بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rêvebera Nehya Wertê: Gund bûn hedefa êrişên Tirkiyê

Rûdaw.net - Hewlêr: Bombebarankirina navçe û gundên Herêma Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve berdewam e. Rêvebera Nehya Wertê ser bi qezaya Rewandizê Kwêstan Mihemed jî ragehand ku li Wertê gund bûne armanca êrişên firokeyên Tirkiyê.
Derbarê êrîşa artêşa Tirk ya hewayî de Rêvebera Nehya Wertê Kwêstan Mihemed daxwiyaniyek da û ragehand ku di encama êrişên firokeyên Tirkiyê de gundî bûne hedef û got: "Di encama êrişên şevê din de artêşa Tirk 4 xaniyên hevwlatiyan hilweşandin. Gelek bîrên avê yên çandiniyê jî têkçûn. Rûberekî berfireh a rez û baxên hevwlatiyan jî zerar dîtin. Herwiha projeya elektrîka navçeyên Zargêlî, Bokrîskan jî nikare kar bike."
Kwêstan Mihemed, da zanîn di encama êrişên şevê din de li sinorê Wertê heta niha kes nehatiye kuştin yan birîndarkirin lê zerarê madî heye û tirs jî lib a hevwelatiyên navçeyê çêkiriye.
Wek tê zanîn berî demekê navçeyên sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ve dihatin topbarankirin. Di demekê de ku topbaran kêm bû, şevê din jî firokeyên şer ên Tirkiyê dest bi bombebarankirina Çiyayê Qendîl û gundên derdorê yên Kurdistanê kir.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.