بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dayka serokê Kurdistanê, Hemaîl xanê wefat kir | Video

Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê dde ragihand ku hevjîna serkirdeyê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî xatûn Hemaîl Xan vê sibê di 85 saliya xwe de wefat kir.

Xatûn Hemîl Xan di sala 1944an de diçe Kurdistana Rojhilat û di damezrandina Komara Mihabadê hevaltiya Mistefa Barzanî kir û li wir jî di 16ê tebaxa 1946ê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jidayîk bû.

Tevî rewşa dijwar ya pêşmergeyatî û derbederiyê, xatûn Hemaîl xan ji roja ku bû hevjîna Mistefa Barzanî, di xizmeta Barzanî û zarokên wî de bûye û ew mezin kirine.

Em weke malpera Rojevakurd pirse û sersaxziyên xwe pêşkeşî Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û hermû malbata Barzanî û gelê kurd dikin û hêvîdarin ku cîyê xwedêjaraziyê jî buheşt be.

Axavtina Mam Celal Talabanî li ser koca xatun Hemaîl xan: http://www.kurdistantv.net/Default1.aspx?page=articles_slide_show&c=slideshow&id=70214

Cavkanî: rojevakurd.com

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.