بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

'Bavê min di bin siya rejimê de hat kuştin'

Netkurd.com - Faris Temo: Çendîn car êrîş hatin ser bavê min. Li Sûriye gelek kesayetiyên weke Şêx Maşûq naskirî û yên din ên kurd û Ereb di bin siya vê rejîma hukûmeta Sûriye de hatine kuştin.

Di peywendiyeke telîfonî de Faris Temoyê kurê Mişel Temo ragihand Peyamnêrê ku duh demjimêr di 5-ê êvarî de li Qamişloyê êrîşeke girûpeke çekdarî êrîş aniye ser wan û di encama vê êrîşê de bavê wî hatiye kuştin û birayê wî Marsel Temo birîndar buye. Wî got: çendîn car êrîş hatin ser bavê min. Li Sûriye gelek kesayetiyên weke Şêx Maşûq naskirî û yên din ên kurd û Ereb di bin siya vê rejîma hukûmeta Sûriye de hatine kuştin.

Avesta radigihîne ku li seranserê rojavayê Kurdistanê, Kurd ji bo Mişel Temo rabûn ser piyan...

Di wan serhildanan de, xwepêşandêran êrîş bir ser saziyên dewletê. Li Amûdê û bajarên din yên rojavayê Kurdistanê çiqas peykerên Hafiz Esed û Beşdar hebûn, hatine şikandin.

Mişel Temo rêvebirê Partiya Şepola Pêşerojê bû. Temo weke çalakvanekî naskirî yê rojavayê Kurdistanê di her karî de aktîf û li pêşbû. Çendîn caran bi dozên siyasî, rejîma Sûriye ew xist zîndanê û pênc salan di zîndanê de ma. Ew roja 2-ê hezîrana îsal hat berdan.

Duh di îna xwepêşandanan de li gorî çalakvan û dîdevanên bûyeran de bo kenal û ajansên ragihandinê xûya dikin ku hijmara kujtiyan îro gihişte 21 kesan.

Cenazê Mîşel Temo li nexweşxanê

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.