Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 11 December 2013

Şehîdê şeva tarî
******
Zivistanek sar û sirt
Bi baran û baki xwirt
Li Qamişloka jar û mist
Cihê civîn û her tişt
Dinya esra ro bû rast
Kom civînek, li hev rûnişt
Ji bo xatirê, doza Welat
Dane hevdû, soz û bext
Lê ne li bale wan bu, ew feqehê bê rûmet
Bê wan cahve wî, ci di xwest
Bi xezebî, kîn ji dilê xwe derxist
Xeber dida, ew dihatin raste rast
Li gel neyar, wî hat û li derî xist
Mîta bi wara, şer pêxist
Bimbê xanî hilweşand
Erdê nema xwîn hiland
Wan bi heya zaroka jî kuşt
Pîrek jî, li beyî xwe nehişt
Dûman li ser wan kir mijî
Nema kesî hevdû dî
Memo bakir bi mêranî
Pêra deng da şivqelî
Eyi bêbext, ma tû kanî
Wek diza, ti newa xanî
Tû şer bike bi mêranî
Em Kurdin, şêrin tû di zanê
Em natirsin ticarî
Cibkin şev li me bu Tarî
Gel cek li dest ba, tê dîdiba ezbenî
Fêde nakê, nema dibê bi ax û xwezî
Li Cernikê bûya dengî
Ev ci bûya li vî Gûndî
Memo û Necla û şevqalî
Muslim û Hesen û hemî
Kebreş û zarokê wî
Şehîd bûna, bi vî rengî
Bi destê cahşên nukerî

Seydayê Arî

23.02.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.