Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 1 February 2011

Tevgera Goran, xwest, parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê bên hilweşandin û hikûmetek demî û bêalî bê avakirin.

Tevgera Goran, di daxuyaniyekê de, daxwaz ji rayedarên Herêma Kurdistanê kir, hikûmet û parlamento bên hilweşandin û ji şûna wê, hikûmetek damî, teknokratîk û bêalî bê avakirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Wek ku hûn hemû jî dibînin, desthilatên diktator li piraniya welatên sitemkar û girtî yên cîhan û herêmê, tên hilweşandin û pêlek nerazîbûnê li wan welatan rabûye. Di asta navneteweyî de jî, dewletên mezin ên cîhanê, piştgiriya van guhertinên demokratîk dikin.”

Di daxuyaniyê de, behsa ezmûna dijberiyê (opozisyon) li Herêma Kurdistanê tê kirin û wiha tê diyar kirin:

“Gelê Kurdistanê, piştî derketina dijber li parlamentoyê, hêvîdar bûn ku rayedarên�Herêma Kurdistanê, xwe ber çavan re derbas bikin û vê ezmûnê bikin derfetekê ji bo demokratîzekirina desthilat û sîstema parlameniyê û başkirina rewşa jiyana welatiyan û dabînkirina derfeta kar û xwendinê bo ciwanan û cihêkirina desthilatê ji partîgeriyê û niştimanîkirina karên ewlehî û parastina herêmê.” Daxuyanî, wiha didome:

“Me heta niha çend caran, bi devkî û nivîskî û çend caran jî di riya fraksyona xwe li Kurdistan û Bexdayê, desthilatdarên her du partiyan ji metirsiya vê rewşê agahdar kiriye. Lê, her tim em rastî xemsarî û paşguhxistinê bûne.”

Goran, di daxuyaniyê de, xwestekên xwe wek 7 xalan wiha tîne ziman:

1-Divê PDK û YNK, mudaxeleya hikûmet, parlamento, dadgeh, asayiş û hêzên pêşmerge nekin.
2-Divê Asayiş, Zanyarî, Parastin û Pêşmerge, mudaxeleya karên siyasî, çalakiyên cemawerî nekin. Berpirsên van dezgehan jî, bêalî bin.
3-Divê hikûmeta niha ya PDK û YNKê bê hilweşandin û hikûmetek nû ya demî û bêalî bê avakirin.
4-Divê parlamento were hilweşandin.
5-Birêveçûna hilbijartinek paqij ku ji 3 mehan zêdetir nebe.
6-Vegerandina mal û mulkên hikûmet û gel ji aliyê partiyan û karbidestan ve.
7-Reşkirina pêşnûmeya destûra herêmê û hemû ew yasayên ku pêwendî bi rêveberiyê ve hene.
Di dawiyê de, Goran, ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdisanê xwest, ji vê yekê piştgirî bikin

Derbarê beyannameya Goranê de rojnamevan û çavdêrê siyasî Rêbwar Kerîm Welî got: ‘’Min pêşbîniya vê derketinê ji Tevgera Goran dikir û bawer nakim tu encam jê derkeve Derbarê beyannameya Goranê de rojnamevan û çavdêrê siyasî Rêbwar Kerîm Welî got: ‘’Min pêşbîniya vê derketinê ji Tevgera Goran dikir û bawer nakim tu encam jê derkeve. Ji ber rewşa Kurdistanê bi hîç awayekî ligel wan welatên ku niha xwepêşandan tê de tên kirin, nayê berhevkirin.’’     Rêbwar Kerîm Welî beyannameya Tevgera Goran bo malpera Xendan wiha dinirxîne: ‘’Nedadperwerî, sextekirin û tezwîr di Herêma Kurdistanê de hewqas nîne ku li welatên wek Misir, Tunis û Sûriyê dikeve ber çavan. Herwiha ji sala 2008-ê ve Tevgera Goran encama hilbijartinê qebûl kiriye û wek fraksyonekê çûye nav parlamentoyê. Ger ne bi dilê wan bû divabû wê demê vekişin ne ku piştî 2 salan.’’     Navbirî amaje bi wê yekê jî da ku li her welatekî dema kêmîne nikarî xwe bi ser piranî de ferz bike, nabe wê şêwazê bikarbîne û daxwaz bike hikûmet û parlamento bên hilweşandin û hîç yasayek jî nîne ku bi vî awayî daxwaz bike hikûmet û hiziban hibiweşîne.’’     Welî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ji ber hîç piştgiriyeke wê ya yasayî û rewa nîne beyannameya Goran nemantiqî ye, ev pêngtaveke radîkal e ku Goran avêtiye, evna jî di encama xirab a wan encaman de ye ku di hilbijartinên vê dawiyê yên mamoste û endazyarên kiştûkalî û karmendên tendirûstî de bidest anîn. Goran dixwaze li wê şepolê siwar bibe ku niha li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa dest pê kiriye û xwel dixwazin bi xwepêşandanan rejîmê xwe biguherin.’’     Welî axaftina xwe wiha bidawî tîne: ‘’Li Kurdistanê dîktatorekî me nîne ku 30 sal bi zorê hikum li welat kiribe û ji aliyê Amerîka ve hatibe danîn, ev 2 sal e Goran di nav proseya siyasî de ye, ger bi rastî baweriya wê pê heye bila 2 salên din jî tehamûl bike, çima niha di vê demê de wan dezgahên niştimanî ku hene hilbiweşîne.’’     Tevgera Goran doh bi beyannameyekê daxwaz kir ku hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê werin hilweşandin.     Rudaw  

Piştî ku Tevgera Goran daxwaza hilweşandina parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, di heman demê de daxwaza hevkariyê ji aliyên din ên opozîsyonê jî dike. Di vê derbarê de berpirsekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje: ‘’Di wê derbarê de em ê îro bi awayekî fermî bersiva Goran bidin.’’ Komela Îslamî ya Kurdistanê jî heta niha helwêsta xwe ranegehandiye.     Derheqê beyannameya Tevgera Goran de Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mewlûd Bawemurad bo malpera Xendan axifî û got: ‘’Ew beyannameya Tevgera Goran pêwistî bi civîn û rawêja piralî heye, berî ku bersiva Yekgirtûya Îslamî bê ragehandin.’’     Biryar e îro (30.01.2011) Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di wê derbarê de bicive û bi awayekî fermî helwêsta xwe diyar bike. Li ser heman mijarê Bawemurad wiha axifî: ‘’Li ser beyannameya Goran divê helwêst were diyarkirin û pêwist e li ser hinek xalan mirov hûr bifikire.’’     Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd jî bo heman malperê dibêje: ‘’Heta niha me helwêsta xwe ya fermî derbarê beyannameya Goran de ranegehandiye û ne made ne jî piştgiriyê li tiştekî bikin ku pirs bi me nehatibe kirin, ew daxwaziyên di beyannameyê de jî hatine yên Goran in.’’     Ebdulsetar Mecîd axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Em ne bi daxwaziya Tevgera Goran re ne, dema kesek daxwazeke wiha mezin a hilweşandina hikûmet û parlamento dike divê rê û şivîleyên wê yên yasayî hebin û yasayek hebe piştgirî bike.’’     Rudaw   /* var m3_u = (location.protocol=='https:'?'https://www.netkurd.com/adsnew/www/delivery/ajs.php':'http://www.netkurd.eu/adsnew/www/delivery/ajs.php'); var m3_r = Math.floor(Math.random()*99999999999); if (!document.MAX_used) document.MAX_used = ','; document.write ("<\/scr"+"ipt>");*/ -->

Piştî belavbûna beyannameya Tevgera Goran bo hilweşandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê hemû hêzên pêşmerge û asayişa Herêma Kurdistanê ketin amadebaşiyê.        Piştî belavbûna beyannameya Tevgera Goran bo hilweşandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê hemû hêzên pêşmerge û asayişa Herêma Kurdistanê ketin amadebaşiyê. Di vê derbarê de Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa bo Rûdawê axifî û got: ''Bo her rûbirûbûnekê dijî hikûmetê û bo parastina can û malê xelk û hikûmetê hemû hêzên pêşmerge di amadebaşiyê de ne. Bê çawa rolekî serekî yê hêzên pêşmerge di destkeftên azadiya Kurdistanê û pêkanîna hikûmetê de hebûye, bi heman awayî ji parastin û her rûbirûbûneke derve û navxwe jî berpirs e, divê ewlekarî û asayişa xelkê Kurdistanê, serwet û malê xelkê biparêza û di wê astê de xwe berpirsyar dibîne.'' Derbarê beyannameya Goran de Şêx Cafer nerînên xwe wiha anîn ziman: ''Tevgera Goran beyannameyek derxistiye bo hilweşandina hikûmet û parlamento, ew jî hilweşandina keda û xebata gelê me ye ku çendîn şehîd, enfal û qurbanî bo wê dane, wiha bi asanî rê nayê dayîn desteyek û komek pîlangêr tevlîhevî û aloziyê bînin Kurdistanê.'' Wezîrê Pêşmerge da zanîn ku ew daxwiyanî û beyannameyên ku Goran belav kirine bûne sedema paldana xelkekî bê tawan û têkelbûna wan ligel hinek kesên şerxwaz û talançî û ewna ye araste û şîreta Goran bo xelkê: ''Ew axaftinên wan dibin sedema têkdana bazar û talanbûna serwet û samanê xelkê, hêzên pêşmerge jî li sertaserê Kurdistanê bo vê rewşê herdem di amadebaşî de ne.'' Piştî Tevgera Goran beyanname belav kir, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge hêzên asayiş û pêşmerge hatine amadekirin bo her rûbirûbûnekê ku serî hilde wek wê tevlîheviya di çend rojên dawî de li hinek welatên Erebî çêbûye RUDAW /* var m3_u = (location.protocol=='https:'?'https://www.netkurd.com/adsnew/www/delivery/ajs.php':'http://www.netkurd.eu/adsnew/www/delivery/ajs.php'); var m3_r = Math.floor(Math.random()*99999999999); if (!document.MAX_used) document.MAX_used = ','; document.write ("<\/scr"+"ipt>");*/ -->

Li ser daxuyanîya tevgera Goran a ku daxwaza hilweşandina Parlamnto û hukûmeta Kurdistanê kiribû, Seerokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi nûnerên partiyên Kurdistanê re civiya. Piştî civînê daxuyaniyek hate balav kirin     Li ser daxuyanîya tevgera Goran a ku daxwaza hilweşandina Parlamnto û hukûmeta Kurdistanê kiribû, Seerokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi nûnerên partiyên Kurdistanê re civiya. Piştî civînê daxuyaniyek hate balav kirin Daxuyaniya serokatiya Kurdistanê ev e   Îro bi serpereştiya Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê û bi amadebûna Serokê Parlemetoya Kurdistanê, Serokwezîr û cîgirên wî, serkirde, sekreter û nûnerê hemû hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê, sebaret bi beyannameya ku doh ji aliyê Tevgera Gorran ve hatibû belav kirin civînek hate saz kirin. Li civînê de hemû alî li ser van xalên li jêr bi rêkkeftin: 1. Em wekî partî û aliyan, dûbare dikîn ku her hewlek ji bo çaksazî û guhertinê be divê ev di çarçoweya pêvajoya� meşrû ya siyasî û yasayî de bibe, û parêzgeriyê li wan dam û dezgehan jî bike ku di derencama hilbijartin û îradeya dengderên Kurdistanê ye. Bi hemû awayek û ji her aliyek ve bê ku bibê sedema têkdana rewşa asayîş, ewlehî û pêkve jiyana aştîxwazên di navbera hêz û aliyan û sercem pêkhatên gelê Kurdistanê de em red dikîn. 2. Tekez li ser girîngiya neteweyî, siyasî, nîştimanî, kar û têkoşîna hevbeş ya bi navê parastina destkeftê neteweyiyan û meseleyê çarenûssazan û bi cîh anîna erk û armancê nîştimaniyan dikîn.   3. Tekez li ser girîngiya siyasî, neteweyî û hebûna rikeberiya yasayî û aştîxwaz û Parlemena li Herêmê da û bi pêkve danîna diyardeya erêniyên vê qonaxa Herêma Kurdistanê dikîn.   4. Hebûna kêmasî, pirs, gendelî û netemamiya pêvajoya Herêmê da rastiyeke û em dixwazin ku Hikûmet, rikeber, civaka medenî û sercem hêzê hemûyan û li pêgeha xwe ve beşdar bibê li berev pêşbirina rewşa çaksazî û kêmkirina kêmasî û baştirkirina asta jiyana hemlatiyên Herêm û pêşxistina bi ezmûna Hikumranî û demokrasiyê dikîn. Li dawiyê de daxwaz li sercem hemwelatiyan, hêz û aliyan û nîştîmanperwerên Herêma xwe dikîn parêzgeriyê li giyana birayetî û pêkve jiyana di navbera xwe de bikîn û bi hişyarî yasa û exlaqa xwe biparêzin her wiha hemwelatiyan û çavdêr û aliyê pêwendîdaran jî ji aramiya rewşa siyasî û asayîşa Herêmê dilniya dikîn. Partîyên ku beşdarî vê civînê bûne ev in: Partiya Demokrata Kurdistanê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê Komela Îslamiya Kurdistanê Hizba Şu'îya(Komunist) Kurdistanê Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî Demokrata Kurdistanê Tevgera Demokrata Gelê Kurdistanê Tevgera Demokrata Turkmenî Partiya Karker û Rencderên Kurdistanê Hizba Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê Tevgera Çaksaziya Turkmen Lîsta Hewlêra Turkmenî Encumena Netewiya Kildanî Suryanî Aşûrî Partiya Beyt Nehrênî Demokrat Tevgera Demokrata Aşûrî Partiya Demokrata Kildanî Nûnerê Ermenan li Parlemena Kurdistan

Dam û dezgahên pêşmerge, asayiş, zanyarî û parastin, ew dezgah in ku zerûrî ne bo neteweya Kurd, gelê me û Herêma Kurdistanê       Serokê Tevgera Goran daxwaza peywendiyeke rast ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û got: ''Dam û dezgahên pêşmerge, asayiş, zanyarî û parastin, ew dezgah in ku zerûrî ne bo neteweya Kurd, gelê me û Herêma Kurdistanê.'' Noşîrwan Mistefa di bernameyê Rûbirû yê kanala KNN-ê de axifî û got: ''Tevgera me, nêta wê ew bû tevgereke hêmin, aştiyane û demokratîk be, tevgerek be ku�pişta xwe bi xebata sivîl girêbide, li gor me hemû şêwazên tundûtûjiyê xirab in, herwiha em bi xwe di dirustkirina wan dam û dezgahên ku niha li Herêma Kurdistanê hene beşdar bûn, di avahî, cade û rêyan de, loma qet kêfa me nayê ku me û gelê me bi 20 salan dirûst kirine, di hundirê dû-sê rojan de hilweşe û bê talankirin, tekez em ne ligel şîdetê ne, ne bi dilê me ye û me daxwaz jî ji kesî nekiriye tundûtûjiyê bikin.'' Noşîrwan wiha axifî: ''Em hest dikin li Herêma Kurdistanê qeyranek heye, bi baweriya me yê ji dirûstbûna vê qeyranê berpirs e û çaresernekirina wê heta niha bi pileya yekem desthilat e, wek çawa senaryoya wan heye bo çareserkirina wê aloziya ku niha li Herêma Kurdistanê di rojevê de ye, ew e dirêjî bi desthilata xwe bidin, em jî wek hêzeke siyasî senaryoya me ya taybet heye bê çawa ji vê qeyranê derkevin û çawa ev qeyran tê çarserkirin, bi çi rêyekê çarser dikin, ew beyannameya me jî senaryoyeke siyasî ye bo wê qeyrana kûr ku çend sal e Kurdistana İraqê ji dest dinale, ev ne darbe ye wek ew behs dikin, ne şoreş e, ne tevlîhevî ye û ne jî me tiştekî xirab kiriye.' Navbirî wiha dibêje: ''Ji aliyê me ve balkêş e ew herdû hizib ku xwe wek hêzeke siyasî ya mezin dizanin û li gor wan ku tecrûbeyeke siyasî ya wan a dûr û dirêj heye di warê opozîsyon, berevanîkirin û desthilatdariyê de bi wî zimanê siyasî biaxifin. Li gor min zimanê siyasî her rêxistineke siyasî pêşandana aqilê siyasî yê wê rêxistina siyasî ye, ev zimanê siyasî ku vê cema'etê vê carê bikaraniye di vê beyanê de bi rastî nîşaneya paşketinê ye ji dêlva sîyasî de. Ew bêjeyên ku bikaranîne wek têkder, provaktor, tevlîhevker, darbecî û...htd, evna diçin qalibê dijûnên siyasî, mixabin ku wan bi vê rêyê bersiva beyannameya me dan. Me digot ew ê rûnin lêkolînê li ser bikin û alternatîfeke wan dibe bo gotûbêjê di wê derbarê de, senaryoyeke ji wêya me baştir û aqilanetir bi taybetî ku niha desthilat di destê wan de ye titek anîbana pêş, ne bi wî uslubê di beyannameya xwe de belav kirine.' Noşîrwan Mistefa diyar kir ku yek ji nîşanên wê qeyrana niha li Kurdistana İraqê heye, aliyekî siyasî wê qeyranê ew peywendiya nedirûst a di navbera wan û desthilatê de heye û wiha pêde çû: ''Ev hizbên han her fêrî wê yekê bûne ji wan re bêjî qurban, fêrî wêna nebûne rexne li wan bigrî, lewra em dibînin ji wê dema Tevgera Goran hatiye damezrandin û fraksyon ketine karkirinê bi çavê dijmin berê xwe didin me di demekê de em ne dijminên wan in. Ji destpêka dirûstbûna xwe ve em bi wê yekê re bûn ku peywendiyeke tendirûst di navbera Goran û hizbên din de çêbibe, rast e ew hikûmet in û em opozîsyon in û li derveyê hikûmetê ne, lê me dikarî li ser hinek tiştên bingehîn ku peywendî bi jiyana rojane ya gelê me, niha û pêşeroja gelê me ve heye danûstandinê bikin û rêkevin. Ew peywendiya netendirûst ku di navbera Tevgera Goran, PDK û YNKê de dirûst bûye, bê guman ew yek ji wan aliyan e ku niha li Herêma Kurdistanê qeyrana siyasî kûrtir kiriye.'' Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî anî: ''Em bi xwe ji wan kesan bûn ku destê me di dirûstkirina Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di hundirê çend salên borî de hebû. Herwiha bi dirêjiya nêzîka 40 salên borî destê me di dirûstkirina asayişê de hebû û ...htd. Li gor me ev hêz û dezgahên han wek pêşmerge, asayiş, zanyarî û parastin, ew dezgah in ku zerûrî ne bo neteweya Kurd, gelê me û Herêma Kurdistanê ku hebin.'' RUDAW /* var m3_u = (location.protocol=='https:'?'https://www.netkurd.com/adsnew/www/delivery/ajs.php':'http://www.netkurd.eu/adsnew/www/delivery/ajs.php'); var m3_r = Math.floor(Math.random()*99999999999); if (!document.MAX_used) document.MAX_used = ','; document.write ("<\/scr"+"ipt>");*/ -->

HEWLÊR, 30/1 2011 — Polîtbîroya partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê îro civiya û ji beyannameya Goranê re got no. Yekgirtûyê got desthilata Kurdistanê meşrû ye û ji hemî aliyan jî xwest ko rêzê ji yasayên Kurdistanê re bigirin û got Yekgirtû ji bo reformekirinê dixebite û ne ji bo hilweşandinê. Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê herçend ew di gelek waran de daxwaza îslahatan yanî reforman dike jî baweriya wê bi miletê kurd heye û ew bawerî jî bi parastin û geşkirina tecribeya Kurdistanê û xebata di çarçeweya qanûnan û meşrûbûna siyasî û qanûnî ya Kurdistanê de ye û got divêt destê xebata niştimanî ya Kudistanê jî bêt xurt kirin. Teksta daxuyaniya polîtbîroya Yekgirtûyê li jêr e: *** Be nawî Xway gewre û mîhreban Cemawerî beşerrefî Kurdistan Endam û layengiran, xuşk û birayanî xoşewîst Sebaret bew barudoxey le diway beyannamekey bizutnewey Gorran, ew kardanewe û hellwêstaney le Kurdistan lêy kewtewe, ême le Yekgirtûyî Îslamî Kurdistanewe serinctan bo em çend xalley xwarewe radekêşîn: Yekem: Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan le qonaxe corawcorekanî xebatî siyasî xoy da hewillî dawe be rexnegirtin le kemukurtî û kêşekanî herêm û diwatirîş hellbijardinî rêzî miwarreze rollî çaksazî û rastkirdinewey xoy bigêrrêt û pence bixate ser ew kêşe û kem û kurtiyaney ke eger bêt û çareser nekirêt gîrûgirfit bo koy jiyanî siyasî û aburî û komellayetî le herêmî Kurdistan dirust deken. Duwem: Wêrray cexitkirdinewe le ser rêbazî rexnegirtin û miwarezebun û behêzkirdinî rewtî îsllahxwazî û bawerrbunman be wey herêm pêwîstî be çaksaziyekî hemelayene heye, bellam le heman kat da bawerrî xoman be beşêlenegorre siyasî û neteweyiyekanî xoman dupat dekeynewe, le waneş parêzgarîkirdin û geşedan be ezmunî herêmî Kurdistan û karkirdin le çiwarçêwey yasa û şeriyetî siyasî û yasayî herêm û behêzkirdinî pêgey xebatî nîştîmanî gelî Kurdistan. Sêyem: Ême le Yekgirtû da le katêk da dawadekeyn hengawekanî çaksazî damudezga û damezrawekanî destellat xêratir bin û destellat le Kurdistan da ziyatir hoşyar bêt be erkekanî xoy le waneş dabînkirdin û ziyadkirdinî xizmetguzariyekan û dabeşkirdineweyekî adîlaney dahat û saman, le heman kat da dawakar în hemû layek be reçawkirdinî hawsengî nêwan xebatî neteweyî û dîmukrasî û komellayetî le emrroy Kurdistan û parastinî emin û asayişî Kurdistan û rêzgirtin û parêzgarîkirdin le beyekewe jiyanî aştîxwazaney nêwan hêz û layen û pêkhatekan le herêmî Kurdistan, pêwîste hemu layek dirêje be xebat û şêwazî karî xoman bideyn be pabendbûn le çiwarçêwey yasayî û desturiyekan û xodûrgirtin le dirustkirdinî bargirjî û kewtinewey tundutîjî le ast teheddakanî qonaxeke da bîn û hewllî cidîy çareser kirdinî kêşekan bideyn. Le kotayî da carêkî tir dawa dekeyn le hemu layek be giyanî berpirsiyariyetî û reçawkirdinî berjewendiye ballakanî mîlletekemanewe mamelle legell doxeke da biken. Mektebî siyasî Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan 30/1/2010 Hewlêr

» Serokwezîr Berhem Salih HEWÊR, 30/1 2011 — Hikûmeta Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva Goranê da û got ev helwêsta Goranê helwêsteka ”çavnelirê” û ”dilnexwaz” bû û got hikûmet jî li gor plana ko daniye ber xwe dê reformên pêwist berdewam bike û got: — Em xelkê Kurdistanê dilniya dikin ko hikûmeta herêmê dê silametî, asayiş û jiyana hevwelatiyan biparêze û rê nede hîç taxim û grupekê ko aloziyan bo wan dirust bike û dezgehên navxe dê rê li her kesekî bigirin ko yasayan bin pê bikin. Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: — Bi helwêsteka çavnelirê û dilnexwaz Goranê bi rêya televizyona KNN-ê di heqê xwepêşandan û nerazîbûnên civakî yên li Tunis û Misirê, bi hinceta hinek pêdiviyên xizmetguzarîyê li herêma Kurdistanê daxwaza hilweşandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê kir, ne tenê li ba me, bi dilniyayî li ba beşê herî zêde yê xelkê Kurdistanê, ev daxwaza tevgera Goranê daxwazeke nerast û nerewa ye. Têkilkirina nerazîbûnên civakî li hinek welatên navçeyê û berhevkirina wê digel prosesa siyasî ya Kurdistanê û hevkêşeyên siyasî yên herêmê boçûneke nerast û ji rastî, hest û wijdana xelkê Kurdistanê jî dûr e. Di demekê de ko desthilatdariya kurdî û damûdezgahên desthilatdariyê bi hilbijartineke demokratîk desthilat wergirtine û di warê siyasî, pêşxistina demokrasî û bingehdanîna jêrxana Kurdistanê de pêşketineke berçav li welatê me çêbûye, ko li ser destê be‘esê beşeke zêde ya xelk û axa wê hatiye talan û wêran kirin. Daxwiyanî wiha berdewam dike: — Em wan rastiyan dibînin ko ezmûna desthilatdariya kurdî ne bê kêmasî ye, pirsgirêkên me di birêveçûna karûbarê rojane yê xelkê de heye û pêdiviyên din hene ko divêt bo xelkê Kurdistanê bên dabîn kirin, me çavê xwe di heqê wan rastiyan de negirtiye, lewra dema me dest bi kar kir me hinek reform kirine û heta niha jimareyek biryarên girîng û gelek pêngav di warê reforman de avêtine û li ser wan projeyan jî berdewam dibin bo desthilatdariyeke baştir. Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî tê dayîn ko ev ne li ser daxwaza Goranê têt kirin û wiha dom dike: — Me ne di jêr guşara wan de ev guhortin kirine, bernameya Lîsteya Kurdistanî bû di hilbijartinên herêma Kurdistanê de û xelkê Kurdistanê jî bawerî dayê. Me jî ew soz û bernameya xwe bi cih kiriye û xelkên xudanwijdan jî şahidiya wê yekê ji me re didin ko di wan çaksaziyan de me dest pê kir bo çespandina têgeha hevwelatîbûnê di desthilatdariya kurdî de. Di beşeke dî ya daxwiyaniyê de wiha tê gotin: — Mafê kesî nîne bazara siyasî bi ser me de bike, me bi xwe di bernameyê Lîsteya Kurdistanî de tekez kiriye ko rûbirûyê gendelîyê bibin. Di wê derbarê de me pêngavên baş jî avêtine û xelkê xudanwîjdan ên Kurdistanê jî şahidiya wê yekê ji me re didin ko em destpêşxer bûn di rûbirûbûna neqanûnî di karûbarê hikûmî de. Me qonaxên girîng derbas kirine di amadekirina zemîneyekê de ko ”pereyên xelkê bo xizmeta xelkê be”. Di paşerojê de jî bi piştîvaniya xelkên dilsoz yên Kurdistanê emê di warên reforman de li ser bingeha yeksanî û wekheviyê li herêma Kurdistanê li ser karê xwe berdewam bin. Daxwiyaniya hikûmetê tekîd dike ko: — Diviyabû tevgera Goran ew yek li ber çavan bigirta ko herêma Kurdistan, hikûmet û damûdezgahên din ên desthilatdariya kurdî keda xebat, tekoşîn û qurbanîdana gelê me ye. Xwîna şehîdan û qurbaniyên çekên kyayî û enfalên Kurdistanê ye. Keda fedakarî ya civakî gelê Kurdistanê ye ko bi dirêjahiya dehan sal xwîn û temenê xwe di ber de dane. Lewra dezgahek bi wê hemû xwîn, qurbanî û fedakariyan dirûst bûbe, bi proseyeke demokratîk û piraniya dengên xelkê Kurdistanê desthilat girtibe dest, bi daxwazeke nerewa ya kesên ji rastiyê qutbûyî nayê hilweşandin, wek di daxwiyaniya serokatiya herêma Kurdistanê de jî hatiye behs kirin, ev desthilat û damûdezgahên wê bi sindoqên dengdana cemawerî hatine û her bi wê rêyê tê guhertin. Ne bi dirûstkirina alozî û karên provaktîf, ko rewşa Herêma Kurdistanê û xwezaya xelkê wê yê şoreşger qebûl nake hîç grup û taximekî ji pêşerojê bê hêvî, jiyana wan aloz bike. Daxwiyaniya hikûmeta Kurdistanê wiha xelas dibe: — Ew karwanê ko çavkaniya wê ji bernameya Lîsteya Kurdistanî dest pê kiriye niha beşekî girîng jê hatine bi cih kirin. Herwiha di plana me de heye di qonaxên pêş de wan hemû sozan bînin cih ko me dabûn xelkê. Em dilniya ne ko ev jî di berjewendiya bihêzkirina ezmûna desthilatdariya kurdî, pêşvebirina demokrasî, azadiya siyasî û zêdetir avakirina welatê me de dibe. Loma em di wê baweriyê de ne ko xelkê Kurdistanê û xelkên dilsoz ên nav hêzên opozîsyênên din wan destkeftan bilind dinirxînin û rê nadin bê lekedar kirin. Em xelkê Kurdistanê dilniya dikin ko damûdezgahên ewlekariyê yên hikûmeta herêmê silametî, asayiş û jiyana hevwelatiyan diparêzin û rê nadin hîç taxim û grupek aloziyan bo wan dirust bike û dezgahên navxe rê li her kesekî digre ko yasayan bin pê bike.

NÛÇE   » Serokê Goranê Noşîrwan Mistefa di halekê têkder de ye HEWLÊR, 29/1 2011 — Rêxistina Goranê ko ti projeyeka wê ji bo pêşxistina Kurdistanê nîne îro êvarî bi beyannameyekê got bila Parlamentoya Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê, serokatiya Kurdistanê û hemî dezgehên Kurdistanê hilweşin û ji xelkê xwest ko kaosê çêkin. Partî û Yekîtiyê bi hev re got her çi xirabiya ko çêbe ew dê serkirdeyên Goranê jê mesûl bibînin û dê bersiveka dijwar bidin Goranê. Goran di daxuyaniya xwe de behsa Sûdanê û Misrê dike û dibêje bila xelkê Kurdistanê wekî li wan welatan li hemberî desthiltê derkeve û dibêje: 1. Bila Parlamentoya Kurdistanê hilweşe. 2. Bila hikûmeta Kurdistanê hilweşe. 3. Bila qanûna esasî ya Kurdistanê dernekeve. 4. Bila rêxistina Parastin û Zanyariyê û dezgeha Asayîşê jî nemîne. 5. Bila serkirdeyên Partî û Yekîtiyê xwe tevlî ti karên hikûmetê nekin. 6. Bila Partî û Yekîtî milkê ko wan ”dest daniye ser” li hikûmetê vegerînin. 7. Bila di mideta sê mehan de hilbijartineka nû çêbe. Partî û Yekîtiyê jî îşev bi hev re daxuyaniyeka pir dijwar li hemberî Goranê belav kir û got wan heta niho zêde tehemila Goranê kirine lê belê wisa diyar e ko Goran qedrê vê azadî û hizûra li Kurdistanê heyî nagire û got: ”— Gelî xelkê şerefmend yê Kurdistanê! Wisa diyar e ko serokên Goranê vê nermî û vê siyaseta me ya tejî hestên niştimanî û neteweyî bi awayekê xirab û wekî lawaziyekê rave dike. Lewra vê êvarê wê [Goranê] beyannameyek ji bo dijayetîkirina serokatiya herêmê, parlamentoyê û hikûmeta Kurdistanê ko bi awayekê şer‘î hatine hilbijartin derxist û bi awayekê resmî bi navê Goranê daxwaza hilweşandina parlamento û hikûmeta Kurdistanê dike. Wekî bersiv bo vê siyaseta bêmesûliyet ya tevgera nexjixwe ve navê wê Goran e em wekî polîtbîroya Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimnaî ya Kurdistanê radigihînin ko: Ya yekê: Em, serokên Goranê wekî tik û tenê berpirsên webala vê beyannameyê û vê helwêsta wê ya siyasî ya li dijî meşrûbûna parlamentoyê û hikûmetê dibînin û ew dê tehemila vê bikin. Hîç terefekê dî û hêzeka kurdistanî ne digel wê de ye. Ya didoyê: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê radigihînin ko hemî şiyana xwe, şiyana grupa xwe ya li parlamentoyê, şiyana xwe ya li hikûmeta Kurdistanê, şiyana xwe ya hizbî, cemawerî, siyasî û têkiliyên xwe yên nêvneteweyî li hemberî her planeka kaosçêker aktîv dikin û rê nadin ko hêzeka darbecî rewşa aram ya aborî, kar, hizûra xelkê, asûdetiya xelkê û xweşbextiya xelkê ya ko bi saya tecribeya demokratîk, azadî û asayîşa Kurdistanê çêbûye têkbidin. Ya sêyê: Berpirsiyariya hemî rûdaneka mezin û biçûk li Kurdistanê, di nêv xelkê de, di nêv dezgehan de, li baregehan, bankeyan, li hemberî mêvan û dostên Kurdistanê, yanî her rûdaneka dîrekt yan endîrekt ko çêbe em wekî Yekîtî û Partî dîrekt serokên Goranê jê berpirs dizanin û aşkera dikin ko em dê wan rûbirûyê cezayê qanûnî bikin.” Ji bilî vê bersiva pir zelal û dijwar ya Yekîtî û Partiyê serokatiya Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê got li Kurdistanê çi guhortin çêbe dê bi rêya hilbijartinan û sindoqên dengdanê çêbe û got ew dê bersiveka dijwartir jî bide vê plana têkder ya Goranê. ----------------------------------- Nivîskar: Nefel-Nûçe

» Mihemed Tofîq HEWLÊR, 1/2 2011 — Mihemed Tofîqê berdevkê Goranê got ew milk û bînaya xezîneyê ko wan dest daniye ser li hikûmetê venagerînin heta Partî û Yekîtî jî milkê xezîneyê paşde nedin. Gorana ko xwe wekî opozîsyoneka ”negendel û paqij” dide pêş naxwaze 305 000 metreçarçik milkê xezîneyê û avahiyeka hikûmetê lê vegerîne û dibêje heger Partî û Yekîtî milkê ko wan dest daniye ser vegerînin Goran jî dê vegerîne. Yanî ruknê esasî yê siyaseta Goranê û hebûna wê li vêderê diherife û ew jî wekî hemî partiyên dî amade ye ko dest dane ser milkê ne yê xwe û ew jî amade ye ko gendeliyê bike. Li gor Aknewsê, Mihemed Tofîq li ser gotinên serokwezîrê Kurdistanê yên di heqê meseleya vegerandina mal û mulkê xezîneyê ko partiyan dest bi ser de girtine got: — Serokê hikûmetê gotinên xwe tu carî nabe serî, kengê partiyên herêma Kurdistanê dest bi vegerandina mal û mulkê hikûmetê [xezîneyê] kirin ko ji sala 1991-ê ve ji xwe re birine, hingê em jî amade ne her tiştê xwe vegerînin ko tenê du cih in. Berhem Salihî duhî li ser vê meseleyê gotibû: — Bizava Goranê di beşeke beyannameya xwe de behsa vegerandina mulkê giştî bo hikûmetê dike. Daxwazeke gelekî meşrû ye, me jî gelek caran heman daxwaz kiriye. Digel PDK û YNK-ê divêt Goran bi xwe jî mulkê giştî radestî hikûmetê bike. Goranê jî di navenda Silêmaniyê de 122 donim erd dagîr kiriye û kiriye baregeha hizbî. Her weha bînaya çavdêriya darayî ya Silêmaniyê jî kiriye baregeha rojnameya xwe. ----------------------------------- Nivîskar: Nefel-Nûçe

Rizgarî Online/ Kürdistan Bölgesi Başkanı Mesud Barzani, Selahattin kasabasında Kürdistan Bölgesi Başbakanı, Parlamento Başkanı, Üst düzey bürokratlar ve Siyasi Parti Başkanları ile Goran Hareketine bağlı televizyon kanalı KNN aracılığıyla Tunus ve Mısır’da olduğu gibi ‘Ayaklanın ‘çağrısıyla ilgili geniş kapsamlı bir toplantı gerçekleştirdi. Kürdistan Bölge Başkanlığı Başkan Mesud Barzani başkanlığında, Selahattinde KBH’nin Başbakanı, Parlamento Başkanı, Üst Düzey yetkililer Siyasi Parti Temsilcileri, Başbakan ve Parlamento Başkan Yardımcılarının da hazır bulunduğu geniş kapsamlı bir görüşme gerçekleştirildi. PNA´nın haberine göre “Görüşmede Goran Hareketi tarafından kendi televizyonu olan KNN aracılığı ile Tunus ve Mısır’da olduğu gibi halka ‘Ayaklanın’ çağrısında bulunmasına ilişkin önemli kararlar alındı. Görüşme esnasında alınan önemli kararlar şöyle: 1- Biz Siyasi Partiler ve taraflar olarak tekrar ediyoruz, iyileştirme ve değişiklik için yürütülen çabaların Siyasi hukuk ve Yasal çerçeveler içinde olması gereklidir. Kürdistan halkının iradesi ve seçimin sonuçları olan kurum ve kuruluşlar korunmalıdır. Emniyet, güvenlik, halkın özgür yaşaması, partiler arası birlik ve beraberlik ilişkilerine zarar verecek her türlü çaba kimden gelirse gelsin kabul edilmeyecek. 2- Biz tekrar ediyoruz, ortak mücadele ile elde edilen kazanımlar, birlikte üretilen ve üretilecek çözüm yollarına, milli selamet ve ulusal siyasetle ulusumuzun kazanımlarının korunmasını önemle vurguluyoruz. 3- Biz tekrar ediyoruz, siyasi ve ulusal çıkarlara uygun lrak barışçıl, yasal ve parlamenter sistem içinde ki bir muhalefeti değerli bulduğumuzu belirtiyor ve bunu Kürdistan Bölgesi için pozitif değerlendiriyoruz. 4- yaşanan sorunlar, mevcut aksaklıklar ve yolsuzluk maalesef ki Bölgemizin bir gerçeğidir, ancak Hükümet, muhalefet, STK’lar ve mevcut tüm toplumsal güçler kendi alanlarında iyileştirme çalışmalarına güçleri oranı ile katılarak vatandaşların durumu normalleştirme ve daha iyi duruma getirerek demokratik sistemimizi geliştirmeliler. Biz son olarak, siyasi, sivil güçlerden ve Yurtsever vatandaşlarımızdan, kardeşlik duygusu ve birlikte yaşama kültür ahlakı ile yasalar çerçevesinde kalınmasını istiyoruz. Bunların yanında Vatandaşlarımız, ilgili gözlemci ile sorumlu kesimler rahat olsunlar. Kürdistan’daki siyasi ve güvenlik durumunun hep sakin ve huzurlu kalacağından kuşkuları olmasın. - Kürdistan Demokrat Partisi -Kürdistan Yurtseverler Birliği -Yekgırto İslam Partisi -İslam Toplulukları Partisi -Kürdistan Komünist Partisi -Kürdistan Sosyal Demokrat Partisi - Kürdistan İslami Hareket Partisi -Kürdistan Demokrat ve Millet Partisi -Kürdistan Demokrasi Hareketi Partisi -Demokrat Türkmen Hareketi Partisi -Kürdistan İşçi ve Çalışanlar Partisi -Kürdistan Ezilenler Partisi -Türkmen Hewlêr Listesi -Kıldani-Süryani- Aşuri Milli Partisi -Demokrat Aşuri HareketiPartisi -Kürdistan Parlamentosunun Ermeni Temsilcisi" RO/Cemil Süphan

Rizgarî Online/ Değişim Hareketi(Goran) önceki gün yayınladığı bildiri ile Kürdistan Bölge Hükümeti ve Kürdistan Bölge Parlamentosu'nun feshedilmesini, bunların yerine tarafsız teknokrat bir hükümetin kurulmasını önerdi. Öte yandan Kürdistan Bölge Başkanlığı yayınladığı bildiri ile Halkın ve bölgenin güvenliğini sarsacak bir talebin kimden gelirse gelsin kabul edilmeyeceği ifade edildi. Değişim Hareketi Kürdistan, Bölge Hükümeti ve Kürdistan Bölge Parlamentosu'nun feshedilmesini, bunların yerine tarafsız teknokrat bir hükümetin kurulmasını önerdi.Dengê Azad'da yer verilen habere göre Değişim Hareketi'nin yayınladığı bildirinin devamında şunlar kaydedildi: -KDP ve KYB’nin, hükümetin, parlamentonun, yargının ve emniyet güçleri ve Pêşmerge güçlerinden el çektirilmesi, -Emniyet Güçlerinin (Parastın, Zanyari, Peşmerge) siyasi arenedan el çektirilmesi, -KDP ve KYB hükümetinin feshedilmesi, bunun yerine teknokratlardan oluşan yeni bir hükümetin kurulması, -Kürdistan Bölge Parlamentosunun feshedilip, 3 ay içinde şeffaf bir şekilde seçimlerin yapılmasının sağlanması, -Yönetici ve partiler tarafından el konulan mal ve mülklerin halka iade edilmesi, -Kürdistan Bölgesi Anayasa Taslağının geri çekilmesi ve bu taslağın oluşturulması istenen yeni parlamentoya havale edilmesi. Değişim Hareketinin bildirisinin sonunda Kürdistan Bölgesindeki tüm siyasi çevrelerden bu bildiriye destek vermeleri de istendi. Yayınlanan bu bildirinin ardından Kürdistan Bölge Başkanlığı tarafından kısa bir yazılı açıklama yayınlandı. Açıklamada; “Değişim Hareketi KNN televizyonu aracılığıyla yasaya aykırı olarak parlamento, hükümet ve varolan yapının tümden değiştirilmesi talebinde bulunuyor. Kürdistan Bölgesinde yapılacak her değişikliğin, seçim yoluyla yapılması gerekir” ifadesi kullanıldı. Bölge başkanlığının yayınladığı açıklamanın devamında; “Halkın ve bölgenin güvenliğini sarsacak bir talep kimden gelirse gelsin kabul edilemez. Kürdistan halkına, tüm siyasi partilerin üye ve taraftarlarına ve Kürdistan siyasi kurumlarından isteğimiz şudur ki, bu plan karşısında uyanık olunmalı, çünkü planın amacı yıllarca verilen mücadelelerin ve şehidlerimizin kanları ile elde edilen tüm kazanımların yok edilmesidir ve en kısa zamanda bu yıkıcı çağrıya gereken cevabı vereceğiz” denildi. RO/Cemil Süphan

Di encama têkoşîna bi salan, bi berxwedana pêşmerge, bi xwîna şehîdan û bi hilbijartina giştî û azad de Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin avakirin. Divê em encamên hilbijartinan qebûl bikin. Serokatî, Parlamento, Hikûmet, li gor normên demokratî di hilbijartinên azad de hatine hilbijartin û dikarin bi têne di hilbijartinên azad de bêne guhertin, ne bi awayekî dî. Bo parastina destkeftî, aramî û ewlekarîya welatê me, bo berjêwendiyê giştî û pêkve jîyana gelê Kurdistanê, divê her alî rîayetî norm û prensîbên demokratîyetê bikin û li gor yasa tevbigerin. Di van 20 salên dawî de li Başûrê Kurdistanê di ware demokratîyet û azadîyê de gavên mezin û girîng hatine avêtin. Wek mînak serokê Kurdistana azad bi dengê gel hat hilbijartin. Ev yek, bo Rojhilata Navîn nimûneyekî ye. Xewna gelê kurd bû ku rojekê di welatê xwe de hilbijartinên azad bibînin, dengên xwe bikarbînin, serokê xwe û parlamenterên xwe hilbijêrin û hikûmeta xwe ava bikin. Divê em destkeftiyên gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê bi serbilindî bînîn zimên û bi bihevre biparêzin. Gelê Kurdistanê ji bona destkeftîyan gelek qurbanî dane, wezîfeye me ye ku em bi berpirsiyarî tevbigerin, rewşa Kurdistana azad nexin bin xeterê. Em hemû bi hevre bi yekgirtî bo berjêwendiyê gelê Kurdistanê kar bikin. Dezgehên ku bi riya demokratîk hatine hilbijartin biparêzin. Hezên xwe bo avakirina civatekî demokratîk û yeksan bi kar bînin. Di vê riyê de FKKS piştgiriya Serokatî, Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê dike. Li ser me hemû kurdan erk e ku van destkeftîyên xwe biparêzin. 1.02.2011 Komîteya Giştî ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

PDK-Bakur/ "..Demê Tevgera „Goran” dameziriya û beşdarê hilbijartina dawî bû, jimareke girîng endamên Parlamentê bidest anî, ligel gelek hêz û aliyan hêviyekî peyda bûbû ku li Parlamentoya Kurdistanê muxalefetekî pêk hatiye. Beşekî zêde xelkê Kurdistanê jî bi vî hêviyê dengê xwe dan „Goran“ û wan bi erkê muxalefetê hilbijartin. Ev bûyereke ne xerab bû.." PDK-Bakur: Helwistê Tevgera „Goran“ ne muxalefeteka demokrat e, belkû anarşizm û sergêjî û cehalet e MUXALEFET NE SERBERDEYATÎ YE, FÊRBÛN Û PARASTİNA DEMOKRASİYÊ YE! Demê Tevgera „Goran” dameziriya û beşdarê hilbijartina dawî bû, jimareke girîng endamên Parlamentê bidest anî, ligel gelek hêz û aliyan hêviyekî peyda bûbû ku li Parlamentoya Kurdistanê muxalefetekî pêk hatiye. Beşekî zêde xelkê Kurdistanê jî bi vî hêviyê dengê xwe dan „Goran“ û wan bi erkê muxalefetê hilbijartin. Ev bûyereke ne xerab bû. Her pergaleke demokrat, rêvebiriyeke parlamenter hewceyî bi muxalefetekî heye. Demokrasî sistemeke pirdeng e û pêwiste muxalefet jî lê hebe. Belê muxalefet jî divê hebe, lê muxalefeteke rêkûpêk, muxalefeteke ku rê û rêçikên demokrasiya siyasî û hûqûqa gerdûnî bizane. Li sistemeke demokrat, erkê muxalefetê yê sereke parêzgeriya demokrasiyê ye, çavdêrî û dûçûna dadweriyê ye. Li demokrasiyan ji desthilatê zêdetir hewce ye muxalefet demokrat be. Mixabin Tevgera „Goran“ vê hêviyê bi cîh neanî, nekarî bibe muxalefeteke demokrat rasteqîn. Bêhtir bû hêsîrê berjewendiyên xwe grûbî û tenê dijminahî û rikaviya du partiyên sereke dike ku îro bi hemî kurt û kêmasiyên xwe erkên rêvebiriyê bicîhtînin û parastina berjewendiyên doza Kurd û Kurdistanê dikin. Mixabin di gelek bûyerên siyasî û stratejîk girîng de „Goran“ helwistên gelek xerab diyar kir. Wek nûmûne di hilbijartina Parlamentoya Iraqa federal de. Goran bû sedem ku bi deh hezaran dengên Kurdan pûç bûn. Zirara mezin li Kerkûkê gîha doza Kurd. Di siyaseta li Bexdayê de jî berjewendiyên gelê Kurdistanê jibîr kirin. Nuha jî bi helwestên xwe dawî dixwazin li Kurdistanê bibin sedemê tevliheviyan. Wisa xuyaye Tevgera „Goran“ ji prensîbên demokrasiyê û berjewendiyên xelkekî bindest bêxeber e ku hezar leyistik li ser doza vî xelkî tê gerandin. Mixabin wêneya ku Tevgera „Goran“ nîşan dide, zêdetir wêneyeke serberdeyatiyê ye, helwistekî anarşistiyê ye. Tevgerên wisa nikarin bibin ilacê derdên xelkê bindest. Tevgerên anarşist nizanin demokrasî çiye û çawa birêve diçe. Eger „Goran“ demokrasiyê bizaniya û hezim bikira, divê li Parlamentoyê muxalefeteke zanistî aktîv bimeşanda, di nav gel de maf û azadiyên demokrat bi kar bianiya û riya sindoqê û dengdanê bidaya ber xwe. Li welatên demokrat muxalefet riya sindoqê didin ber desthilatiyan, li Kurdistanê desthilat sindoqê bi bîra muxalefetê tîne! Banga "Goran" dike, helwistê nîşan dide, mixabin tenê dikare dijminên gelê Kurd û prosesa dewletbûna Kurdistanê dilşa bike. Hezar heyf ji tevgereke wisa re! Lê tevgera siyasya Kurdistanê û îdareya Kurdistanê hewce ye ji vê nûmûneyê jî encaman derîne. Gelê Kurdistanê jî divê van helwistên ne rewa û van hêzan qenc binase. Helwestên Tevgera „Goran“ ji derveyê têgihîştina demokrasiyê ye, ti feyda van hewldanan ji doza Kurd û Kurdistanê re tûne, belkû zêdetir zirarê dide Kurdistanê. Em wek PDK-Bakur ku destkevtiyên li başurê welatê me bi ser her tiştî re digre, helwestê „Goran“ bi çewtî, bi metirsî û bi zirar û ziyanî bi nav dikin. Hemî hêzên siyasî Kurdistanî hewce ye beramberê vî helwestê xeterdar derkeve. Serokatiya Kurdistanê û tevgera siyasî li başurê welatê me bi yekdengî vi helwestê mehkûm kir û riya demokrasiyê û sindoqê da ber „Goran“. Dermanê vê birînê ev e. Dengên ku di vî derbarî de ji başurê welatê bilind dibe, cihê keyfxweşiyê ye, nîşana hêzbûna zanîna demokrasiyê ye. Em bi zelalî helwestên anarşist rûreş dikin. 31.01.2011 HER TİŞT Jİ BO BERJEWENDİYÊN KURDİSTANÊ Û DEMOKRASİYÊ! PDK-Bakur Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur

Goran hareketinin Mısır'a benzememek için Kurdistan Hükümetinin ve Parlamentosunun fesedilmesi gerekir çağrısı Güney Kurdistan'daki siyasi güçleri harekete geçirdi. Bu konuyla ilgili Peyamner Haber Ajansı Kurdistan Bölgesi Başkanı Mesud Barani'nin başkanlığında olağanüstü bir toplantı gerçekleştirildiği hakkında haber yayınladı. Peyamner'in haberi şöyle: BAŞKAN BARZANİ KÜRDİSTAN BÖLGESİNİN ÜST DÜZEY YÖNETİCİLERİYLE BİR GÖRÜŞME GERÇEKLEŞTİRDİ 30-Jan-11 PNA- Kürdistan Bölgesi Başkanı Mesud Barzani, bugün Selahattin kasabasında Kürdistan Bölgesi Başbakanı, Parlemento Başkanı, Üst düzey bürokratlar ve Siyasi Parti Başkanları ile Goran Hareketine bağlı televizyon kanalı KNN aracılığıyla Tunus ve Mısır’da olduğu gibi ‘Ayaklanın ‘çağrısıyla ilgili geniş kapsamlı bir toplantı gerçekleştirdi. Kürdistan Bölge Başkanlığı Başkan Mesud Barzani başkanlığında, Selahattinde KBH’nin Başbakanı, Parlemento Başkanı, Üst Düzey yetkililer, Siyasi Parti Temsilcileri, Başbakan ve Parlemento Başkan Yardımcılarının da hazır bulunduğu geniş kapsamlı bir görüşme yapıldı. Görüşmede Goran Hareketi tarafından kendi televizyonu olan KNN aracılığı ile Tunus ve Mısır’da olduğu gibi halka ‘Ayaklanın’ çağrısında bulunmasına ilişkin önemli kararlar alındı. Görüşme esnasında alınan önemli kararlar şöyle: 1- Biz Siyasi Partiler ve taraflar olarak tekrar ediyoruz, iyileştirme ve değişiklik için yürütülen çabaların Siyasi hukuk ve Yasal çerçeveler içinde olması gereklidir. Kürdistan halkının iradesi ve seçim sonucunda ortaya çıkan kurum ve kurluşlar korunmalıdır. Emniyet, güvenlik, halkın özgür yaşaması, partiler arası birlik ve beraberlik ilişkilerine zarar verecek her türlü çaba kimden gelirse gelsin kabul edilmeyecek. 2- Biz tekrar ediyoruz, ortak mücadele ile elde edilen kazanımlar, birlikte üretilen ve üretilecek çözüm yolarına, milli selamet ve ulusal siyasetle ulusumuzun kazanımlarının korunmasını önemle vurguluyoruz. 3- Biz tekrar ediyoruz,siyasi ve ulusal çıkarlara uygun, barışçıl, yasal ve parlementer system içindeki bir muhalefeti değerli bulduğumuzu belirtiyor ve bunu Kürdistan Bölgesi için pozitif değerlendiriyoruz. 4- Yaşanan sorunlar, mevcut aksaklıklar ve yolsuzluk malesef ki Bölgemizin bir gerçekliği, ancak Hükümet, muhalefet, STK’lar ve mevcut tüm toplumsal güçler kendi alanlarında iyileştirme çalışmalarına güçleri oranda katılarak vatandaşların durumunu normaleştirme ve daha iyi durma getirmek suretiyle demokratik sistemimizi geliştirmeliler. Biz son olarak, siyasi, sivil güçlerden ve yurtsever vatandaşlarımızdan, kardeşlik duygusu ve birlikte yaşama kültür ve ahlakı ile yasalar çerçevesinde kalınamasını istiyoruz. Bunların yanında vatandaşlarımız, ilgili gözlemci ile sorumlu kesimler rahat olsunlar. Kürdistan’daki siyasi ve güvenlik durumunun hep sakin ve huzurlu kalacağından kuşkuları olmasın. - Kürdistan Demokrat Partisi - Kürdistan Yurtseverler Birliği - Yekgırto İslam Partisi - İslam Toplulukları Partisi - Kürdistan Kominist Partisi - Kürdistan Sosyal Demokrat Partisi - Kürdistan İslami Hareket Partsi - Kürdistan Demokrat ve Millet Partisi - Kürdistan Demokrasi Hareketi Partisi - Demokrat Türkmen Hareketi Partisi - Kürdistan İşçi ve Çalışanlar Partisi - Kürdistan Ezilenler Partisi - Türkmen Hewler Listesi - Kıldani-Süryani- Aşuri Milli Partisi - Demokrat Aşuri Hareketi Partisi - Kürdistan Parlementosunun Ermeni Temsilcisi

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.