ŞAHBUN, KEK MESUD BARZANÎ Û ŞIVAN PERWER HATIN AHMEDÊ, KÎ BO ÇI DIREQISE?
Şahbun ji şaxbunê tê. Peyva Şax xwedî çar maneye: yek; Xwudaye, du; Padîşahye (bave ku Xwuda dîtîye) se; çîyaye, çar; struyê dêwêr û pêze. Yekhemcar û hemuyan pêştatir Şax; Xwuda bi xweye.
Dema mîrov şahdibe ango şaxdibe, vatê ku, ew mezin û bilind dibe, Kurdî tête gotin ku; şahbu serê wî
gîhişt ezmana. Dema mirovik şahdibe tête wê maneye ku; ew weku Xwuda mezin û bilind dibe, weku çîyayekî bilind û berz dibe, weku şaxê pêz û dêwer dirêj û pîj dibe. Mîrove ku zede şahdibin û dikenin kem cara nexweş dikevin, li Hindistanê Komelgahyên şahkirin û kenandinê hene, endamê wan komalan hefteyê çend caran tên bahev di bin pêşvigarîya pisporekîda dikenin û şahdibin. Bona çi “şahbun” hate bîramin îro Serokê Dewleta Herema Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û denbêjê mezin Şivan Perwer hatin Ahmedê. Gelek mîrov bi hatina wan şahbibin Kek Mesud Barzanî bi xwe jî şahbibe; berku ew tête nava gelê xwe yê Bakur, dilê xweda du perçeyên Kurdistanê yêkbike. Sîyasetmedarê Tirk, Serokê Komarê Recep Tayîp Erdoğan şahbibe; ew xwe bi xwera bêje min pîçek din Dara Kemalîstan sistkir, li gel Kurdan em carek din nezîkîhevbun, li ser bingehya Îslamîyet û Osmanîyê emê carek din bi gelê Kurd ra dostanîya xwe sazbikin, rolê Dewleta Tirk li ser Rojhilata Navarest emê pêşva bibin, problema niftê bona welatê xwe binîda çareserbikin, carek din axatîya Kurdan bi dest xwe bixînin. Sîyasetmedaren Kurd yên weku Ahmet Türk, Leyla Zana û Osman Baydemîr şahbibin; ewe xwirtî û hêzbuna xwe, Kek Mesud Barzanî û Recep Tayîp Erdoğan nîşanbidin, bêjin ku Kurdistana Bakur em hêzin, em destseleyedarin. Şivan Perwer şahbibe; ewê bi garantîya Komara Tirk û Mesud Barzanî bête nava gelê xwe û hesreta xwe bikuje, biçe nava xismên xwe, tirba dayîka xwe zîyaret bike, dura peyamekê bide alîgarên BDP û Fişok, bêjê hun bixwezin an nexwezin ez evîna vî gelî me, ez gelê xwe gelek hezdikim, gelê min jî weku ronahîya çavên xwe ji min hezdike. Gelek welatparêzên Kurd şahbibin, ew derkevin ser meydan û kolonan, berku ew bi hatina Kek Mesud Barzanî û Şivan Perwer xwe bi azadbun û serxwebunêra nezîktirîn bihesibînin û bi xwe serketî û rizgarkirî bibînin. Li ser axa Anataolî û Tirakyayê gelek şexs, kom û hêzên sîyasî vê hatinê şahbibin, bi xwe xwera bêjin ku; bi vê hatinê pozberî mabeyna Kurd û Tirkanda namînin, agirê şer diçe paça, Tirkîya û Komara Tirk ji parçebune durdikevîn, ew weku dewlet diwaroj da jî jîyana xwe berdewam bikin.
Dema hatina Kek Mesud Barzanî û Şivan Perwer her yêk bi alîkîva şahdibe; çîrokek ji derdora bajarê Wanê hate bîra min, ew çîroka salan pêşta alîyê Kurdekî nav û dengda ji minra hatibu gotin. Yêkhemcar ezê wera behsa vî Kurdê nav û deng durajî bi destura we; behsa vê çîrokê bikim, çîrok;
Çîroka Exmede.
Merxasê Wanê, Xweda jîyana wî dirêj bikê, bawrîm naha bêrê xwe dayê sedî. Ew mîrovekî zana û felezof bu, bejna wî dirêj, milên wî fireh, çavên wî yen mezinda mîrov her tim ronahî didit, mandî bun tu car nehatibu lay wî, dema ew rêva diçu erd di bin lingên wî da dihêjîya, mevanên wî tu car kem nedibun,li ser xonçeya wî her dim gwîz û hingivê Miksê hebun. Ew mîrovê zana di cîvatên piçukta mezintirîn dengbêjê cîhanê bu. Li ber Wî merxasê Wanê bawer bikin ku; Erek û Artos dihatin sejdeyê, wî alîyê Gola Wanê Çîyayê Sîpanê wîra her tim dest radişand, digot wera ba min, ez hevîya te me, min bîrya cîvate te kirîye. Wî dema destpêkî sohpetê dikir, berê xwe dida Gewerê, dura diçu ser Reşko li wê derbazi Bozê Sîna dibu û diçu Urmîyê, heta Tewrêzê tu dibirî û dizivirîya Bajarê Xoyê derbazî Agrîye dibu, behsa Celalî, Spikî û Burkîyan dikir, ji Agrîyê diçu Qersê, derbazî Kelbecar; Laçîn, Gencê dibu, Zengilan weku hêlîyekê dinaî ber çavên te û dîsa dizivirîya Bajarê Wanê.
Jîyanê; rojekî roja ez kiribum mevanê vî Merxasî. Wî ji minra gotu bu: mezinayî ewe ku; mîrov bi tiştên piçuk jî şahbibe, kesên kû bi tiştên piçuk nikarin şahbibin, tu dinyayê jî bidî wan ew têrnabin û qet tu car şahnabin, berku ew jî mîrovetîyê durin. Dîrok nîvîsîn şerê dijî bîranînane, deme ew Kurdê Merxas, Xwedane Çîroka Exmed, hate bîramin; min dijî bîranîna xwe tu şerek nekir, min xwest yêkser ji wera vê bîranînê parvabikim.
Çîroka Exmed:
Exmed bi xwe xulamekî xwirt, spehî, rastûpêk, û jîr buye. Ew qet tu cara cîyê xwe nedisekinîye, wî xwe ranedigirtîye, ew şev û roj nava xebatêda buye. Kem mîrov hebune ku; vê navçeye weku Exmed zîrek bune. Berku Exmed bi karê mala xwe nidikarîye têra xwe bike, ew karekî nû geryaye. Wî bona destxistina karekî nû, dost û nasên xwe ra xeber rêkirîye. Rojekê roja ew dibehîze ku; Tacîre wê navçeyê yê herî mezin karkerekî digere, di wê katêda esasî karkerî tunebuye, xulametî hebuye. Tacîrê herî mezin yê vê navçeyê gelek zana û dinya dîtîbuye, ew xulamekî zedetirîn karkerekî digerîyayê, berku xulametî xoşa wî nediçuye, digotîyê ezê mîrovekî şîrhelal bi xwera bidozim, ew be lay me, ne weku xulam weku mîrovekî azad karbike. Dema Exmed dibehîze, Tacîr mirovekî zirek, xwirt û şîrhelal digerî, berê xwe dide mala wî û diçe xwe bi wî ra dide nasîn. Axaftina Exmed, runiştin û nanxwerina wî zef xoşa Tacîr diçe. Tacîr mîrovekî gelek nav û deng buye, ew jîyana xwe da weku Padîşahyekî dijîyaye, gelek xidam û xulamên wî hebune, bi jinek gelek şîrîn û spehîra zewaca xwe kirîbuye, jina wî jî ji malbendek nav deng buye, perwerdebuna wê jî perwerdebunekî taybet buye, wê dikarîye eşîrekî an jî dewletekî serbixwe rêvabibe û îdarebike. Tacîr bi xwe jî baş perwerderkirî û zana buye, heft zman dizanîne. Ew gelek cara heta Hindisanê û Maçînê çuyîbuye, wî ji wan welaten pirtî û pertalên giranbiha dinîne li Kurdistan û Anatolîayê difirotîye, şex, axa û beg, paşa û padîşah hemu kirdîyarên wî bune. Dema şunda dizivirîye li ser Afganîstanê û Welatê Rojê Xorasanê va derbazî Bajarê Meşedê dibuye li vir safran dikirîye, di we katê da gelê Xorasan û Meşedê zedetirin Kurd bune. Wi li gel pirtî û pertalên giranbiha, fere û folên porselan, zêr, gindor û myr jî dikirîyê û firotina van tiştan jî dikirîye, çuyîn û hatin wi bi mehan berdewam dikiriye. Berku; myr, gindor û zêr dîroka gêlên Aryan û Kurd da cîhyekî taybet digirtine, wî giranîya bezirganîya xwe didayê ser van tiştan. Ew bibuye pispore pirtî û pertalên giranbiha, fere û folên porselen, myr, gindor, safran û zêran. Dema vê çîrokêda behsa zêr, gindor û myr tête kirin, ez dixwezim çîrokê bi destura we li vir bibirim û pîçek ji wera li ser Axaftina Dawîyê ya Pîxamber Zerduşt xeber bidim, ku hun bizanin bona çi myr, gindor û zêr dîroka Kurdan da cîhyekî taybet digirin!
Rojekê roja Pîxamber Zerdeşt li gel şagirdên xwe li ser kaniyekê sekinîbuye, xafilda yêk ji şagirdan ji Zerdeşt Pîxamberê Ronahîye, pirseke taybet dike. Dibêje: ya Zerdeşt, Pîxamberê Nurê, dema Te goça dawîyê kir û kirasgorî, mîrovekî weku Te carek din bête ser vê dinyayê? Zerdeşt li şagirdê xwe dizivirîne û dibêje belê bête dinyaye. Şagird şopata xwe ranagire û pirsek din dike; dibêjê: ew ji Te mezintir be? Zerdeşt dibêje na, ne ew ji min mezintir be, neji ji min piçuktir be, berku ew ezim, ez jî ewim. Şagird carek din xwe ranagire û pirsa sisîya dike, dibêje: Ew kenga bête dinyayê?
Zerdeşt dibêjê: dema ew bête dinyayê li ezmana sterk wusa dîyarbikin, durîya strekan ji hîv û rôjê ewqas be, roj û hîv bi vî şiklî dîyarbikin, sterkek nû derkeve holê, ew şevê bi şiklekî taybet ronahî bike û her şev zedetirîn berê xwe pîçek bide rojava dura cîhyekî bisekine û îşareta buyîna min ya nu bide. Dema li ezmana hevhatinek wusa dîyar dike, mîrov dikare bipîve û cîhyê buyîna wî zarokî bidozî. Li paş kirasgorîna Zerdeşt, Astrolgên Zerdeştî bi sedan salan li ezmana pêyîyan hevîya hevhatina salixdana Zerdeşt ya ezmana man, katek hat hevhatina salixdana Zerdeşt xwe da dîyarkirin, weneye ku ezmana derektibu holê, sedarsed gor salixdana Zerdeşt bu. Astrologên Zerdeştî gor zanîna xwe ew wene ji hevderxistin û pîvan, wan dît ku ew zarokêkê ku ew sedsalan virda hevîyenê, hatîyê dinyayê. Cîhyê ku wan gor pîvana xwe derxistibun holê; Betelhelm bu, ew cîh li ser welatê Felestînê bu. Astrologên Zerdeştî bi dîyarîyên xwe taf rêketin û berê xwe dan Welatê Felestînê, dîyarîyên ku; wan bi xwe ra girtîbun bona ceribandina vî zarokî bun. Ew myr, gindor û zêr bun. Di vê katêda li bajarê Qudsê dara Heredos hebu, Heredos padîşahekî zilimkar bu. Dema Astrologên Zerdeştî hatin Betelhelmê mala vî zarokî dozîtin û gel dayîk û bavên wî peyvendî girtin, bun mevanên wan, sedema hatina xwe nîvaşîkar kirin, wan bi myr, gindor û zêr zarok ceribandin, zarok gor salixdan Pixamber Zerdeşt bu, dema ew wê malê bun mevan û şevekê li wê razîyan, wan zanî ku çi bete serê vî zarokî, dema roj derket wan dayîk û bavê vî zarokîra xeberdan û gotin pewîste hun zu ji vir derkevin û herin welatekî din, berku jîyan vî zarokî di bin xetarîyek mezindayê, eger hun neçin Heredos tiştekî bîne serê vî zarokî û wî bikuje.
Dema roj derdikeve, dayîk û bavê wî zarokî berê xwe bi gel zarok didin Welatê Misrê, Astrologên Zerdeştî jî berê xwe didin Kurdistanê. Heredos xebera wan digire û dixweze wan bigire, haris û leşkerê wî destvala dizivirin Bajarê Qudsê, zarok li Misrê mezin dibe û xortanîya xweda dizivirê Welatê Felestîne, durajî tête bajarê Qudsê, tête gotun ku ew Pîxamber Îsa bi xwe buye. Zanyarên Xaçparêz dema qala dayîkbuna Pîxamber Îsa dikin, qala Zanyarên Zerdeştî û axaftina Dawîya ya Pixamber Zerdeşt nakin, tenya qala sê Kralên ku pîrozîya dayîkbuna Pixamber Îsa dane dikin. Wan weku Astrologên Zerdeştî nadin nasîn. Ew dema qala van Astrlogên Zerdeştî bikin, pewiste dîroka xwe û bîranînên xwe nuva binîvîsin, min çi goti bu jor: dirok nivîsîn şerê dijî bîranînane, daxawa dîroka mîrovetiyêda kem kes hebune ku dijî bîranînên xwe bona nîvîsandina dîrokê ketina nava şer. Di dîroka Xaçparêzan da jî kem kes hene ku; li ser Axaftin û Mizgîndayîna Zerdeşt Pîxamber sekinîne. Naha jî Xaçparêz û Oldarên wan her sal bi şahî û seremonîyên mezin yên cîvakî buyera hatîna Astrologên Zerdeştî weku hatin û mizgîndayîna sê Kralan pîroz dikin, feqet bê xeberdanê Pîxamer Zerdeşt û şagirdên Wî. Naha ez di dîroka Kurd û Zerdeştîyanda cîhyê taybet yêmyr, gindor û zêr bidim alîkî, peyvendîyên mabeyna Pîxamber Îsa û Zerduşt cîhyê xwe bêlim û dîsa bona we bizivirim ser
Çîroka Exmed
Tacîre ku Exmed bona kar girtîbu, tacîrekî baş perwerdekirî bu, ew ne tenê pisporê pirtî û pertalên giranbiha bu, ew pisporê safran, myr, gindor û zêran jî bu, wî bezirganîya van tiştana jî dikir. Exmed heft sala gel Tacîr û Jina wî karkir, ew ji wan, Tacîr û Jina wi jî Exmed gelek razîbun. Wan gelek ji hev hezdikir, bi rastî wan heta vê katê karkerekî şîrhelal yên weku Exmed nedîtîbun. Exmed ji wan wekû dayîk bevekê, weku xwîçk û brayekî hezdikir. Rojekî roja Tacîrê mezin biryar girt ku; ewê li gel karvana xwe dîsa biçe Hindîstanê û ji li wê pirtî û pertalên giranbiha bîne, wî xwe bona çuyîna nû roj bi roj amadekir, hesp û hêjtirên nû kirrîn, bona paraztina karvanê şerkerên nû dan amadekirin, rojekî wî bi karvana xwe xatirê xwe xwest û ew rêketin, berî rêketinê; wî carek din ji jina xwe ra, ji Exmed ra û hemu Xulam û Xidamên xwe ra xeber da, nesîhatin mezin kirin.
Li ser rêketina Tacîrra gelek zeman derbaz bu tu xeberek ji wan derneket. Nasekî Exmed hebu hatê kete bin çengên Exmed, wî ra gotê: Exmed tacir û jina wî te dixapînin, karkerî-markerî binîda derewe, ew te ji weku xulam dihesibinin, eger tu rojeki dev ji kar berdî û biçî mala xwe, ewê tu tiştekî nedin te, heta naha tera gotinê dema tu biryar bigrî biçî mala xwe eme heqe te yê lay me bikin zêrûpul û tedin. Nasê Exmed, ji Exmedra dibêje: “lo Exmo, tu duenî ji exmax buyî, tu îro ji dîsa exmaxî, mejuyete naxebite, ewe tam hefta salin Tacîr û jina wî te bi vî şikliî dixapînin.
Dema nasê Exmed wusa xeber dida, zef zora Exmed diçu mixabin nedikarîya wî ra tiştekî bêjî. Rojekê nasê wî dîsa hat û keti bin çengên wî; vêra gote: ka Xanima Tacîr bicerîbîne, bêjê ezbenî min heft salin neçume mala xwe,min bîrya mala xwe kirîyê, birîya dayîk û bav, jin, xwîçk û brayên xwe kirîyê eger hun destur bidin, min dixwezim biçim mala xwe. Exmed nasê xwe ra tu tiştek negot, nasê wî yê tizkar dîsa çu, çend hefteyan xew neket çavên Exmed, dura xafilda Exmed bona xwe biryarek girt û çu lay Xanima xwe, bi gotinên nasên xwe yê tizkar ku; ketibu bin çengên wî bi Xanima xwera axifî, Jina Tacîr li Exmed zivirand û gotê: Exmed tu mişqule tune eze zêr û pulê tê yê berhevbuyî tedim, herê ser xerê, Xwedê rîya te vekirî bike û te bigehîjîna mala te. Jina Tacîr çu sanduqa xwe vekir gelek zêr û pul dan Exmed, dema Exmed jimara zêr û pulan dît ew ma nava heyîrîyêda, wî êdî şunda gav neavit, zêr û pulên xwe girtin û rêket, di rêda tirsek keti ser wî, gote ez bi ewqas zêr û pul kuda diçim, rêbir berkevin ber min hemu zêr û pulên min ji min bigirin, ezê dîsa dest vala biçim mala xwe, berku şunda şahidek nemine ew dikarin min jî bikujin. Exmed fikirî gote ezê çibikim! Meleyê wê navçeyê, yê nav û deng hate bîra wi, Mele bi rast û duristîya xwe nav û deng bu, gundîyên vê navçeyê ser serê wî sond dixwerin, Exmed jî ew nasdikir, gel Tacîr çend cara çubu mala wî. Exmed zede nefikirî û şunda nezivirî mala Tacîr, yêkser berê xwe da mala Mele, çu mala wî, Mele îxtirama Exmed girt wî ra xwerin û vexwerin danî dura sedema hatina Exmed pirsî, Exmed ji Mele ra gotê: Mele jur Xweda jêr Tu, Tu oldar û rexberê mezin, ez xwe davêm bextê te û ji te dixwezim ku; tu zêr û pulê min ji minra vêşêrî, dema ezê rojekî zivirîm û hatim, tu wan dîsa bidî min. Mele, Exmed ra gotê: tu mişqule tune, xercixa xwe bigir, yên din di nava turda lay min dane û here, dema tu zivrî ez hemuyan bi vî şiklî disa ji tera bizivirînim. Exmed xercixa girt û zêr û pulê xwe da Mele û rêkêt çu mal, bi hatina Exmed dê û bavê wî, jin xwîç û brayên wî gelek şahbun, wan ji Exmed gelek hezkirin, rojekê roja pulê Exmed xilas bun, wî brayên xwera behsa zêr û pulên xwe yên lay Mele kir, xwest ku brayên wî, bi wî ra rêkevin û bên gundê Tacîr bi hevra biçin mala Mele. Wan plana xwe kir û ew bi hevra rêketin, hatin çun mala Mele, Mele gelek îxtirama wan girt, bi wan ra nan û vexwerin danî, li gel wan sohpet geşkir, Exmed Mele ra got: ezbenî eger destur hebe min dixwezim zêr û pulê ku min lay te danîbun bigirim û gel brayên xwe bizivirim gunde xwe, dema Exmed wusa got, Mele hers hat gote: kwiro Exmed, zêrê çi, pulê çi, ma tu şermnakî, derewên wusa dikî û brayên xwe jî dixapînî heta vira tîni, Exmêd û Mele berhevdidin, brayên wî carekê wî dinêrên carekê Mele, dikevin nava heyîrîyê, xwe bi xwe ra dibejin ma ew rezîlî çîye, Exmed em xapandin heta vira anîn naha jî dixwezê me û Mele li berhev bîne û rezîlbike. Di vî zemanîda kê pul û zêr dane xulamekî? Me çawa axmaxî kir û bawerîya xwe Exmed ra anî. Ew radibin û rêdikevin, dema ew diçin, Mele Exmed jî mala xwe durdîxîne, dengê xwe bilin dike, dibejî ma tu Xweda Natirsî, ma lay te vîcdan eqlaq tune, tu kwirê keyî, tu hatî tiştê wusa dibêjî û serê min dikê belayê. Exmedê feqîr ji mala Mele durdikeve û dixîskê, dînya serê wî tarî dibe, aga ji serê wî diçe, di vî xalîda Xulamekî Tacîr Exmed dibîne û dikevî bin çengên wî, wî tîna ber mal Tacîr, çi dikê nikarê Exmed bibe hundirê malê, Exmed gîryana xwe berdewam dike. Dema dengê xîskînîya Exmed bilind dibe Jina Tacîr, ji malê derdikeve û diprse, Exmed dibîne, Jina Tacîr û Xulam dikevin bin çengên Exmed û wî tînîn hundirê male, Exmed ji Jina Tacîr şerma xwe dike, dura çi hatîyê serê wî hur bi hur wêra dibêje, çawa nasê wî yê tizkar katîyê bin çengên wî, çawa wî pul û zêrên xwe dane Mele, bi çi şiklî çuye mala xwe, dura Mele çi anîyê serê wî, yêk bi yêk Jina Tacîrra dibêje.
Jina Tacîr dibêjê: Exmed sewra xwe fire bigir, gîrî û hawar tera nabin derman, çend rojan sebirke, ezê derde tera çareyekê bibînim. Li ser şundazivirîna Exmed ra hefteyek derbaz dibe, Jina Tacir bangî Exmed dike, dibêjê Exmed ezê beyanî biçim mala Mele, dema ez çum mala Mela, tu tam seatek din şunda were, bikeve mala Mele û lay min ji Mele zêr û pulên xwe bixwez, tu naha dikarî biçî. Dura Jina Tacîr bangî xidama xwe dike, xidama wê jî wekû we gelek spehî û şîrînê buye, we ra dibêje; Gwilîzar beyanî ezê biçim mala Mele li pey çuyîna min Exmed bê mala Mele, tu jî nîv seat şunda pey hatina Exmed were bikev mala Mele û dengekî bilin bêje, Xanima min, Xanima min ez bona mizgînîyê revîyam hatim, ez ji Te mizgînîya xwe dixwezim Xudanê me vayê li gel karvana xwe ji Hindistanê şundazivirî hat.
Jina Tacîr, ji Gwilîzarê carek din dipirse û dibêje: te ji min fahmkir ez çi dibêjim û tu beyanî kenga bey mala Mela û çawa biqirî û çi bêjî. Gwilzarê vera zivirand û got: ser serê min we çawa got ezê bi vî şiklî bêm mala Mele, biqîrem û bêjim.
Dortira rojê Jina Tacîr bona mêvanîya Mele xwe amade kir, we cil û bergên spehî xwekirin, kemera xwe ya zîvî da pişta xwe, porê xwe çêkir¸ çavên xwe kilkirin, hemû zêr, cevher û xişirîn xwe ji sanduqa xwe derxistin û kirê turekî mezin û dura bangî Exmed û Gwilîzarê kir û berê xwe da mala Mele. Dema hate mala Mele, Mele gelek îxtirama wê girt, hember rindîya wê va Mele helîya, Mele bi zorê xwe ragirt û xwe bin kontrolêda hişt, dura ji wî jina Tacîr pirsî, gotê: xerê ezê çi dikarîm bona we bikim?. Jina Tacîr, Mele ra gotê: li vê navçeyê jur Xwuda jêr mêrê min dura jî hun henê, bawrîyamin her tim li we heye, merê min, Xudanê mala me ew nezîka salekêyê çuyê Hindîstanê û gel karvana xwe hîna nezivirîyaye, ew tu car ewqas dereng neketibu, tirsamin ewe ku; tiştek hatibe serê wan, xidam û xulamên min gelekin feqet ez dîsa jî jînekim, tirsa min ya herî mezin ewe ku; tiştek bêtê serê, zêr, xişir û cevherên min, eger hun destur bidin, min dixwezim heta şundazivirîna merê min, zêr, xişir, pul û cevherên xwe lay we belim, hun wan bona min vêşêrin, dema malxoyê min şunva hat, hun dîsa wan bidin min. Jîna Tacîr devê Tur vekir û hemû zêr, xişir, pul û cevherên xwe Mele nîşanda, dema Mele ew dîtin serê wî zivirî, av ji devê wî çu, feqet wî rengneda, gotê: ezbeni tu mişqulek tunê, heta şundazivirîna malxoyê we, ezê wan weku ronahîya çavên xwe ji wera biparêzim. Dema Mele temaşayê nava tur dikir, Exmed kete hundir, Mele gote: brayê Exmed tu xer hati ka danişe, wî carek din ixtirama Exmed gelek girt, gotê brayê Exmed min dikarim bo ti çi bikim, Exmed wî ra got Mele Xweda ji te razîbe, te heta naha zêr û pulê min paraztin, min dixwezim edî biçim gunde xwe bigehîjim mala xwe ez hatime ku, hun zêr û pulên min yên lay we bidî min û ezê biçim, dema Exmed wusa got, Mele rabu çu devê sanduqa xwe vekir û hemu zêr û pulê Exmed şunda da wî, Exmed gelek şahbu, di vê katê da Gwilîzar kete hundir, qîrîya gote: Xanima min, Xanima min, mizgînîyê dixwezim, mizgînîya xwe dixwezim, Xudanê me vayê ji Hindistanê li gel karvana xwe sax û silamet şundazivirî. Dema ew xeber hat, Jina Tacîr Mele ra got, Mele Xweda ji te razîbe edî bona paraztina Turê min tu hevcetîyek nema, wê turê xwe carek din avit pîlê xwe û destpekî reqisandinê kir, çanî sergovendî be, dema Exmed ew dît, wî jî xwe ranegirt û wî jî destpêkî reqasê kir, zu hate kete destê Jina Tacîr, ew herdu bi hevra ketin govende, dema Gwilîzarê ew ditîn wê ji xwe ranegirt, hate kete destê Exmed, ew govendêda bun sê kes û govend zêdetirîn geşbu, dema Mela govênda wan dît, wî jî xwe ranegirt û hate kete destê Jina Tacir û bu sergovendî, ew bi hevra kefxweş govendêda çun û hatin, hilperkîyan, xwerbun û rabun, Jina Tacîr xwe ranegirt û gwihe Mela da gotê: qisurê mezê mekin pirsek min ji we heye, ê min merê min ji Hindistanê ziviryaye ez bona vê direqisim û hildiperikim, Exmed bona şunda hatina zêr û pulên xwe direqise û hildiperike, Gwilîzar bona dîyarîya ku; ji min weku mizgînî bigire direqise û hildiperike, min tiştek ji we fahmnekir hun bona çi direqisin û hildiperikin?
Mele bersiva Jina Tacîr dide û dibêjê: ez ji bona fehlên we hildiperikim û gel we direqisim... Bersiva Mele bi vî şiklî dibe. Ew fehlên Jina Tacîr şahdibe û gel wan direqise. Naha ez dixwezim ji we xwendewanan bipirsim li Ahmedê kî bona çi direqise, kî rola Jina Tacîrdayê, kî rola Exmed dayê, kî rola Gwilîzarê dayê û kî rola Mele dayê? Hun bersiva xwe bidin û pê şahbin. Li vir carek din tînim serê zman: xweda jîyana Merxasê Wanê dirêj bike, bê wî ew çîrok nidikarîya bigehîje destên we û çavên we. Bimînîn nava xweşî û serfirazîyê da................
Hun jî şahbin!
Bîşar Norşîn
16.11.2013
Çîroka Ehmed !