Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan çend roj berê ji bo Konferansa Ewlekarîyê ya NATOyê hat Almanyayê. Rêxistina AKPyîyên Almanyayê û Konsolosxaneya tirk ya Kolnê ji bo Erdogan şov bike, civînek li salona herî mezin ya Kolnê ji bo wî li darxist.
Erdogan di axavtina xwe de li ser întegrasyon û asimîlasyonê raswetîye û got; ’gelê tirk gelek dostanî û toleransê ye, diçe ku bi xwe re bextewarî û heskirinê dibe.''
Helbet yê dîroka tirkan nas dike dizane ku ev gotin ji serî heta binî derew in. Tirk di temamê dîroka xwe de çûne ku, welatê wan dager kirine, millet ji xwe re kirine kole, çûne ku şîn û êş bi xwe re birine, esaret û dujminantî bi xwe re birine. Sebeb ev e ku ew bi xwe dibêjin ’ji trik pê ve dostê tirk nîne' . Sebeb ev e ku bi sedhezaran leşkerên osmanî dema ji Erebîstan û Afrîkayê vekişîyan ji tîna, bi dehhezarên dinê dema ji Balkanê vekişîyan ji biçîn û sermayê mirin. Bêguman ev encama siyaseta wan ya hov e û ji bo vê yekê heger em hevkarî û dostanîya wan ya sexte ya li hemberî kurdan bi farsi û qismek erban re, hesab nekin, li herêmê bi rastî jî dostê wan nîne.
Erdogan di hevdîtina bi serokwezîra alman Angela Merkel re de, ji rewşa gencên tirk yên li Almanyayê dijîn gazin kir û got; divê Xwendegeh û Zanîngehên bi tirkî ders didin vebin da ku gencên tirk qenctir bixwînin.
Tê zanîn ku li her bajar û bajarokê Almanyayê yên ku 100-150 zarokên tirk lê dijîn, dersê zimanê tirkî hene û mesrefên dersdaran jî ji alîyê dewleta alman tê dayîn. Gelo dema Erdogan behsa xwendgeh û Zanîngehên tirkî kir qe 7-8 milyon zarokê kurdên Kurdistana Bakur hat bîra wî? Heger piçek ûjdan hebûya dê bihata bîra wî, lê ûjdan li ku?
Gelo Erdoganê ji bo 400-500 hezar zarokên tirk yên li Almanyayê weka penaber dijîn, doza xwendegehên bi zimanê tirk û ji bo zarokên tirk kir, bibîra xwe nayîne ku dewleta wî li 7-8 milyon zarokên kurd ku ji bav û kalan û bi kêmayî 1000 sal berîya bav û kalên wî li ser vê xakê dijîn, ev mafê serek e yê mafê mirovan qedexe kirîye. Gelo ma nayê bîra wî dema li Amedê jê re hate gotin; ’me mafê perwerdê bi zimanê kurdî divê', çi çavsorî kir û got; ’lê îjar ku laz, arnavût û çerkez jî rabin vî mafî bixwazin'.
Helbet nemumkin e ku Erdogan jî nizanibe li Almanyayê, tirkî û kurdî jî tê de bi gelek zimanên cihê dersa zimanê zikmakî tê dayîn. Dive ku Erdogan nizanibe ku tenê li bajarê Kolnê ji 167 gel û neteweyên cuda biyanî dijîn. Yên şertên dersa zimanê zikmakî tînin cîh jî dewleta alman vê xizmetê dide wan û heta vê rojê jî almanekî ji bo vê yekê diltengî nekirîye.
Serokwezîrê tirk di axavtina xwe ya li Kolnê de ji tirkan xwest ku ew xwedî li ziman û kultura xwe derkevin, adet û şêweya jiyana xwe wek tirkekî berdewam bikin. Erdogan siyaset û hewldanên dewleta alman yên ji bo întegrasyona civaka tirk bi civaka alman re jî wek asimîlasyonê binav kir û got; asimîlasyon sucek mirovatîyê ye. Erdogan bi van gotinên li xwe miqur hat ku ew wek dewleta tirk naxwazin civaka tirk ya li Almanyayê entegreyî civaka alman bibe û ev civak her dibin kontrola dewleta tirk de be û ji dêvla dewleta lê dijîn, nanê xwe lê qezenc dikin, îtîatkarê dewleta tirk be.
Bêguman asimîlayon sucê mirovatîyê ye, lê dema Erdogan vê rastîyê dibêje jî durûtîyê dike. Ma ne ev dewleta tirk e ku li Tirkîyê bi dehan gel û kêmnetew asimîle kir, ji binî de ji holê rakir? Ma ne ev dewlete ku ev 83 sal in, ji bo kurdan asimîle bike, ji serokwezîr û muşawiran, general û paşeyan şandeyan dişîne Kurdistanê, rapor û planan bi wan dide amadekirin, bi sedan kampanyayan li der dixe?
Ji alîyekî texsîrnekirina bi temamê hêza xwe asimîlekirina kurdan û kêmneteweyên li Tirkîyê dijîn, ji alîyê din gotina; asimîlasyon sucê mirovatîyê ye, durûtî ye Erdogan !.
Bêşik ev ne durûtîya te ya yekê ye, em te jî dewleta te jî nas dikin, lê te bi vê helwesta xwe kir ku alman jî te/we nas bikin. Maskeya ber rûyê te/we ket. Neyta dilê we da der.
ASİMÎLASYON Û DURÛTÎYA ERDOGANî / Netkurd Akt: