Ana içeriğe atla

Çareserîya Pirsa Kerkûkê....

  Rejîma Saddamî li roja 09.04. 2003 ji alîyê hêzên hevpeymanan ve hate ruxandin... Hêzên Peşmergeyên Kurdistanê di vî şerî de dewrek gellek mezin dîtin û Kerkûk jî Beh’sîyan rizgar kirin..Lê vê bahara Kerkûkîyan gellek dirêj nekêşand.. Nakokîyên navxweyî ên Tevgera Sîyasî a Kurdistanê, fişarên dagirkerên Kurdistanê li ser hevpeymanan û rewşa navnetewî wisa kir ku Peşmergeyên Kurdistanê ji Kerkûkê derkevin..Sê sal û çar meh li ser ruxandina rejîma Beh’sî de derbas bûn, çendîn hukumet li Iraqê hatin damêzrand.. Lê tu kesî ne hukumeta Allawî û ne jî hukumeta Caferî ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê qet tiştek nekirin.. Yasaya Rêvebirina Dewletê di maddeya xwe a 58‘an de bi awayekî zelal û vekirî rê û rêçkên çareserîyê destnîşan kiribû... Lê qet kesî hewil neda dawîyê ji teh’rîbê û zilm û zorîya li ser Kerkûkîyan bîne....Ev sê sal û çar mehên xelkê Kerkûkê li benda çareserîya pirsa wan in, li benda vergerîyana Kerkûkê li ser Kurdistana Azad in...Ev çendîn mehin hukumeta Nurî El Malîkî hatiye damêzrandin, wê jî heta niha tiştek nekiriye.. Heke em ew komîsyona fermî nejimêrin..Niha Kurd li benda komisyonê û karên wê ne.. Pêwîste ev komîsyon di nav çardeh mehan de pirsa Kerkûkê li gor madedeya 140 a Zagona Daîmî a Iraqê çareserbike.Ev yeka hanê jî pêwîste di sê qonaxan de bêtê cihbicih kirin..Qonaxa yekemîn: Asayî kirina rewşa Kerkûkê ye ..... Di vê qonaxê de pêwîste ew Erebên ku ji alîyên rejîmên Iraqê ve ji bo guherandina rewşa demografîk a Kerkûkê bigerin ji bo cîh û warên xwe ên berê..... Ji alîyê din ve pêwîste ew Awareyên Kerkûkî ku ji alîyê rejîmên îraqê ve ji bajêrî hatibûn derxistin, vegerin li ser axa bav û kalên xwe... Ji bo cihbicihkirina vê erka giran pêwîste herdu alî jî bêne qerebûkirin..Qonaxa duyemîn jî serjimêr e... Piştî asayîkirina rewşa Kerkûkê û vegerîyana ew bajêrok û gundên ku berê li ser Kerkûkê bûn, bi armanca teh’rîbê ji Kerkûkê hatibûn dabirrandin... Qonaxa Seyemîn jî rapirsî ye... Wê demê jî xelkê Kerkûkê dikarin biryar li ser paşeroja xwe bidin an tên li ser Kurdistana Azad, an diçin li ser Iraqê û an jî wekî parêzgehek serbixwe dimînin...Her çiqas ev maddeyên Destûran bi dilê gelê Kurdistanê û bi taybetî jî bi dilê Germîyan nebû, dîsan Kurd dikarin di rapirsîyê de serkevin...Min go bi dilê xelkê Kurdistanê nebû.. Ji ber ku xelkê Kurdistanê ji bo Kerkûkê û deverên din ên dagirkirî ên Kurdistanê sedan hezaran şehîd dan... Xelkê Kurdistanê wisa dixwast ku Kerkûk yekser û bê şert û şûrt bête li ser Kurdistanê.Lê sed heyf û mixabin pirsa Kerkûkê ket pêvajoyeka dûr û dirêj.. Herkes behsa Destûr û zagonan dike... Kerkûk bi encama sîyaseta regezperest a Ereban hate teh’rîb kirin an jî erebandin.. Pêwîst bû Kerkûkê bi rêya biryarek sîyasî bihata li ser Kurdistanê.. Di vê dawîyê de jî wê dema Serokê Kurdistanê biryara hilnekirina Alaya Beh’sî li Kurdistan girt, dîsan hemû Erebên şovenîst qala Destûrê kirin.... Zalmay Xelîlzad jî nerazîbûna xwe dîyar ki û behsa Destûrê kir... Kîjan Destûr? Destûra Saddamî an ya nû? Destûra nû heta niha qet cihbicih nebû, hêj li ser kaxizê ye, çawa hatîye niisandin ûsa maye... Heke Destûra Saddamî be... Wekî Kurd dibêjin „Şemo roja te xêr, siba te bimbarek“... Wê dema Paul Bremer hat Iraqê bi birayaran hemû ew sazî û dezgayên hukimî û fermî ên Iraqê hilweşand... Destûr û mestûr neman... Heke li gor Destûra Saddamî be ew kesên ku Iraqê rêvedibin hemû tawanbarin... Ji bo çareserîya pirsa Kerkûkê meseleya Destûrê derxistin li pêşîya Kurdan.. Lê ji bo karên din/xwe kesî Destûr nasnekir.Lê pêwîste vê yekê jî bizanin ku pîştî rûxandina rejîma Beh’sî li bajêrê Kerkûkê û derûdorê wê çendîn hilbijarin hatin li darxistin Kurdan hertim piranîya Kerkûkîyan pêk anî... Parêzgarê Kerkûkê Kurd e... Serokê Encumena Eyaleta Kerkûkê Kurd e.. Dewrek mezin a Kurdan di nav artêşê û polîsan de heye..Heke hukumeta Iraqê maddeya 140 bê girûgirf cihbicih bike, Kerkûk û derûdorên wê vedigerin li ser Kurdistana Azad..Vê yekê jî wekî hemû dostên Kurdan, neyarên Kurd û Kurdistan jî dibînin..Ji ber vê yekê jî dewletên Ereb,Tirk û Îranê hewl didin ji bo vegerîyana Kerkûkê li ser Kurdistanê astengan peyda dikin.Hemû neyar û nehezên Kurdan ji Kurdan, ji dewlemendîya Kurdistanê û ji azadîya Kurdan ditirsin..Dîsan van dewletana hewil didin bi rêya Cepheya Tirkmanî û Hêzên Mehdî li nav bajêrê Kerkûkê ji bo Kurdan û xelkê aşitîxwaz ê Kerkûkê ne aramîyê peyda bikin..Ji ber vê yekê ye ku di van rojên dawîyê de li Kerkûkê rêjeya çalakîyên terorê li dijî Kurdan zêdetir bûye..Roja çarenivîsa Kerkûkê/Kurdan nêzîk dibe..Dujminên Kurdan jî hewlên xwe ên xirapkarîyê zêtetir dikin, dengê xwe ê nerazîbûnê bilindtir dikin...Piştî 14 mehan li Kerkûkê Rapirsî heye.. Heke dîsan Erebên regezperest wekî Saddamî nekin. Çawa Saddamî peymana 11 Adarê nasnekir, pirsa Kerkûkê çareser nekir û lêşker şand li ser Kurdistanê... Ew jî dikarin vê yekê dubare bikin.... Her çiqas rewşa Kurdan wekî a wê demê nîne... Pêwîste çavên hemû Kurdan li ser Kerkûkê be... Bê Kerkûk tu car !!!!10.09.06

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.