Ana içeriğe atla

HEVPEYVÎN ligel birêz Serdar Roşan, li ser “Kongreya Neteweyî”


Aso Zagrosî: Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?

S. Roşan:Ez ji vê têgeha Kongreya Neteweyî, mefûma temsîlîyeta miletekî fam dikim ku xwedî welat, çand, tarîx, ziman û qedereke hevbeş e. Helbet ez behsa miletekî bêdewlet dikim. Digel van xusûsiyetan xwedî bîreke mişterek e ku li tarîx û pêşeroja civata behskirî digunce.

Bêguman mercên civak û miletan ji hev cuda ne û ev cudabûn di rewşa miletê me de, bi awayekî beloq li ber çavan e. Em miletekî parçekirî ne. Welat û civata me ji hev hatiye xistin û yên serdest ji bo miletê me kirasê tunekirinê dirûtine.

Her kî û bi çi nav û îdeolojiyê tevdigere bila bigere, heke têgehên milet û serweriya dezgehên neteweyî nepejirîne û ji bo vê yekê hewl nede û tênekoşe, di rewşa dunyayê ya îro de xwe û derûdora xwe dixapîne.

Bêşik nimûneya herî serketî, nimûneya Kongreya cihuyan e; piştî xebateke berfireh û bi îstîqrar giha armanca xwe. Kongreya cihuyan li ser bingehê demokrasiya temsîlî bû û di hemî gavên xwe de li vê xalê pir miqate bû. Digel ku carinan pêrgî hin qelsiyan hat jî, Kongreya cihuyan di dawiyê de programa xwe bi cih anî. Lê divê em ji bîr nekin ku Kongreya cihuyan xwe disipart entelektueliyeke xurt û dewlemendên wan, ji bo çareseriya pirsgirêkê texsîr nedikirin. Cihû li dîasporayê xurt bûn, bi rêxistin bûn û piştî xebateke berhemdar û demdirêj serfiraz bûn.

Kurd li welatê xwe xwedî nufûseke ekser in digel ku ji ber siyaset û zilma dagirkeran bi milyonan kurd tûşî koçê man jî. Li derveyî welêt zêdeyî du milyonan kurd hene, heke em yên metropolên dagirkeran jî bihesibînin, ev hejmar digihîje deh milyonan. Bi siyaset û metodên hevdem yên cemawerî û kutlewî kurd dikarin asoyê rizgariya welat û miletê xwe ronî bikin û serkevin.

Tecrûbeyên xelkê ji me re dibêjin, heke hûn dixwazin rizgar bibin, divê hûn di bin sîwaneke milî de bîr, hiş, zanîn û hêza xwe bikin yek. Bi reng, deng û fikirên xwe, bi cudabûn û hevbeşiyên xwe, divê hûn ji hev re hurmetkar û binfireh bin, welatê we têra we hemiyan dike!

Aso Zagrosî: Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?

S. Roşan:Di dîroka kurdan de dibe ku bi navê Kongreyeke neteweyî dezgehek çênebûbe. Lê kurdan an jî em bêjin sîyasetmedarên kurdan timî hewl dane ku ji hev re bibin alîkar, pişt bidin xebata miletê me. Li welatê me, li çar aliyan, li kû derê ji bo rizgariya miletê kurd xebateke bûbe, bala parçeyên din kişandiye û welatperwerên kurd bi qasî ku ji destê wan hatiye bûne piştgir. Bi qenheta min felaketa herî mezin parçebûna Kurdistanê ye, vê parçebûnê rewşeke welê afirandiye ku bi sedsalan e, kurd dikin nakin, nikarin xwe ji vê tengavê derxin; ji ber ku vê rewşa parçebûnê hima bêje li dunyayê piştgirek ji bo kurdan nehîşt an jî yên dil kirin jî, newêrîn xwe li pirsgirêka kurdan rakişînin.

Civata kurd bi ekseriyeta xwe civateke gundî ye. Ji hêla bajarvanî û têgehên bajarvanî û çandî de gelek qels e. Sefa ronakbîran lawaz e, ji hişazahiya entelektuelî hima bêje bêpar e.

Eger mirov bi Kongreya cihuyan re muqayese bike, nimûneyeke kurdan bi vî rengî nîne û ne bawer im ku di demeke kurt de çêbe jî

Aso Zagrosî: Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê xwedî ne, amade ne ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?

S. Roşan:Kongreya Neteweyî tê mahneya desthilata herî bilind lê heke bi vî karî rabe û program û xebata wê li mefûma milet û temsîlîyeta milet bigunce.

Rêxistinên kurdan yên heyî, her yek ji wan xwedî program û siyaseteke cuda ye, di mahneya desthilata milet de, ne xwedî helwest in; ango her yek ji wan bi qorzîyekê ve mijûl e. Pêwendiyên van partîyan ên bi serdestên kurdan re, rê dide ku kurd bêne manupulekirin. Çu dewletek ji kêfa dilê xwe dostanî an jî dijminahî bi kesî re nake. Her daxwazeke kurdan ji dewletên dagirkerên Kurdistanê, teqabulê dijdaxwazeke vê an wê dewletê dike; ew xwedî hêz û dewlet in, bi gotineke din dibe ku carinan rê bidin ku kurd li hespên wan siwar bin, lê gotineke kurdî heye: Siwarên hespên xelkê timî peyar in. Pirêze û tarîxa têkoşîna kurdan û pêwendiyên kurdan yên bi dewletên dagirker re, şahidê vê yekê ne, ne carek, deh caran ev tişt dubare bûye; û yên ji hespên xelkê daketine û peyar mane her kurd in.

Di rewşeke parçebûyî, jihevketî û dijwar de pir zahmet e ku kurd karibin werin ba hev. Niha şertên vê yekê tune ne. Lê li ser van mijaran axaftin jî despêkeke baş e. Rastiya me ya siyasî çi ye? Em hîn nikarin bi awayekî medenî bi hev re rûnin û pirsgirêkên xwe minaqeşe bikin, li çareseriyeke hevbeş bigerin û bi metodên hevdem û kêmxisar xebata xwe bikin.

Aso Zagrosî:Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?

S. Roşan:Mixabin metodên xebatê ku li ser kurdan hatin ferz kirin û kurdan jî neçar da ser wê rêyê, welê lê anî û wisa lê tîne ku kurd mecbûr pêwendî bi dagirkerên xwe re daynin. Ez behsa têkoşîna çekdarî û axa azadkirî dikim ku teqabulê qaşo ji nakokiyên dewletên dagirkeran îstîfadeyê dike. Ango pişta xwe bide Şam, Bexda, Tehran an jî Enqereyê û li dij yekî ji wan xebatê bike. Lawên xelkê ehmeq in, dê alîkariya kurdan bikin da ku kurd bi ser bikevin û piştre li wan vegerin! Lê min li jor jî nivisî, yên peyar dimînin em in!

Divê metodên wisa bêne bi kar anîn ku em li hespên xelkê siwar nebin!

Bêguman çareyeke besît nîne, dê parçebûn û jihevketina kurdan bi carekê de ji holê ranebe. Xebateke piralî, berfireh, hişekî hevbeş, dezgehine milî û temsîlkar zerûrî ne. Ev tişt çawa û kingî dê pêk werin, vedigere kar û xebata ewladên vî miletî.

Aso Zagrosî: Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?

S. Roşan:Ji bilî tiştine gelemperî nikarin tiştekî pêşniyar bikin. Lê heke kurdên bakûr û rojhilatê xwedî perspektîfeke milî bin û cardin xwedî hêzeke milî bin, dê gotinên giştî ber bi daxwazên konkret bigindirin. Lê dibe ku kurdên başûr qîma xwe bi axa xwe bînin û xwe zêde tevî problemên parçeyên din nekin. Belam dagirkerên kurdan û kurd bi xwe jî dizanin û dibînin ku qedera me bi hev ve ye. Ewladên tarîx, çand û axeke mişterek in. Û divê em ji kurdên bakûr û rojhilat jî bipirsin, gelo ka ew ji bo parçeyên din çi difikirin û daxwazên wan çi ne?! Ez behsa hêzên siyasî dikim.

Aso Zagrosî: Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan an jî pêwistî bi “Kongreya Neteweyî”ya ku sînorên van dewletan asas digre û di çarçoveya van sînoran de dixebite ku “Kêşeya Kurd” çareser bike heye? “Kongreke” wiha dê nifşên Kurdên dahatû nexe nava tengasiyê? Bi vî awayî dê vîna wan desteser neke?

S. Roşan:Kurdên ereb, faris û tirkan, têgehên xerîb in, lê digel vê jî tiştekî dest nîşan dikin: Parçebûn û dagirkirina milet û welatekî. Kurdê ku şiûra milî pê re hebe, ev têgeh ji bo wî pênc quruş nakin.

Kêşeya kurd di çarçoveya dewlet û sînorên heyî de dê çareser bibe an dê rewşeke din peyde bibe û li gorî hêz, zanîn û taqeta miletê kurd dê qalibek din werbigire, mirov nizane û nikare niha bide zanîn jî. Kongreyeke neteweyî di şertên welê de dê karibe bibe xwedî desthilatdarî an na? Hewceyî minaqeşeyê ye. Lê jê re xebat, wext û bînfirehî divê. Li ba kurdan şiûra neteweyî pir lawaz e; ronakbîr û xwendeyên civata me jî di bin hegemonyaya fikirên dagirkeran de ne, di rewşeke welê de dê çawa Kongreyeke neteweyî bicive?
!

Aso Zagrosî: Dema em li nûçeyên di derbarê “Kongreya Neteweyî” de derketine dinêrin, bi piranî şêweyên tekoşîna li hember kolonyalîstan der tê pêş. Ger ji armancên siyasî bêtir di derbarê şêweyên tekoşînan de biryar bên sendin û têkevin meriyetê, ew dê nebin sedema şerên birakujî î nû?

S. Roşan:Mebest ji Kongreya Neteweyî eger desthilat û temsîlkariya miletekî be, dikare di her babetî de biryarê bide. Lê ji bo avakirina dezgeheke welê xebateke cidî û têkuz divê. Program û armanc divê. Temsîlkariya demokratîk û milî divê. Bingeheke entelekuelî divê. Ew civîn an jî Konferansa behskirî, ji xebateke weha ya berfireh bêpar e û ji Kongreyeke neteweyî bêtir teqabulê helwest û daxwazeke konjukturî dike.

Herçî şerê birakujî ye, ev ji mentalîte, îdeolojî û siyaseteke kevnar tê: Jakobenîzm. Daxwaz û siyaseta partî an kesekî li ser civatekî ferz kirin e. Pê li azadiya fikir û hişazahî kirin e. Redkirina sîstemeke demokratîk û plûralîst e. Serweriya partî an kesekî totalîter e ku teqabulê dîktatoriyê dike.

Aso Zagrosî: Çavdêriyek wek li Tirkiyeyê hin derdorên bi erênî nêzîkê “Kongreya Neteweyî ya Kurd” dibin heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

S. Roşan:Tirk û Turkiye mefûma Kongreya neteweyî wek ku min diyar kir, welê fam nakin. Bi qasî ku li medyayê hatiye û tê nivisîn, mebest ji vê civînê, konferans e.

Birêvebirên tirkan li gor rewşa heyî ya herêmê siyasetê dikin. Helbet dê bixwazin ku siyaseta xwe de serkeftî bin. Mesele ne ew e ka tirk çi dixwazin û dixwazin çi bikin. Mesele kurd bi xwe ne. Kurd çi dixwazin û dixwazin çi bikin. Aktor û dînamîkên asasî divê kurd bin. Hêvî dikim hin çareseriyên rojane pêşî li doza miletekî negirin an jî li ser rê nebin kesek.

Aso Zagrosî: Ger Kurdên Başûrê Kurdîstanê Serxwebûna Kurdîstanê ya ku Kerkûk Mûsil, Xaniqîn û Mendelî jî tê de ne îlan bikin û bi ‘Erebên Iraqê re şer bikin Kurdên perçê din bo “Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê” li gor daxwaza Başûriyan serdemeke diyarkirî dê karibin beşdarbin? Bo vê amade ne?

S. Roşan:Tarîxa kurdan şahidê vê yekê ye ku kurdan timî alîkariya hev kiriye. Mistefa Barzanî li Mehebatê bû. Bi sedan kurdên bakûr beşdarên têkoşîna başûr bûn. Dewletên hevpeyman an jî dostên hev, di rojên teng de timî di hawara hev de diçin. Vêca em ewladên welat û miletekî ne. Di asasê xwe de pirseke welê tewş e.

Aso Zagrosî: “Kongreya Neteweyî” ya patiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke wiha bê pêk anîn amadekariya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cih bînin?

S. Roşan:Kongreya neteweyî nabe ya partiyên siyasî. Helbet divê ew jî tê de bin, lê bergeha Kongreyeke welê pir fireh e. Ji ber nebûna dewlet û dezgehên dewletî, zerûriyeteke welê dertê pêş. Ma dewleta partiyên siyasî dibe? Dewlet dezgeha hemî civat û miletî ye. Kongreyeke bi vî rengî divê temsilkariya hemî civatê bike.

Min li jor jî da zanîn ku kurd bi siyasetmedar, ronakbîr û xwendeyên xwe ve, niha, dûrî hizreke welê ne. Siyasetmedarên kurdan ku civata kurd li pey xwe radikişînin, heyranê dagirkerên xwe ne, mefhûma miletê kurd ji wan re xerîb û xeyal e. Ez xasima van gotinan ji bo kurdên bakûr dibêjim.

Kurd û xasima ronakbîr û xwendeyên me, dikarin li dîasporayê gelek tiştan bikin. Lê çi mixabin ku em kurd bi tiştên rojane ve mijûl in û ji kozikên teng hez dikin.

Aso Zagrosî: Bo vê hevpeyvîna kurt spas dikim. Di dervayê van pirsan de jî ger hûn bixwazin hin tiştan bibêjin fermo...

S. Roşan.Sipasî te dikim, saxî, rahetî û serfirazî bila her para te be.

2012-05-01

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.