ser vê yekê jî pêşniyarek bikim: da ku heger rê û destûra rêzimanî, keys û derfetê bide, em ji bo tevayiya devokên kurmanciyê, yek ji van hemû cûreyan ji xwe re hilbijêrin û wê tenê ji xwe re bi kar bihênin. Wek me gotî heger rê hebe. Gelo ev pêşniyar li nav tixûbên gengaziyê (îmkan) ye yan na? Xwedê bike ev bibe. Mebest hêsankirina zimanî ye.

Ji ber ku zimanê kurdî ji zimanê Îndo-Ewrûpî ye, gelek peyvên van zimanan hevpişkê hev û ji kokê de yek in. Lê ev peyv di kurdî de bi kêmanî hîjdeh (18) cûre ne. Ji bo nimûnê, ev peyv li zimanên înglîzî, almanî û swêdî 'so' ye. Wek me dît gelek nêzîkî peyva kurdî ya 'wusa' ye. Ji ber vê yekê em dikarin vê peyvê di şûna van tev cûreyên dinê de binivîsin. Ji lew re, li gor avahiya dengnasiya (fonetîka) van peyvan, 'wusa' û 'so' ji yek reh û kokekê ne û ji lew re şêweya me ya kurdî 'wusa', şêweyek bingehîn e. Me jî bi kok û binyadbûn û orjînalbûn gerek e, ku em zimanê xwe yê pêtî û resen ji bîr ve ne kin.

Min xwe gihand hîjdeh (18) cûreyên vê peyvê:

1. Welê (Cizîr, Zaxo)
2. Wilo (Mêrdîn, Nisêbîn, Midyad)
3. Weha (Mêrdîn)
4. Were (Ruha)
5. Wer (Ruha)
6. Wera (Ruha)
7. Wiha (Mêrdîn)
8. Wesa (Dihok)
9. Wa (Silêmanî, Hewlêr)
10. Weng (Berfirat)
11. Wanî (Ruha)
12. Wankî (Semsûr)
13. Werkîno (Sêwreg)
14. Wisan (Sêrt, Cizîr, Zaxo)
15. Wisa (Amed)
16. Wusa (Amed)
17. Wesan (Amed)
18. Ûsa (Amed)

Seydayê min, Te gelek herêm hejmartine lê disa jî ne bes e... Belê rast e, ew bêje hemmû bi Kurdî ne. Ez minakek ji te re aşkire bikim. Li herêma me jî dibêjin "warre an na". Ew bêje di zimanên Ewropayî de jî he ye. Di zimanê flamanî (beljîk) de "waar" he ye. Ez bawerim "warre" yê me û "waar"a Flamanî yek bêjek e. Em dibêjin "warre an na?" Ew dibêjin "waar of niet waar?" Silavên Kurdî

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.