Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 26 July 2013

Di hemû jîyana xwe da min du cara du (2) mirov / însan naskirin ku dema slav li mirovan dikin, destên xwe didin hevdu û direkt di hundurê ronîya çavên mirovan mêze dikin, û hissên bîr û bawerîyê di mêjî û rihê mirovande diçinînin.

Ji wana yek mirovê şêrîn û lehenga bîr û bawerîyê, kekê minê nemir BEDRÎ YOLCU bu..

Ne tenê ev muzîka ku hûn nuha guhdarî bikin,,
hemû muzîkên min ji bo bîranîn û rêzgirtinî QEDR û QîMETêN Kurdistanê ne.
Çine QEDR û QîMETêN Kurdistanê?
Berî her tiştî ALA KURDISTAN e.
Şehîdên Kurdistan e.
Çand/kultûra Kurdistan e.
muzîka Kurdistan e.
Rêzgirtina Zimanê Kurdî ye û geşkirin/pêşvebirin a vî zimanê dewlemend û şêrîne...
Bi taybetî ji bo mirovê şêrîn û lehenga bawerîyê kekê minê nemir Bedri Yolcu,
bi tevahî ji bo bîranîn û rêzgirtînî hemû şehîdên KURDISTAN..
bijî ziman û muzîka Kurdî
...
Êhsan Kinik

Leşkerê Winda Ku heyetek diçe derekê Ji bo gora Leşkerê Winda Tacegulekê bi xwe re dibe, Sibero eger Bê welatê min jî heyetek wiha Bipirde ji min " Kanî gora Leşkerê Winda?" Dibêm "Ezbenî Li keleka her cuhê Li ser dîka her mizgeftê Li ber derîyê her malê Her dêrê Her şikeftê li ser tahtê her çiyayî Li bin siya her baxî Li Kurdistan Li ser her bostê axê Li bin her gazê ezmên Şerm meke Hin serê xwe daxe û dayne tacegula xwe" A. PÊŞEW

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.