Ana içeriğe atla

Nivîsa Yekşemê(1)

Ez dixwazim heftê carê, bi taybetî rojên yekşemê hinek çîrok, destan, efsane an jî hinek helbestvan an jî helbestên wan bidim naskirin.

Wekî tê zanîn, ku ligel avakirina Komara Tirk, perwerdeya Kurdî û zimanê Kurdî hate qedexekirin, hebûna Kurd wekî netewe hate înkarkirin.
Lê piranîya Kurdan bi şiklek an bi şiklekî din, şevên sar û dirêj ên zivistanên Kurdistanê ser li diwanxanên gundên dane.

Ji bo min şevên zivistanê, şevên çîrok û destan û stranan bû..
Wê dema zivîstanê destpêdikir, Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Ker û Kulik, Qela Dimdimê, Rustemê Zal, Şahmeran, Yusuf û Zulexa û htd jî destpêdikir.
Çîrokbêjên me, çîrok wisa dirêj dikir, ku her çîrokêke 10 an jî 15 rojan dikêşand.

Çîrok tenê ji bo bav û dayîkên me nebû, ji bo zarokan jî gellek çîrokên xweşik hebûn.

Wekî çîroka Mîrza Mehemedê Kurê Pîrê û Çîroka Enêwerek htd..
Wê dema çîrokan destpêdikir, Şêvên sar û dirêj ên Kurdistanê kin dibûn.. Me nedixwast çîrokbêjên me bibêje : “îşev evqas heta sibê êvarê Şevbaş“ ...

Bi rastî jî xewa me nedihat... Me wekî zarok dikaribû heta seat 11 an jî 12ên şevê guhdarî çîrok û destanan bikin..

Mamostên me ên Dibistanê nedixwastin em biçin Dîwanxanan.

Ji bo vê yekê jî siza didan me.

Lê em dîsan diçûn û ji çîrokan kêfxweş dibûn.

Lê sed heyf û mixabin, hezaran çîrok, destan, pendên Pêşînan û stranên Kurdî nehatin tomarkirin û windabûn çûn.

Wê dema mezinên me dixwastin me bi şiklekî nerm û nerastexwo rixnebikin, destpêdikirin qala çîrokekê an jî serpêhatiyekê dikirin. Mesaja wan bi şiklekî zelal dihat femkirin.

Em yekser merema wan têdigîhîştin..

Helbestvanê welatparêz, Kurdperwer, mamosteyê zarokên Bedirxanîyan Hacî Qedrî Koyî di sedsala 19.an de bala Kurdan dikîşîne li ser vê babetê û di helbesta xwe de wisa fikra derdibire:

“Beytî Dimdim, ke qedrî nazanin,

Pakî sîhrî helalî Kurdanin,

Wekî Şahname ger binusraya

Lêt muheyiyen debû çi westaye,

Hespî Reş beytî ta bilê çake,

Nezamî yekcar siwar û çalake...“

Îro dixwazim qala çîrokek an jî serpêhatîyeke Kurdî bikim..
Tê gotin ku li Kurdistan li gundekî Çar Bira hebûn.

Herçar bira bi pêk ve xwedanê gellek zevî û pez û dewaran bûn.

Herçar bira bi pêkve dijîyan.

Wê dema ew hêj zarok bûn bav û dayîka wan koça dawî kiribûn. Ji ber vê yekê ew hevdu naqetin û ligel hevdu dijîyan.

Herçar bira ligel hevdu gellek pakbûn, firt û fêl hevdu nedikirin.
Tê gotin herçar bira hersal xermanan gellek mezin digerandin, ji alîyê ceh û genim ve gellek dewletmendbûn.. Daxil û danên wan bê hed û bêhesap bû.

Tê gotin ku xermana wan li kêleka xermanên cinarên wan bû. Hersal dema xermanan murîyan dan, ceh û genimên xermanên cînaran dikêşan û dianîn li ser xermana çar birayan.

Demeke dûr û dirêj murîyan jî bi wî awayî ji bo herçar bira kar kir.
Dîsa hawinek tê dema xarmanan e.. Lê tiştekî seyîr peyda dibe.. Vê carê murî destpêdikin, dan, ceh û genimên herçar birayan ji bo xarmanên cînarên wan dibin..

Birayê mezin gazî hersê birayên dike û dibêje: Sedemê vê yekê çî ye?
Du bira dibêjin: Bi xwedê me qet tiştek nekir.

Birayê wan ê din dibêje: çend roj pêş niha min hêk kirîn. Min bala xwe da hêkan yek ji wan ligor ew ên din mezintir bû. Min hêka mezin ji bo mala xwe bir.

Bira mezin dibêje: îro şûnda em nikarin ligel hevdu bijîn. Em mal û mulkên xwe dikin çar beş. Îro şûnda herkes bila ji bo xwe kar bike.
Her çiqas ew birayê ku hêka mezin ji bo xwe biribû, hat zimên got: Ez îro şûnda çewtî û xeletîyek wisa nakim....!!

Birayê mezin dibêje: ew dem derbasbû, me mala xwe kir çar beş û em ji hevdu cudabûn..

Çirok evqas bû..

Êvarbaş

Aso Zagrosi

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.