بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Aso Zagrosi on 8 July 2014

Aso Zagrosî: Kurd wekî netewe xwedanê ol û olzayên cuda ye. Kurdên Misilman bi sedan û bi hezaran zanyarên olî dan cîhana îslamî. Di belavkirina ola Îslamî û di parastina wê de Kurdan cihekî giring girtin. Neteweyên wek Tirk, Ereb û Faris di bin navê “Brayetîya Îslamê” de dewletên xwe damezirandin, lê di heman demê de mafên kurdan ên netewî û demokratîk binpêkirin û komkujî dijî Kurdan kirin. Di jêr maskêya Brayetîya Îslamê de Tirk, Ereb û Farisan her tiştên, ku bo xwe helal dibînin, ji bo Kurdan hemû heram kirin û hêj jî wisa berdewam dikin (wek minak damezirandina Kurdistana serbixwe an jî avakirina xweserîyek e wekhevî).

Di bin sîya oldarî û îdeolojîk de gellek Kurdên musilman û çep bi baweşînekê dijatîya komara Îsraîl dikin, lê serokkomar, Şimon Peres, serokwezîr, Benjamin Netanyahu û wezîrê derve, Avigdor Lieberman, daxûyanî dan kû ewê piştevanîya Kurdistana serbixwe bikin. Ev cara yekem e, ku serkirdeyên dewletekê bi yek devî pêwistîya piştevanîya dewleta Kurdistana serbixwe dibînin.

Di vê dema dîrokî de ku gotûbêja serxwebûna Kurdistanê destpê kiriye û dimeşe. Gelo divê Kurd beranberî van daxûyanîyan çawa helwest bigirin?

----

Serdar Roşan: Herçî rola kurdan ya di belavkirin û parastina îslamê de, her weke we difikirim ku kurd bi zana û siyasetmedarên xwe, xwedî roleke muhîm bûn...

Tirk, ereb û farisan îdeolojiya dîn, ji bo dewletên xwe, li dijî kurdan ji bo menfaeta xwe bi kar anîn. Bi ya min ev tiştekî normal e, ji ber ku siyaset û bikaranîna alavên siyasî yên welê ne xerîbê dunya û civaka siyasî ya navdewletî û ya me ne. Nuxteya divê mirov dest nîşan bike, ne ew e ku çima tirk, ereb û farisan li dijî kurdan ev îdeolojî bi kar anîye. Ya muhîm gelo çima kurd bi vê biratiya sexte ya nejidil hatine xapandin? Qelsî û kêmasiyên kurdan û xasima rewşenbîr û siyasetmedarên wan çi ne ku rê dane vê biratiya xapînok? Bi kurtî xetaya asasî ji kurdan bi xwe ye. Heke miletek di zanîna hebûna xwe de nebe û cardin xwedî aksiyonên siyasî û armancên hevdem nebe, helbet yên li dijî wan dê serî li gelek metodan biêxin da ku wî miletî rêveder bikin.

Ji bo bersîva hewce û dawîlêanîna vê siyaseta xapînok, divê zanayên dînî yî kurdan xelkê şiyar bikin, rewşenbîr bi roleke hewce rabin, zanîna xwe bi miletê xwe re parve bikin. Siyasetmedar li gorî hewcedariyên siyasî tevbigerin...

Îsraîl weke dewlet realîte ye, miletê îsraîl realîte ye. Îsraîl û xelkê wê xweparêz e. Siyasetmedarên Îsraîlê berî hertiştî berpirs in ji ewlewî û serweriya welatê xwe. Ew jî weke hemî civak û dewletên din, di destê pêşîn de berjewendiya xwe difikirin, di vê yekê de çu anormaliyek nîne.

Ji hêla kurdan de, tu sebeb nînin ku kurd rabin li dijî Îsraîlê bin. Yên welatê kurdan, Kurdistan dagir kirine, ew dewlet û milet diyar in, eşkere ye ku Îsraîl ne di nav van dewletan de ye. Di bin kîjan nav û îdeolojiyê de dibe bila bibe, kesên ku mafê miletê kurd yê dewletbûn û serweriya li ser axa xwe qebûl neke û neparêze, ew kes durû ye, sextekar e, bêaxlaq e. Loma kurt û kurmancî peyatiya îdeolojîk ya tewş ne karê kurdan e. Te divê ev peyatiya îdeolojîk bila di kirasî dîn an jî çepitiyê de be, hîç ferq nake.

Helwest û bersîva miletê kurd û ferdên wî divê li realîteya wan ya civakî û li rewşa wan ya siyasî bigunce. Realîteya me ya civakî eşkere ye: Miletekî bindest. Vêca ji bo ev bindestî biqede me hewcedarî bi kêmkirina dijminan û zêdekirina dostan heye. Ji bo serweriya li welatê xwe, kurdan çu sebeb û luksek nîne ku destekî dirêjkirî yê dostane red bikin.

Milet bi serxwebûnê dibin miletên serwer. Çareseriyên din, miweqet in. Weke her miletekî serwer, bêqeyd û şert divê miletê kurd li welatê xwe serwer be. Serweriya temam serxwebûn e.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.