Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 17 January 2011

Bêdengî û kuştina Ferît Uzun 4

Li paş dubeşbuna hezên KAWA mabeyna her du peranda peyvendî kem man, hun dikarin bêjin peyvendî hîç neman. Yen ku bona “Teorîya Sê Dinê” nezîkî hevbibun û li ser xetekî Maoîst rêdiketin û ji şorişa Kurdistan nedixwestin durkevin. Di nava van hevalanda du kesa gor bîranîna min weku nonerên Doğu Perinçek kardikirin, li paşdubeşbunê wan demek kwirt da Dengê KAWA ji berdan û solix li gel nonerê Fermandarîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya Doğu Perinçek cîhyê xwe girtin. Li vir pewîste tiştekî gelek înteresant (balkêş) bete serê zman, di nava KAWA da “Ruspîyek” her roj dijî “Teorîya Sê Dinê” derdiket û rêdarara; “va teorîyek oportûnîste, dijî vê teorîye derkevin û xwe nuva organîze bikin” digot, li paş dubeşbune ew demek kwirt da ji KAWA durket û li paş 1980 bu xwedana teorîya “pênasa serra û binra”. Ew “kabra” du tiştara her tim nezîk ma: 1-Dinyayek reş û tarî, 2-Alkol. KAWA weku Tevger bu qurbana bê tecrubeîya xwe, hevalên wekû Ferît Uzun ku, dijî kirinên yekitîya Sovyetê, bi çavhedarîyek mezin derketibun holê û dengê xwe her alîva bilindkiribun, li ber dafa dagirkerên Tirk ew çavhedarî nîşan nedan. Hevalên ku serdarîya her du perên KAWA dikirin, diwaroja xwe û ya welatê xwe bîrkirin, sengerên ku wan bi destên xwe xistibun, demek kwirt da ji destên xwe dergistin, ji şorîşa Kurdistan durketin. Stratejîya şorîşê “Teorîya sê Dinê” û menfaatên Dewleta Alban ra kirin qurban, wan di vî katî da nedizanîyan ku deweltên ku xwe sosyalîst didîtin ji sosyalîzmê gelek durin. Qurbankirina gelên jêrdest bona “Dewletên Sosyalîst” li seranserî dinê moda bu. Ew moda ji Yekitîya Sovyetê destpêk kiribu û gîhiştibu Dewleta Çîne û li wê ji berê xwe dabu Albanya, Yugoslavya û Kûbayê. Wan bin maskeya paraztina “sosyalîzma” xwe her xirabî dikirîn. Di vî katîda bê guman dîyarbukû serdarên Tevgera KAWA xam û xav bun. Dema Ferît Uzun tînîm bîranîn naxwezim wî weku mefekî bê qisur bidim nasîn. Di nava komên Rojhilata Navarast da bilindkirin û rezîlkirina mîrovan zu dibu. Car cara bê manê mîrov dihatin pilkirin û mezinkirin, car cara ew mîrov rojekêda dihatin berdan û bi gemarîyê dihatin xendiqandin. Wan xafilda bilindkirin heq nedikir, di nava gemarîyêda xendiqandin û kuştin jî tu car heqnedikirin. Gor rêdarên xwe Ferît Uzun yek ji tehgîştirîyan bu. Wî di ber lepên dagirkeran da xwe baş paraztîbu û ew ji girtîhgeha dagirkeran serbilindî derketîbu. Mixabin li ber daf û kamenên dagirkeran ew û rêdarên xwe xwedî kem tecrube bun. Li paş dubeşbunê gelek kadroyên zana li gel Ferît Uzun rêfên xwe girtin, kadroyên nezîkî binê xetê û Kurdistana Başur zedetitrîn li ba “Parezkerên Teorîya Sê Dinê” man. Yên bajarên Bakur ew “Teorîya Sê Dinê” red kirin. Aligarên her der du peran jî bê guman serxwebun û yekitîya Kurdistan dixwestin, yen kû bibun parezkerên “Teorîya Sê Dinê”, digotin xususîyeta Kurdistanê heyê, em mecbur ninin li gel dagirkerên wekû Tirk, Ereb û Fars diji hegomonya dewletên Yekitîya Emrîkayê û Yekitîya Sovyetê yêkbin û dev ji şorişa Kurdistan berdin. Rexnekarên wan digotin hun bi vê teorîyê demek kwirt da bibin nokerên dagirkeran û şorişa Kurdistanê durkevin.

“Teorîya Sê Dinê” weku loqmakî jahrî li ber Tevgera Şorişger a Kurdistan hate danîn, dubeşbuna yekhem bi bi “sosyal împeryalîzmê” cîhhatibu, bi paraztin û neparaztina sîyaseta Yekitîya Sovyetê, welatparêzên Kurdistanê hevketibun, wan şikestik mezin di vî katî dîrokêda xwerin, quwetên xwe bê mane çar û çur kirin. Yên ku bona mislehetên Kurdistanê li berî Yekitîya Sovyetê derketîbun û sîyaseta wê mehkum kiribun bi şîvekî din dihatin dafkirin. Parêzkerên Yekitîya Sovyetê bi bingehya weşanên legal di nava çarçova Tirkîyêda diman, ew bona Kurdistanek Serbixwe ji tekoşînek tîn durbun. Wan zedetirîn nîv şermokî mafê carenus (mafe xwenasîyê) bona miletê Kurd dixwestin. Di nava perspektîva wan ya sîyasî da; bi şerekî çekdarî avitina dagirkeran ji Kurdistanê, tunebu. Flörta wan li gel hînek grubên sîyasî yên Tirk her waha berdewam bu. Ji bona wan hevrakarkirin li gel çepê Tirk, ji hevrakarkirina grubên sîyasî yên Kurd şîrîntir bu. Di wî warî da KAWA weku Tevgerek çektarî derketibu holê û her roj zedetirîn hêz dibu, rastbu KAWA xwe li ser bingehya Marksîzm-Lenîzmê û Sosyalîzme dianî serê zman, feqet demek kwirt da di nava hemû komên Kurdistan da serî girt, ji oldaran heta sosyalîstan, ji gundîyên curebicur heta bajarîyên curebicur di nava refên KAWA da mîrov amadê bun, demek kwirta ji çepên Tirk gelek grub û şexsîyet vediqetîyan û dihatin lay Tevgera KAWA. Mîrovên Kurd ku di bin nîrê dagirkeranda bêzar bibun û heviya xwe bi Kurdistanik serbixwe va giredabun derdora Tevgera KAWA da amade dibun. Ji ber vê çokên dagirkerên Tirk û nokerên wan dilerzîyan. Erişek eşkerê hêzên dewletê dikarîya bike nava tengasîyên nu. Ew dijî Tevgera Kurdistan bi du reyan pêkhatin. Yek; reya îdeolojîk, wan bi nava çepayetîyê hezên welatparêz ê Kurdistan serî da dafkirin. Parçekî vê dafê “Teorîya Sê Dinê” bu, bi vê teorîyê Hezên KAWA di serî da kirin du bêş. Ew ji bo wan serketinek gelek mezin bu. Du; bi navê welatparezîyê û bona “Kurdistanek serbixwe” ji agirê Tevgera KAWA gwirtir, agirek dadan û nava Partîya Karkerên Kurdistan da hêz pêşhatin. Ew partî weku Partîya Kemalîstên Kurdistan jêrzemînî di nava Partîya Karkerên Kurdistan da hate damezrandin. Vîtrîn Partîya Karkerên Kurdistan bu, yenku vîtrîn gor kefa xwe digorîyan û planên pênce salî yên diwaroj bona Kurdistan dikirin Dagirkerên Tirk bun. Rêvabirê Dewleta Tirk Fermanderîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya bu plan li vir dihatin kirin. Gor plana wan serîda şanoyek jêrzemînî di bin seroketîya Fişok da nava Partîya Karkerên Kurdistan da hate danîn. Wan her alîva xwe rind vêşart, alîkîva hêza xwe nava Partîya Karkerên Kurdistan da zede kirin, kadirên şorêşger kuştin û krîmînalîze kirin alîyê din va derketin nêçîra Kurdên ronakbir, şorêşger û welatparêz. Welatparêzî gav bi gav kirin bin kontrola xwe. Kuştina ronakbir û welatparêzan di bin maskeya “ li dijî dagirker û nokerên wan ra şerkirinê” dihat kirin. Dema kadirên Partîya Karkerên Kurdistan dikuştin, vêra digotin “hevkarê dagirkerên Tirk bu”. Dema ji çepên Tirkîya ronakbirên Kurd dikuştin, digotin: “endamê çepên Tirkîya ne, ew li Kurdistan weku dest û pê yên dagirkeran kardikin, ji ber vê em wan dikujin”. Dema dîndarekî pêşkevtîxwez dikuştin, digotin: “kewneperest bu, diji sosyalîzmê bu, li ber şorişa Kurdistan disekinîya, ji ber vê me kuşt”. Her kuştinek wan ra gotinek serîda hatibu amadekirin. Doğu Perinçek, Berpirsîyarê Masaya Çep ya Fermandarîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya seroktîya gruba sîyasî ya “Aydınlık” ê dikir, wî seroktîya partîyek “jêrzemînî” jî dikir. Bi şîarên çep dengbilind dîqîrîya û dijî “împeryalîzm û sosyalîmperyalîzmê” disekinîya. Heta wî xwe wusa dida dîyarkirin ku; ew mafê xwenasîyê (carenus) bona netewa Kurd dixwaze. Berku ruyê wî eqas pas nebibu, wî sedan Kurdên ronakbir û peşkevtîxwez jî derdora xwe dabu cîhvandin. Bona wan nava Kurda da ronakbirbun pewîstbu tunebuya. Ji be vê endamên xwe yê Kurd direkt bi destê Îstîqbarata Tirkîya û Partîya Kemalîstên Kurdistanê danê kuştin. Kuştina hozan û nîvîskarê Kurd Ganî Bozarslan li Stembolê gor vê planê hate darxistin, li Kurdistanê Zekî Ön, Adîl Turan û dehan endamê gruba sîyasî a “Aydınlık” ê bi bêbextî hatin kuştin. Perînçek bi rojnameyên xwe û rojnameyên rojanî yên Tirkîya dijî Partîya Karkerên Kurdistan “renxne û êrişên tund” dikirin, bi propagandakî paradoks bona xort û qîzên Kurdistan Partîyê Karkerên Kurdistan weku navnîşana şorişê ya yekhemîn didan dîyarkirin. Lîhistik mezin bu, gor hinekan endamên gruba “Aydınlık” ê dihatin kuştinê, kuştina wan ewqas mihûm nebu, gor hinekan “maoîst dihatin kuştin” bla ya wan ji hevbuya! Paralelî van kuştinan, kuştina endamên grubên sîyasî yên çepê Tirkîya hatin rêxistin. Dehan kadrirên çep yên ronakbir ku nava çepê Tirkîya bun hatin kuştin. Gor hinekan kuştina wan tiştekî “normal” bu, ber ku ew nava çepê dagirkeranda bun. Daxawa li vir kesekî çavhedarî nedikir û nedigot: bi van kuştinan armanc ewe kû li Kurdistan kesekî ronakbir û peşkevtîxwez nemîne, berku her rewşembirek çavê dagirkerada ne sinc mertalek bu. Li vir daxwezi ew bu kû; zede Kurdên rewşembir ji holê bên rakirin û gelê Kurd zedetirîn bikeve bin kontrola wan. Mesele ne mesela kuştina nonerên dagirkeran û çepê wan bu; mesele zede kuştina law û keç û ronakbirên Kurd bu.

Dagirkeran bi Partîya Kemalîstên Kurdistan dengekî berz derxistin, dengê defê xweş dihat hinekan, kesekî ne dizanîya kî li defê dixîne û sergovendî kîne? Sîyaset û berhevdana grubên siyasî bibu weku şebaşek tarî.. Dagirkeran ew rewş hostatî bona xwe kartînan, kem kesan kuştina wan mîrovan xwe pirsdikir. Kadirên Partîya Karkerên Kurdistan hîna agadarî xwe nebun, wan nidizanîya ku; Partîya Kemalîstên Kurdistanê di bin seroketîya Fişokî da, di nava wan da weku şanoyek jêrzemînî hatîye danîn. Peşnîyarên ku ji alîyê vê şonoyê dihatin kirin bê dijdarî dihatin qebulkirin. Dema di nava Komîteya Navendî a Partîya Karkerên Kurdistan da, peşnîyara kuştina serkirdayetîyên grub û partîyên siyasî yên Kurd ê din dihat kirin, dijdarîyek sist li ber vê peşnîyara dihat derketin.Wan nedizanîya diwarojda çi bê serê wan! Endamê Komîta Navendî Mehmet Hayrî Durmuş, dema li paş 1980, li Diyarbekirê li ber dadigehya dagirkeran paraztina xwe û Partîya Karkerên Kurdistan dikir digot: “Parezkarê dewletê dixweze me bi Apo`cîtîyê û UKO`cîtîyê (Ulusal Kurtuluş Ordusu/Ordîya Rizgarîyê a Netewî) suçdar bike, raste di nava gel da em bi van navan hatinê nasîn, feqet rasteyetî wusa nîne, em partîyekin, em Partîya Karkerên Kurdistan`nin” . Şoreşgerê mezin Mehmet Hayrî Durmuş hoyjî xwe hatibu û plana parezkerê dewletê naskiribu. Dagirkeran dixwest şoreşgerên Partîya Karkerên Kurdistan bi navê Fişokî bidin naskirin û wan di dîrokêda bi vê gemarîyê bixendiqînin. Ji ber vê wan ra digotin “Apocî”. Yen ku hoyjî xwe nebun bi kefxweşî ew nava bona xwe kirin pênas, şoreşgerên mezin yên weku Mehmet Hayrî Durmuş di serî da ew nav redkirin û pareztina Partîya Karkerên Kurdistan kirin. Yên ku li ser salixdana dagirkeran gav bi gav dibun “Apocî” bi zanîn an bê zanîn diketin bin kontrola Partîya Kemalîstên Kurdistan û Xwedanên wan. Mehmet Hayrî Durmuş di berxwedana zîndana Dîyarbekirêda xwe bona gelê Kurdistan feda kir, bi axaftinên xwe xwest bona diwaroja Kurdistan serbilindîyekê bêle. Wî xwest tesîra Fişok û Hevkarên wî bişekîne, ji ber vê li ber parezkarê dewletê qîrîya û got em ne “Apocîne”, em endamê Partîya Karkerên Kurdistanin, jo bona rizgarkirina welatê xwe rêketine, Kurdistanek serbixwe dixwezin.. Dema Fişokî nava Partîya Karkerên Kurdistan bi alîkarîya dagirkeran tesîra xwe zede kir û kadrirên şorişger yên Kurdistan yek bi yek daf kir, 1984 li Ewropa Çetîn Güngör (Semîr) dengê xwe rakir û bi du nîvîsan xwest rûyê Fişok (Alî Firat/Abdullah Öcalan) pasbike. Mixabin di vî katî da jî Çetîn Güngör wer dizanîya ku pozberîyên wan û Fişokî, poberîyên sîyasî yên du perên Partîya Karkerên Kurdistanin, ew hîna hoyjî (agadarî) xwe nebibu û nedizanîya ku; Fişok bi alîkarîya dagirkeran weku şanoyek jêrzemînî nava wan da hatîye danîn. Çetîn Güngör bi nîvîsên xwe yekhemcar weku endamê serkirdayetîya Partîya Karkerên Kurdistan, Kuştina Ferît Uzun û soşrîşgerê nemir Mustafa Çamblibel, endamê gruba sîyasî a Kurd “Özgürlük Yolu” û gelek şoreşgerên Kurdistan deşîfre kir. Kuştina Ferît Uzun ji berî vê nîvîsê, li paş 1980 di Dadigehya Dîyarbekirê da endanê Komîta Navendî a Partîya Karkerên Kurdistan, Şahîn Dönmez û alîgarê Partîya Karkerên Kurdistan Hasan Hüseyîn Karakuş hatibu deşîfrekirin, Çetîn Güngör tenya bi van nîvîsên xwe ew rasteyetîya ku deşîfre bibu tasdîq kir. Bi vî avayî bona hinekan ruyê Partîya Kemalîstên Kurdistanê derket holê, hinekan di nava rixêda sehkirina ceh berdewam kirin, bi kar xwîn û keda xwe Partîya Kemalîstên Kurdistanê û Serokê wê Fişok mezin kirin.

Dumayîk heye

Bîşar Norşîn

16.01,2011

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.