بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

'Biryara daxistina Dicle îlana şer e li dijî kurdan'

ANF - Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi biryareke siyasî parlementeriya Hatîp Dîcle ku bi dengekî zêde li Amedê wek parlementer hatibû hilbijartin xist. Ligel vê biryara YSK’ê 77 hezar û 709 dengên gel bi avê de çûn û rayedarên BDP’ê jî ragihand ku bersiva Kurdan ê dijwar be.


Hevseroka BDP’ê Filîz Koçalîyê û parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê Levent Tuzel, Bengî Yildiz, Hasîp Kaplan û Altan Tan nerazîbûnek tund nîşanî biryara YSK’ê da û got; “Ev tê maneya îlankirina şer li dijî Kurdan. Em ê nerazîbûna xwe ya heq nîşan bidin. Êdî dîtina çareseriyê karê YSK’ê û Serokwezîr e. Ciyê ku dad lê nemîne, aşitî jî lê namîne."


FILÎZ KOÇALÎ: Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalîyê biryara YSK'ê ya derbarê redkirina parlementeriya parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle ku ji doza KCK'ê girtî ye, şermezar kir û anî ziman ku, biryara YSK'ê keyfî û nehiqûqî ye. Koçalî, bi awayeki hişk hemberiya xwe nîşanî biryarê da û destnîşan kir ku, parlementeriya Dîcle misoger bûye û êdî ew parlementerê Amedê ye. Wê got, Dîcle li Amedê dengên herî zêde girtine, ew bi vîyana gel ya azad hatiye hilbijartin.Ji bo ku bi vê biryarê vîna gel tê redkirin em vê biryarê qebûl nakin û şermezar dikin.


Koçalî, daxuyand ku biryar provakatîf e û ê ji bo biryarê serî li cihên têkildar bidin. Koçalî got ew ê 36 parlemeneran bişînin meclîsê, ger parlementerek wan jî kêm be ê neçin meclîsê. Koçalîyê got hemû kesên ku wijdana wan hebe ê vê biryara YSK'ê qebûl nekin, her wiha gelê Amedê û ew wê dijberiya xwe bînin ziman. Koçalîyê got "De êdî bila YSK û Serokwezîr li çareseriya vê yekê bigerin."


LEVENT TUZEL: Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ê Îstanbulê Levent Tuzel diyar kir ku biryara YSK’ê mudaxelekirina siyasetê ye. Divê YSK mudaxeleyê kesê bi vîyana gel hilbijartî neke û me gotibû divê ev yek ji îradeya Meclîsê re bimîne. Lê bi awayekî zelal dixuyê ku AKP dixwaze bi mudaxeleyekê polîtîkaya welêt tevlîhev bike.Parêzer ê îtîraz bikin. Divê dest ji biryarê berdin. Em hêvîdar in ku ew ê ji vê biryarê paşde vegerin. YSK’ê beriya niha jî mudaxeleyeke wiha kiribû, li rastî nerazbûnên li kolanan û siyasî hatibû. Pêvajoyeka wek wê derbikeve holê. Gel ê teqez xwedî li nunerên xwe derkeve.


BENGÎ YILDIZ: Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ê Batmanê Bengî yildiz got "Biryara YSK’ê ê rê li ber ziyanên mezin veke. YSK êdî bûye mîna lijneyeka ku dînamîtê di nava bingehê civakê de bi cî dike. YSK bi hesasiyetên gel dileyîze. Çima ev biryar heta îro nehat dayîn. Îro herêm ê bikele. YSK jî û her kes jî dizane ku gelê herêmê ê nerazîbûneke tund nîşanî vê biryara YSK’ê bide. Parlementeriya parlementerekî ku li ber sondxwarinê ye dixin, YSK baş dizane ku ê gelê herêmê nerazîbûneke çawa nîşan bide. Ez weke mirovekî ku herêmê nas dike dibêjim. Ev yek ê encamên ku telafîkirina wan ne mimkin e bi xwe re bîne. Hêvîdar im titşek wiha neqewime.


Em ê bi tu awayî li hemberî vê biryara YSK’ê bêdeng nemînin, em ê jî wek gelê xwe, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Gelo ev lijne vê rayeyê ji ku û ji kê digire, mirov vê yekê mereq dike. Êdî bes e ev sazî bi çarenûsa Tirkiyeyê dileyîze. Xirabiya herî mezin ev lijne (YSK) li civakê dike. Ev yek tê wateya îlankirina şerê li dijî Kurdan. Biyara me ya li hemberî vê jî ê di vê çarçoveyê de be."


HASÎP KAPLAN: Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ê Şirnexê Hasip Kaplan got "Rewşa Hatîp Dîcle beriya hilbijartinê hat aşkerekirin. Lê wê demê YSK’ê biryara xwe neda. Piştî ku bi vîyana gel hat hilbijartin û mezbeteya xwe wergirt, parlementeriya wî ji aliyê YSK’ê ve tê xistin. Ev birayareke skandal e. Ne hiqûqî, siyasî, etîk û ne jî demokratîk e. Encamên vê biryarê ê giran bin. Biryara Hatîp Dîcle beriya hilbijartinê hatibû dayîn. Çima hiştin bikeve hilbijartinê û çima hat hilbijartin? Çima vîyana hilbijartinê tune tê hesibandin? YSK’ê biryarek weke kemînê da. Cihê ku dad lê nemîne, li wê derê aştî, demokrasî û hiqûq jî namîne"


ALTAN TAN: Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ê Amedê Altan Tan got: "Biryara YSK’ê ew e ku berê gel bide kolanan. Divê bi awayeke lezgîn ev biryar bê serastkirin. Divê Meclîs rêbaza ku berê ji bo Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi kar anîbû, ji bo Hatîp Dîcle jî bikarbianiya. Em ê teqez nerazîbûnek tund nîşanî vê biryarê bidin. Ez bang li Serokkomar Abdullah Gul dikim; Digot wan piran neavêjin, lê YSK piran diavêje. Bila Serokkomar hesabê vê yekê bipirse. An ne, em difikirin ku neçin Meclîsê jî."


ANF

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.